Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

113 Roj

28/02/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
113 Roj
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

EWROJ…

113 roj berê, li ser Ocalan tecrîdeke girankirî hebû.

113 roj berê, li bakurê Kurdistan bêdengiyek mezin hebû.

113 roj berê, li Tirkiyê Faşîzm hebû.

113 roj berê, li rojava gefên Tirkiyê yên dagirkirinê hebûn

113 roj berê, li başurê Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk û erişên leşkerî hebûn

113 roj berê, ji dewletên Ewropa bêdengî û piştgiriya dewleta Tirk hebû.

113 roj berê, li Rojhilatê Kurdistanê ji bo pêşî li serhildana kurdan were girtin, li Soçî, Enqere, Tehran, Moskova û Astana civîn li ser civînan dihatin lidarxistin.

113 roj berê, jinek kurd, dayikek kurd, parlementerek kurd, hevseroka KCDê bi navê Leylan Guven ev yek dît û midaxle kir. Ji bo Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê têk bibe û Kurdistanê azad bike, bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem pêngavek nû ya berxwedanê da destpê kirin.

ÎROJ…

Di roja 113’an de, ji çar aliyên cîhanê û li zîndanan bi sedan kes di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne.

Di roja 113’an de, li her deverê pêştgiriyên mezin henin.

Di roja 113’an de, li cîhanê di qada navneteweyî de dengek mezin derxist û gelek navdarên cîhanê piştgirî dan berxwedana kurdan.

Di roja 113’an de, li konsêy û parlementoya ewropa gelek parlementeran bi fotografên Ocalan bal kişandin ser tecrîdê.

Di roja 113’an de, dewleta Tirk neçar ma û xwest bi leyiztikek birayê Ocalan Mehmet Ocalan re hevdîtinek pêk bîne.

Di roja 113’an de, çalakvanan ev leyîzka dewleta Tirkiyê dîtin û çalakiya xwe hîn jî didomînin.

Di roja 113’an de, li Amedê mitîngek hat lidarxistin bi deh hezaran mirov tevlî vê mitîngê bûn.

Di roja 113’an de, deng ji gefên Erdogan yê dagirkeriyê nayê.

Di roja 113’an de, rapora Katî Pirî ya ji bo Tirkiyê hazirkiribû li Parlementoyê hat erêkirin.

Di roja 113’an de, tecrîda ku 3 sale bi awayek normal dihat dîtin, anha tecrîdek ku li dijî wî divê têkoşîn were kirin tê nasîn.

Di roja 113’an de, ji nû ve bi bîra herkesî xistin ku kurd doza çi dikin.

Di roja 113’an de, dewsa dûrişmeya “bê serok jiyan nabe” anha “serok azad ke û bi serok re bijî” cîh girtiye.

Di roja 113’an de, gelek rêxistin û kesayetên kurd jî dîtin ev têkoşîn têkoşîna azadkirina Kurdistane ye û hatin tevlê vê berxwedanê bûn.

Di roja 113’an de, qrîza aboriya Tirkiyê roj bi roj kûrtir bû.

Di roja 113’an de, Erdogan li xwe mixur hat û got: “sedemên qrîza aboriyê şerê li dijî kurdaye.”

SIBÊ…

Piştî 113 rojan, divê her kurd di vê pengava nû de cîh girtin ji xwe re wek berpisyarek bibîne.

Piştî 113 rojan, divê hunermend, rojnamevan, ronakbîr, rewşenbîr, siyasetmedar ne bi tenê di beşa pîşeyê xwe de, dive tiştek dinê jî bike.

Piştî 113 rojan, divê cîwan erkên xwe yê cîwantiyê ji nû de binîrxînin û hin biryarên nû bidin.

Piştî 113 rojan, divê jin ji nûde bibîrbînin ku pêşenga vê tevgera nû jinek bû û li gor wê tevlî vê pengavê bibin.

Piştî 113 rojan, divê zarok li qadên berxwedanan bi ken û awirên xwe hêz bidin çalekgeran. Dive bi nameyên xwe ûjdana mirovahiyê bixin nav tevgerê.

Piştî 113 rojan, divê malbatên çalekvanên zîndanan li ber deriyê zindanan kom bibin. Di navbera çalakvanan û derve de wek pireyek têbikoşin.

Piştî 113 rojan, divê Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, li ber avahiyên parlementoyên bajarên xwe çalakiyên demokratîk pêk bînin. Di hemû meş û mitîngan de cîh bigirin.

Piştî 113 rojan, divê rojnameger û medya bi tenê agahiyên ku gihîştin dest wan an jî gihîştin navendê wan, sînorkirî nemînin. Bi awayek çalak divê bi rojnamegeriya xwe cîhanê agahdar bikin.

Piştî 113 rojan, divê ew kesên ku bi tenê “medya civakî” bikartînin, bizanibin ev qîm nake. Li derve cîhanek din jî heye û divê carnan ji “medya civakî” derbasî “pengava civakî” bibin.

Piştî 113 rojan, divê li Tirkiyê hemû hêzên li dijî faşîzmê têdikoşin tevlî vê berxwedanê bibin.

Piştî 113 rojan, divê gerîlla jî … (nizanim ew dizanin)

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.