Derwêş M. FERHO
21ê sibatê di 1950 de weke roja zimanê dayikê ji aliyê UNESCOyê (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê) hatiye pejirandin. Ji sala 2000 ve ev roj li hemû cîhanê tê pîrozkirin. Biryareke pîroz û giranbiha ye. Ji ber ku ziman, bingehê parastina çand, hebûn, nasnameya gelan e. Gelekî zimanê xwe yê dayikê hunda bike ber bi tunebûnê diçe. Hebûn dikeve xeterê.
Dema meriv li rewşa zimanên heyî û yên hunda binêre her tişt zelal dibe. Gelên ji bo parastin û bikaranîna zimanê xwe bedel dayine serketî ne. Yên ku zimanê xwe, sedemên cuda jî hebin, hunda kirine hebûna xwe jî di xetera man û nemanê de ne. Li gorî daneyên UNESCOyê ji sala 1950 û heta niha 230 ziman mirine, 2.400 di bin xetereya tinebûnê de ne.
Ji destpêka sedsala buhurî de Flaman li Beljîka têkoşîneke bêhempa bi rê ve birin ku zimanê xwe bikin jiyana xwe. Bedelên kuştî nebe jî gelek bûyerên dijwar jiya ne. Çalakvanên zimanê dayikê di perwerdê de, di jiyana rojane de û îdara civakî de ketine girtîgehan. Karê xwe hunda kirine. Ji aliyê rayedarên dewletê bi malbatî birçî mane, li ber civaka xwe hatine hermono kirin. Gelek bedel dan. Di dawiya têkoşîna xwe de jî serketine û îro Flaman di hemû aliyan de di her ciyê sereke de xwedî gotin û biryar in. Perwerdeya herî bi kalîte li aliyê wan e. Aboriya herî xurt di destê wan de ye. Îdara dewletê ketiye destê wan.
Li nav Baskan, li hêla Spanya û herweha li aliyê Fransa têkoşîna zimanê xwe di ber ya siyasî, çekdarî û kultûrî re bi rê vê birine. Li herêmên ku derfetên wanyên fermî hene bi kar anîne. Li herêmên ku ew derfetên wan nîne û dijwar e bi hêza xwe, bi derfetên xwe dibistan di gundan de, di tarên bajarên xwe de li malên xwe xwendegehên xwe ava kirine. Bi navê Ikastola xwendegehên xwe ava kirin û zimanê xwe di jiyanê de xurt dikin. Hedef zimanê xwe bi zarokên xwe bidin hînkirin. Li wira jî gelek mamoste, malbat û kesên ku ev xebat bi rê ve dibir tûşî gelek dijwariyan hatin. Ez di destpêka salên heştê de bûme mêhvanê yek ji çar kesên ku di nava vê têkoşînê de ciyekî hêja girtiye. Bi xwe parêzer bû. Di nav axaftina xwe de behsa yek ji serpêhatiya xwe kir. ”Di destpêkê de dewleta Spanya bi tu awayî nedixwest bi me re biaxive. Her tişt qedexe bû. Em mecbûr man ku serî li têkoşîneke pirralî bidin. Ziman, civak, aborî û siyaset. Lê dijwar bû. Xebata me bi temamî xistin bin tohmeta terorîzmê. Hêza çekdarî hat avakirin. Lê têkoşîna zimanê dayikê jî xurt meşiya. Biryara girtina min hat stendin. Min xwe neda dest. Veşartî mam. Çar meh, şev û roj, di valahiya jora navbera asansor û aqra xaniyê şeş qatî de mam. Ciyê ez tê de dimam bes têra doşekek piçûk û lihêfa min dikir. Xanima min her roj xwarina, pêdiviyên min, rojname û pirtûkên min bi dizî di da dest min û dîsa diçû ku kes pê nehesê ez li wir im.”
Kurd bi tevgera xwe têkoşîneke bê hempa dikin. Li welêt û li dervayê welêt ev têkoşîn ciyê pîrozê ye. Bi dehhezaran şehîd hene. Koçberî, talan, zîndan û kuştin bûne parçeyek ji jiyana me. Hin serketin pêk hatibin jî di gelek waran de kêmasî hene û dilê meriv pê diêşe. Bi taybetî rewşa ziman xirab e. Li Başûr rewşa perwerdê, xebatên li ser ziman di rewşeke belengaz de ne. Li Rojhilat gel her diçe di bikaranîna zimanê xwe de kêm dibe. Reşa Rojava aloz e û derfet kêm in. Xelk zimanê xwe bi kar bîne jî di warê nivîsê de xelk zeîf e. Û Bakûr; tevger bi Turkî dijî, têkoşîn bi Turkî ye, peywendî bi Turkî ne, siyaset bi Turkî ye, aborî bi Turkî ye, jiyana gel ber bi Turkî ye. Turkî hêdî hêdî dikeve nava rayên xwîn û mêjiyê me. Ev jî mezintirîn xeter e.





