Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îtîfaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye

25/02/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Îtîfaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
Share on FacebookShare on Twitter

Tayîp TEMEL

Soylu wek her carê dîsa dev avêt HDPê û xwest sêyemîn partîya mezin a parlamentoyê li ba gel terorîze bike. Soylu bi zimanekî ne cidî û bê rêz HDPê wek partiyek îlegal nîşan dide. Her wiha Erdogan jî dîsa gotinên klîşe yên faşîzane saz kirin û nîqaşa peyva “Kurdistan”ê cardin vekir û careke din bi xwe re ket nakokiyê. Heçku di sala 2013’an de wî bixwe li ser dika parlamentoyê hebûna Kurdistanê bilêv kiribû. Her kesek êdî li ser vê yekê qanih e ku îtîfaqa AKP-MHP’ê xwe li ser vî esasî yanê li ser terorîzekirina HDP’ê ava dike. AKP jî MHP jî tu car nexwestiye HDP’ê bi temamî bigire û dijberbûna HDP’ê berteraf bike. Ji ber ku AKPê û MHPê her tim di ser HDPê re şovenîzma xwe mezin kiriye û rojeva xwe zindî hiştiye. Alîgirên xwe yên nijadperest di ser êrîşkirina HDPê re aş kirine. Ligel vêya jî yek ji sedema van êrîşên Hikumetê heye, ew jî ev e ku HDP ji bo siyaseta Tirkiyeyê bêhnek e û ji bo demokrasiyê tekane alternatîfa gelan e. HDP bi biryar û kiryarên xwe di siyaseta xitimker a Tirkiyeyê de bûye tekane hêza diyarker. Ji ber vê yekê Hikumet û partiyên din mecbûr dimînin li gor helwest û stratejiya HDPê sekna xwe diyar bikin. Ev yek jî ji bo wan hem ciyê diltengiyê ye û hem jî hêza HDPê hemû dek û dolab û planên wan pûç dike û têk dibe. Evçend êrîşkariya wan ji ber vê yekê ye.

Berî hemû hilbijartinan berî hilbijartina pêşiya me 31ê Adarê jî Hikumet bi hincetên beredayî rêverbir û xebatkarên HDPê binçav dike, namzetên hevşaredariyan dixe girtîgehan. Em dizanin ku dixwazin di nav gel de tirsekê çêbe û gel xwe ji HDPê dûr bigire, dixwazin vê hilbijartina herêmî a krîtîk li gor armancên xwe yên tekperest bidawî bikin. Lê belê dîmena heyî li holê ye. Li aliyekî berxwedana Birêz Leyla Guvenê, berxwedana Nasir, berxwedana girtiyan, berxwedana Gallerê û Strasbourgê berfireh dibe. Li hember tecrîdê bi sedan kesanbedena xwe dane ber sermaya birçîbûnê. Ablûkaya tecrîdê û zordariyê, hemû jiyan dorpêç kiriye, tecrîda girankirî mafên demokratîk tune dihesibîne û bêçareseriyê li me ferz dike. Gel li hember tecrîdê, xwe li derdora vê berxwedana mezindigirin. Vê berxwedanê bi awayekî eşkere û zelal da xuyakirin ku ên ku bi çavên girtî, Tirkiyeyê ber bi rêyeke tarî ve dibirin, hew li ser berjewendiya xwe ne. Berxwedana birçûnê ji hêlekê ve li faşîzmê dixe, li aliyekî din jî stratejiyên berbireh û piralî yên HDPê cî li faşîzmê teng dikin.

Şaredariyên gel di destê qeyûman de ne û di Hilbijartina Herêmî de gel dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman rizgar bike. Qeyûman şaredariyên gel ên pirzimanî û pirçandî, bi feraseta xwe ya yekperest tijî kirin û deriyên şaredariyan li gel qufilandin. Lewma niha êdî divê dawî li nîqaşên bêsûd ên li ser namzetan bê. Ji bo em ji qeyûman hesab bipirsin û bersiva xwe bi awayekî xurt nîşanî îtîfaqa tekperest bidin, divê em li her derê û bi hemû hêz û hebûna xwe li berxwedana Leylayê û hevrêyên wê xwedî derkevin. Berxwedana me ji bo yekîtiyê bila bibe pêleke mezin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.