Erdogan ALTAN
Em di nav rojên îlankirina têkçûna DAIŞ a li Rojava û Bakûr-Rojhilatê Sûriyê de ne. QSD bi daxuyaniyekê aşkere kir ku dê demek nêz de DAIŞ di hêla fizikî ji heremê xilas bibe. Lê rastiyek heye. Ew jî, her çiqas DAIŞ têk çûbe jî rastiyek heye ku têkoşîna li hemberê wê dê tu car xilas nebe. Bêguman sedemên wê hene. Avabûna DAIŞ’ê, tevlîheviya têkiliyên wê, piştevaniyên ji xwe re dîtiye, birêxistinkirina xwe û hwd, dikarin di nava van sedeman de diyar bike. Ji ber vê yekê her çiqas têkçûbe û qadên hakimiyeta xwe winda kiribe jî, DAIŞ xwedî derfetên xwe di şêweyên cuda de hebûna xwe biparêze ye.
Di rewşa heyî de dema derbarê DAIŞ û paşeroja wê de nêrîn bê dayîn, nirxandin bê kirin teqez divê ev rastî bê dîtin û li gor wê jî nêzîk bibin. Eger nekevin nêzîkatiyek wiha, bikevin serxoşiya serkeftinê wê piştre encamên ku neyê telafîkirin derkevin holê. Jixwe li Iraqê jî ev yek pêk hat. Yek ji peytextên DAIŞ’ê Misûl dema ket, piştî wê di demek kurt de rêveberiya navenda Iraqê daxuyaniyekê ku tê wateya “DAIŞ teqez têk çûye” lidarxistibû. Lê ji aliyê her kesên ku di qadê de dihat zanîn û dîtin ku ev yek ji rastiya xwe dûr e. Lewra DAIŞ di navendên wek e Misûl, Selahaddîn, Tîgrît û hwd gelek navendan de xwe bi awayekî di ser rêxistiniya BAAS a berê çêdikir, aliyê xwe yê din jî spartibû eşîretên Ereb ên Sunî. Heta ev rastî rola xwe dema Misul di demek kurt û bê li berxwe bide hat bidesxistin jî de leyist. Ji ber vê yekê DAIŞ, piştî xwe ji Misûl û navendên wekê wê vekişiya li van deran rêjeyek kêm be jî rêxistiniya xwe parastibû.
Di encam de piştî rêveberiya navenda Iraqê daxuyaniya “Me DAIŞ’ê têk bir” da, DAIŞ jinûve dest bi çalakiyan kir û di hin herêman de bandoriya xwe ava kir vê rewşî piştrast kir. Qonaxa heyî de jî di Iraqê de çalakiyên xwe zêde kir û ket nav lêgerîna qadên bandoriya xwe berfirehtir bike ye, pêve girêdayî Çiyayê Hemrînê ji bo xwe wekî baregeha leşkerî bi kar tîne.
DAIŞ rêxistinkirina xwe ya di Sûriyê de jî heman riya di Iraqê de pêk anî meşand. Bi taybetî di Bakur-Rojhilatê Sûriyê li Dêrazorê, Reqqayê û hin bajarên din wisa bû. Bêguman rêxistinkirina DAIŞ a di Sûriyê de cudahiyên xwe hebû. Lewra DAIŞ xwe destpêkê weke El-Qayida Iraqê birêxistin kir, piştre bi navê Dewleta Îslamê ya Iraqê dom kir, piştre jî qada bandoriya xwe kişande Sûriyê û navê “Dewleta Îslam a Iraq-Şam” girt herî dawî jî xwe weke “Dewleta Îslam” îlan kir.
Li vir, dema em dibêjin DAIŞ xwe di Sûriyê de jî heman şêweyê rêxistinkirîna li Iraqê meşand, qesta tê kirin ne ev rastî ye. Li vir şibandina te gotin dema xwe li Sûriyê birêxistin kir eşîrên Ereb ên Sûnî ku xwe di nava DAIŞ’ê de ferz kirin e. Dîsa ev eşîr her çiqas di nav sînorên dewleta Sûriyê de bin jî têkiliya wan a nêzîkê rejîma Iraq a Seddam û Iraq-Partiya BAAS re ye. Dema DAIŞ despêkê xwe di Sûriyê de birêxistin kir xwe spartiye van. Bi taybetî li Dêrazorê wisa bû. Di Dêrazor a ku rejîma Sûriyê nikakiribû bandoriya xwe bike, serwerî nikaribû ava bike, di ser eşîretan de berî şerê navxweyî ya Sûriyê Partiya BAAS a Iraqê bandor bû. Piştî rejîma Seddam hilweşiya ev herêm, bibû qada dema hêzên girêdayên partiya BAAS xwe vedikişandin weke baregeh dihat bikaranîn. Û rejîma Sûriyê ji vê agahdar bû.
Niha li Dêrazorê di rojên îlankirina têkçûna DAIŞ’ê de ne. Lê ev rastiya heyî, her çiqas DAIŞ di Rojava, Bakûr-Rojhilatê Sûriyê de têkçûbe jî piştî wê bi şêweyêke din bandoriya xwe berdewam bike. Hê têkbirina DAIŞ’ê nehatibû îlankirin li nêzî Hama yê li hemberê basekê rêwiyê êrîşeke bombeyî pêk hat, ev jî nîşaneya vê rastiyê ye.
Ev rastî ji aliyê kesên ku di qadê de agahiyên wan û çavdêriyên wan hene ve jî tê ziman. Bêguman dema ser vê rastiyî têkiliya DAIŞ a bi hêzên navneteweyî û di serî de jî bi dewleta faşist TC û di pozisyona ji aliyê van dewletan ve her tim bê bikaranîn de ye ser zêde bibe, her çiqas ji yê berê hinek cuda be jî dîsa di şiklekê cuda de xwe nîşan bide.
Niha piştî têkçûna DAIŞ a di Bakûr-Rojhilatê Sûriyê de bê îlankirin, êdî wê her hêz ji nû ve tiştên di dewa xwe de raxêre ser maseyê, ji nû ve qart bên belavkirin.





