Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo wê Beşar Esed bikaribe pêşî li pevçûnan bigire?

26/02/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo wê Beşar Esed bikaribe pêşî li pevçûnan bigire?
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Beşar Esed hefteya derbasbuyî di civînekê de diyar kir ku wê xweserî Sûriyê perçe bike û wê ev daxwaz neyê qebûl kirin. Esed weke rêberekî serketî xwe nîşan dida. Ger niha jî ne ji Rûsya û Îranê be nikare li pêyan bimîne. Di ser de jî beşek ji erdê Sûriyê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Hêzên koalîsyonê li Sûriyê ne. Bakurê Sûriyê jî di destê rêveberiya xweser de ye. Ya herî girîng jî hêzên bakurê Sûriyê projeyeke çareseriyê amadekirin û pêşkêşî rêveberiya Şamê kirin. Di vê projeyê de di nava yekîtiya xaka Sûriyê de modeleke demokratîk tê parastin. Esed qanûnên berê weke refefans nîşanî welatiyên Sûriyê dide. Ger qanûnên berê têra avakirina welatekî demokratîk bikira wê ev kareset pêk nehatiba. Di wan qanûnan de Kurd tine hatin hesibandin. Kurdên li Sûriyê nikaribûn ti mafekî xwe yê weke ziman û çand bikarbînin. Rêveberiyên herêmî jî di bin yekdestiya Baas de bûn. Welatekî ji rêderketî, cihêkar û di nava bertîlê de fetisî derketibû holê. Her tişt di bin sîstema desthilatiya yek partî ya Baas’ê de terkî rizandinê hatibû kirin. Rêjîmeke îstixbaratê derketibû holê. Rewşa niha de welat di nava xwînê de ye. Sûriye weke fiîlî hatiye parçekirin. Piştî van hemû encamên ku derketine holê weke ku tiştek nebuye careke din sîstema ku para wê jî di vê yekê de mezine li ser gelên Sûriyê ferz kirin tê wateya ku ji van tiştan ders nehatiye girtin.

Tişta herî maqûl ya ku rejima Esed bike ewe ku projeyên çareseriyê yên hêzên bakurê Sûriyê bi kêfxweşî pêşwazî bike. Tirkiye hê jî hewl dide herêmên nû yên Sûriyê dagir bike. Ya ku xeter ne tenê ewe ku hin erdên din yên Sûriyê tevlî erdê xwe bike. Tirkiye bi mîlyonan Sûriyeyiyan di bin navê penaberan de weke rehîne di destê xwe de digire. Ji wan hêzên çekdar ava dike. Her wiha wan ji bo ku rejîma Sûriyê dîzayn bike jî bikartîne. Esed bixwe dibêje, “Tirkiye dixwaze Ixwanî Mislimîn bike desthilat.” Di rewşeke wiha de wê şansê Esed nebe ku li desthilatiyê bimîne.

Ger Esed ji Sûriyeke demokratîk re bêje erê, bi hêzên bakurê Sûriyê re lihevbike wê, ji bo paqijkirina hemû çeteyan li Sûriyê û ji bo dawîanîna dagirkeriya Tirk wê avantajeke mezin bi dest bixe. Li gel vê wê zêmînê hêzên koalîsyonê ya mayîna li Sûriyê jî ji holê rake. Sûriyeke ku aşitiya xwe ya navxweyî pêkanîbe wê rewabûna mayîna hêzên derve ya li Sûriyê nemîne. Lê Esed vê fersenda mezin li aliyekê dihêle vegera li berê li gelên Sûriyê ferz dike. Timî qanûnên berê bibîrtîne. Ew qanûn niha li bakurê Sûriyê pêknayên. Îdlib di bin dagirkeriya çeteyan de ye. Ne ji Îran û Rûsyayê be El Nusra wê bi sponsoriya Erdogan êrişî Helebê bike û di demeke kurt bistîne. Efrîn, Cerablûs û herêmên din ji xwe di bin dagirkeriya Tirk de ye.

Rêveberiyên xweser yên bakurê Sûriyê ji bo hemû Sûriyê çareseriyeke herî azadîxwaz û demokratîk pêşkêş dikin. Dibin misogeriya aşitî û yekîtiya axa Sûriyê. Ger Esed demokrasiyê qebûl bike û bi bakurê Sûriyê re lihevbike wê ji sedî sih axa Sûriyê tevlî erdên din yên Sûriyê bibe û xeteriya parçebûna Sûriyê wê ji holê rabe. Di vê dema ku hêzên mezin yên cîhanê û dewleta Tirk ya nijadperest û dagirker ku li pey planên tarî ne, ger Esed di ya berê de israr bike wê Sûriye ber bi rewşên hê xeter de bibe. Sûriye hilweşiyaye û xwîn jê diçe. Şerekî xwînî û provakasyonên nû wê çareseriyê neyne.

Gelên Sûriyê êdî di rewşa berê de nîn in. Desthilata Esed jî xwedî hêz û otorîteya berê nîne.  Di welatekî hilweşiyayî de bakurê Sûriyê rêveberiyeke demokratîk avakir û li ser pêyan hişt. Ev yek ji bo Sûriyê desketiyeke. Baas’ê li Sûriyê rêveberiya navendî, netewperestî û hwd, ceriband. Lê demokrasî nehat ceribandin. Niha vî şansî û fersendê gelên bakurê Sûriyê pêşkêş dikin. Esed an wê bêje demokrasî an jî wê di Baas’iya berê de israr bike û rê li ber şer û pevçûnên nû veke.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.