Mihemed ŞAHÎN
Em şahediya pêvajoya hilbijartineke bi sosret dikin. Tirkiye di nava nîqaşên beqaya dewletê, buhaya kartol û pîvaz û guleyên çekan de asê maye.
Bêguman sedema vê asêbûnê di her warî de têkçûna siyaseta nîjadperest a AKP-MHP ye. Di encama desthilatdariya wêranker a 17 salan de hêviyên demokratîkbûnê eciqîne, hiqûq tunebûye, aborî têk çûye, nirx, pîvan û exlaq nemaye, aştî û aramiya civakan ber bi xetereyeke mezine ve diçe. Rûpoş ketiye. Êdî tiştê ku desthilatdariya AKP-MHP’ê karibin bidin civakê nemaye. Ya herî girîng hêvî û bendewariya vegera wan a ber bi erêniyê ve jî tuneye.
Rayedarên AKP-MHP’ê jî di vê zanebûnê de ne. Dizanin ku nekarin careke din hêvî û bendewariyên vala biafirînin û civakan pê bixapînin. Lewre hewl didin tirs û xofên herî mezin biafirînin û îradeya civakan bi tirs û xofan teslîm bigrin.
Serkeftina xwe ya hilbijartinan bi siyaseta xwe ya dijberiya Kurd û bilindkirina faşîzmê ve girêdane. Li her derî û li ser hemû dikan heman axaftinan dikin û heman şanoyan dilîzin. Xeynê xwe hemû kesî û hemû partiyan terorîst îlan dikin û bi PKK’ê ve girêdidin. Yekane partiya muxalîf a demokrat, aştî û azadîxwaz HDP ya ku 6 milyon deng ji gel girtine û di meclîsê de sêyemîn partiya mezine terorîst û dijmin îlan dikin. Li gel ku HDP’ê bi tu kesî re tifaq çênekiriye jî weke ku tifaq çêkirine 3-4 partiyên din jî bi HDP’ê ve girêdidin û hemûyan terorist û çete îlan dikin.
Di axaftinên xwe de pîvan, nirx, exlaq nasnakin. Carinan weke serokê mafyayê li herkesî gefan dixwin, carinan weke parsekên stûxwar hêvî û lavayan dikin. Lê nekarin weke siyasetmedarekî qala hêvî û bendewariyên nû bikin, qala pêşerojeke nû ya aşt û aram bikin.
Erdogan di hemû axaftinên xwe de dibêje, “saziya meya MÎT’ê di axaftina endamên rêxistina Qendîlê de tespît kiriye ku wan hêviyên xwe bi serkeftina Tifaqa Mîlet a 31’ê adarê ve girêdane”…, peyva Kurdistanê ya ku ji Selçûqiyan vir ve bi hezaran sale bav û kalên wî bikar tînin û wî bixwe jî gotibû “li Tirkiyê heremeke bi navê Kurdistanê heye û di meclîsa yekemîn a 1921’an de wekîlên Kurdistanê hebûn”, lê niha heman Erdogan dibêje Kurdistan tune ye û weke ku Sezaî Temelî bi vegotina peyva Kurdistanê sûc û qebaheteke mezin kiribe peyva Kurdistanê ji devê Temelî bi gel dide gohdarkirin û dike amûrê êrîşên xwe yên nîjadperest…, di mitîngên xwe de irzê civakê dibê û dibêje, “hûn dizanin buhaya guleyekê bi çiqasî ye ku hûn qala balcan û îsotan dikin”…, kedkarên ku qadro dixwazin, wan “mirovên ne durist û provakator” îlan dike…, ji partiyên din re dibêje “çete” û ji tifaqa wan re dibêje “tifaqa çar çeteyan…”
Wezîrê karên hundir Soylu di axaftinên xwe de dibêje, “agahiyên wisa bi me re hene ku heke ez bibêjim hûnê şaşwaz bibin û gelek ecêmayî bimînin…, kî bibêje HDP partiyeke legale ew di xefletê de ye…, ez rica û hêvî ji we dikim hûn di 31’adarê de me li dijber Qendilê şermî nekin…ji we hevî dikim hûn HDP û PKK’ê misaletê şaredariya Stenbolê nekin…” Ji wekîlê HDP’ê re dibêje “heke ez we bidim meşandin ez ne camêrim…”, ji Kılçdaroglu re dibêje “Tuyê bibînî …”
Bahçelî, ji yên ku qala buhabûna palîcan û kartola dikin re dibêje “hûn palîcan û kartolan nexwin hûn namirin…, heke Tifaqa Milet biser bikeve wê beqaya dewletê têk here û emê hemû bimrin…, Tifaqa Miletê tifaqa zîletê ye…, heke Tifaqa Milet biserbikeve wê dilê dijmin şad bibe …., PKK piştgiriya HDP, CHP, İP, SP û ODP’ê dike …, heke Tifaqa Milet biserbikeve wê Qendîl biserbikeve …”
Desthilatdariya wan a 17 salan çewa welat û civak wêran kiriye, tirsa têkçûyina 31’ê adarê jî derûniya wan wêran kiriye. An tiştên ku ji devên wan derdikevin guhên wan nabihîzin, yan jî civakê ahmeq dihesibînin. Di axaftinên wan de pirsgirêkên civakê tunene, demokrasî, heq, hiqûq, aştî, aramî hêvî, bendewariyke erênî bi kurtahî jiyan û jiyandin tune ye. Di axaftinên wan de tirs û xof heye, reştariya hişmendiya wan û mirin heye.
Di welatekî normal de, ji devê sayasetvanên normal nepêkane ku mirov van hevokan bibîze. Dema ku mirov li wan gohdarî dike mirov dibêje qey wê hilbijartin di navbera PKK û AKP-MHP’ê de pêkwere. Wisa xwiya dike her şev di xewnên xwe de kabûsan dibînin. Çiqasî tirsa wan a têkçûnê zêde dibe ewqasî kabûsên wan zêde dibin û ewqasî bêpîvaniya wan jî kûrtir û bêperwa dibe.
Armanca wan nepêkanîna hilbijartineke hiqûqî û adilaneye, armanc di bin navê hilbijartinê de xespkirina îradeya gele, rewakirin û meşrûkirina desthilstdariya xwe ya otokratîk e. Ji bo dewama desthilatdariya xwe, ji bo beqaya saltanata xwe hovitiya ku ne kin tune ye, tiştê ku di oxira wêde nekin qurban tune ye.
17 sal berê dema ku AKP bû desthilatdar pirsgirêka beqaya Tirkiyê tune bû. Reştariya ku îro weke kabûs li ser civakan û li ser pêşeroja Tirkiyê rûniştiye tune bû. Heke îro beqaya Tirkiyê di xetereyê de ye bêguman sedem hebûna desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîste. Hetanî ev tifaq desthilatdar be wê beqaya Tirkiyê di xetereyê de be.





