Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di avakirina şoreşê de hesta berpirsyariyê

26/02/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di avakirina şoreşê de hesta berpirsyariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Di tevahî şoreşên cîhanê de tişta herî girîng ew e ku, di her kesî de hesta berpirsyarî were pêşxistin. Ji ber ku di tevahî şoreşên cîhanê de gavên destpêkê her giran û bi zehmetî tijî bûne. Ji ber vê jî; hêzên dijber her xwestine ku rewşa nazîk bi êrîşên dijwar û bi şerê derûnî aloz bikin.
Bi xwezaya şoreşê ve girêdayî, rastî jî xeterî di destpêka şoreşan de zêde ne. Yên ku van rastiyan dizanin, hewldidin ku bi tevlîheviyan gelan bêbawer bikin. Dema ku em dîroka mirovahî û dîroka şoreşan dimeyzînin em dibînin ku gelek ji wan şoreşan hê di destpêka gavên ewil de ji ber van êrîşan jî têk çûne.
Yek bandora têkçûyîna şoreşan, ew e ku, erîşên dij şoreş pir dijwarin. Heta gelek caran, gelek hêz – tevî ku hinek ji wan gelek caran li dijî hevdû ne jî – bi hevre dibin yek û êrîşan dibin ser şoreşan.
Lê em bizanin ku sedema esasî ya têkçûyînan dînamîkên ango hêzên şoreşê yên hûndirînin.
Dema ku di şoreşekê de hesta berpirsyarî bi giştî neyê pêşxistin, ne gengaz e ku, ew şoreş li ser piyan bisikine. Bijî jî bi tesadûfan encax dikare bijî.
Em bizanin, di cihê ku berpirsyariya xwezayî nebe de, memûrtî pêş dikeve. Memûrtî erka dûrî berpirsyariye ye. Bi gotinek din memûrtî, rewşa; “çavên xwe digirim û erka xwe pêk tînim” e. Dema kar were xwestin û kes çavên xwe digirin û diçin ser kar, ne gengaz e ku karên xwe bitenduristî, qewîn û saxlem bikin.
Pirsa esas ew e; kî bi kîjan terzê memûra derdixe û wan dide pêş? Kî dihêle ku mirovên bidilgermî tevlî şoreşan bûne bi demê re bibin memûr?
Bersivek hêsan ew e ku, em bêjin çînên navîn her tim vekirîne ku bibin memûr. Ji ber ku çînên navîn xwe naêşînin, û naxwazin bikevin bin barên giran ji xwe re rêyek wiha hildibijêrin.
Em dizanin ku di destpêka şoreşan de – kîjan çîn dibe bila bibe – bi bayê şoreşê ve girêdayî – derveyî lepek xayîn – her kes biçalakî tevlî şoreşê dibin.
Pirsa dûyem jî ew e, çima piştî şoreşan bi demekî şûn ve memûrtî pêş dikeve?
Dibe ku gelek sedemên xwe hebin, lê em dizanin ku sedema herî sereke ew e ku, yên ku ji şoreşan re pêşengtî kirine, demek şûn de pêwîst nabînin ku her kesî wek roja ewil tevlî tevahî karên şoreşê bikin. Di destpêka şoreşan de şoreşger diçin ber malê her kesî tevlî şoreşê dikin û şoreş dibe malê gel.
Lê mixabin caran yên ku ji şoreşan re pêşengtî kirine vê rastiyê ji bîr dikin û hewl didin şoreşê tenê bi vîna xwe rêve bibin ango xwe esas digirin û hêza gel pir cîdî nagirin. Herkesî bi çalak tevlî şoreşê nakin, erkan bi gel re parve nakin.
Weke ku bêjin, em hene û em bes in!
Belê, yek sedema ku mirovên ew qasî bi coş di şoreşan de demekî şûn de sar dibin û wek memûra tevdigerin, bi sekna hêza şoreşger ve yek bi yek girêdayî ye.
Lenîn ji ber vê dirûşma; “Tevayê erkan ji Sovyetan re!” qîr kiribû.
Lê tevî wê jî, – ji ber ku bi israr ev rewşa nehatibû şopandin – 70 sal şûn de Sovyet têk çû.
Bi hêviya ku em ji ezmûna Sovyetan ders der bixin û Şoreşê bikin malê gel!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.