Medeni FERHO
Şerê Tirk û Kurdan wê di qonaxek nû de û dijwar dewam bike.
Bîrdoza Turk-î Îslam, hêza organîze ya kuştinê ye û bi hemû hêza xwe, bi desteka hêzên navneteweyî êrîşî Kurdan dike. Ev bîrdoz, xwedî mîrateyek sucên organîze ye û dayika hemû felaketan e. Îro jî cîhanê ber bi tarejediyek dehşetengîz ve dibe.
Komploya navneteweyî, bombeya atomê bû û bi armanca têkbirina Haraketa Azadiya Kurd, kolekirina gelê Kurd hate pêkanîn. Emerîka, di şerê duyemîn yê cîhanê de, bi bombeya atomê Japonya beteref kir.
Komploya navneteweyî jî, bombeyek atomê bû, lê gelê Kurd û Haraketa azadiya Kurd wek hêzek atomîze têk neçûn.
Dibe ku hin kes, gotina “bombeya atomê” wek îddîayek mezin binirxînin. Lê na: hêza organîzekirî ya suc, di êrîşên li dijî Kurdan de, sinorên ahlak, însanî, hiquqî û peymanan teva derbas kirine. Bi komî dikuje, wêran dike, dagir dike, cîhan jî bêdeng e. Bi 72 balafirên şer êrîşî Efrînê kirin. Di şerê duyemîn yê cîhanê de, Japonya bi hewqas balafir êrîşî kêştiyên Emerîka nekirin.
Rayedarên Tirk, ji bilançoya krîza aborî zêdetir, bîlançoya kuştina mirovan vedibêjin. Tenê faşîst û sergerdeyên li dora wan, dikarin bîlançoyek wilo rezîlane amade bikin.
Ev ideolojiya na-mubarek, rûmeta gelê Tirk jî dişikîne. Ji destpêka avakirina komarê û heta îro, nivîskar û rewşenbîrên Tirk, yan di zindanan de ne, yan jî reviyan e!.. Di vê serdama na-mubarek de jî, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên Tirk, têne bêrûmet kirin. Yan reviyan e, yan jî girtî ne.
Li Tirkiyê, bingeha demokrasî ne hatiye avakirin, mîrateyek wisa jî nîne. Demokrasî kultur e, mafên, hiş û ramanên azad e. Ji Kongreya Selanîk (1911) ya Îttîhat û Terakî û vir ve, despotîzma Turk-î Îslam serdest e. Belkî turanîzm!.. Her du gotin yek in û dayika hemû felaketan e.
Ev doktrîn, gelên cûda tune dike, gelê Tirk jî li derî dîrokê dihêle!..
Ev rastiya li pişta rastiya dîroka Komara Tirkiyê ye. Yekemîn car, Birêz Ocalan ev rastî eşkere kir. Kurd jî, 40 sal in diqîrin, îro jî, bi zimanê bedenê diqîrin. Zimanê bedenê, zimanê peyamberan e, mucizeyan diafirîne. Eger li parlamentoyên Ewropa, faşîzma Erdogan tê axaftin, bi saya zimanê bedena lehengên Kurd e. Mucize ev e ku komploger jî şerm dikin!..
Berxwedana greva birçîbûna bi pêşengiya Birêz Leyla Guwen dest pê kir, li welat û derveyî welat, bi taybetî li girtîgehan di qonaxek metirsînî de ye.
Tirkiye, êdî Erdoganland e; yek dest, yek dev, yek zilam!… Ev faşîzm e. Faşîzma Erdogan jî, wek di tecrîda li Imralî de xuya dike, bi taybetî li zindanan, dîlên azadiyê hedef digire. Bi îzolekirinek di radeya êşkencê de êrîşî wan dike. Berxwedêrên di greva birçîbûnê de, eşkence dike, dixe hucreyan, sirgun dike, şekir, karbonat nadê wan!… Erdogan, bi zihniyeta Evren ku got: Ma em wan di zindanan de xwedî bikin? haraket dike. Bi sirgunkirinê malbatan jî cêza dike. Rêveberên zindanan jî, wek gestapo E. O. Yildiran haraket dikin.
Ev serdema kujer, bi DAIŞê kete qonaxa duyemîn, bi çeteyên Erdogan di qonaxa sêyemîn de dewam dike. Desthilatdarên cîhanê jî, bi faşîzma Erdogan re di nava têkiliyan de ne. Êdî
eşkere bûye ku, DAIŞ û faşîzma Erdogan jî encama komployê ne. Emerîka, bombeya atomê avête hişmendiya Kurdan. Lê hişmendî, raman û gotin bi bombeyên atomê jî nayên tune kirin.
Bedenên di gireva birçîbûnê de, wek şagirtên Cn. Îsa, wê ne tenê faşîzma Erdogan/Bahçelî, wê destpotîzma komplogeran jî têk bibin.
Dengê bedena lehengên Kurd, brûsk û tîrêjên di tarîtiya sedsalê de vedidin e, wê bibin ronahiya paşerojan.





