Burhan ERDEM
Dorpêçkirina Îranê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 14 Sibatê de li Konferansa Warşovayê ji aliyên aleqedar re hate vegotin. Di vê plane de gelek vebijêrk li ser maseyê ne. Tabîî ya herî balkêş mudaxeleyeke leşkerî ye. Eger mirov pêvajoya derketina vê mijarê hinekî bîne bîra xwe germkirina şerekî dibîne. (Ku çawa Serokê DYAyê Donald Trump peymana 5+1 ê ya nuklera Îranê weke gunehekî rêveberiya Barak Obama hesibandibû, pişt re xwe jê vekişandibû, dest bi ambargoyê kiribû û piştre şidandibû û hwd.) Gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû yên li ser rêlbergirtina Îranê mohra xwe li Konferansa li polonyayê dabû. Lewra rêlbergirtina wî bahsa wê dikir, şerekî bi tevlîbûn û erêkirina gelek welatan bû. Di serî de jî dewletên ereb ku bi Ewrûpiyên li dijî şerekî bi Îranê re derdikevin, van welatên Ereb xwediyên hecmeke mezin a bazirganiyê ne. Tehdîta li ser bazirganiya bi Ewrûpayê re ya rêveberiya Trump jî, wê yekê armanc dike ku Ewrûpî ji şerekî re nebêjin erê jî, ewê nikaribin bi dengekî qêrînî li dij derbikevin.
Hin welatên endamên Yekitiya Ewropayê li ser stratejiya erda rojhilata navîn rolên girîng leyistin û hê jî dileyîzin. Weke mînak; du welatên endamên endamên pêşeng ên Yekitiya Ewrûpayê Almanya, Fransa tevî Brîtanyayê, hê di 21ê Cotmeha 2003yan de bi Îranê re peymaneke girîng îmzekiribûn. Hukumeta Îranê qebûl kiribû ku li ser bernameya xwe ya enerjiya Nuklerî agahiyan bide. Ev gavek e biçûk bû, lê di riya rastiyê de, gaveke girîng bû. Rastî ew e ku bi peymanê re hilberîna nuklerî ya Îranê nehatiye sekinandin, lê hatiye kêmkirin. Tişta ku Serokê Amerîkî binê wê xêz dikir û digot ew bû ku, xetereya neklera Îranê bi peymanê ji hole nehatibû rakirin.
Îmzekirina protokola di vî warî de ya hukumeta Îranê bi derngî pêk hat. Ev peyman jî xwediyê girîngiyeke mezin bû. Lewra eger Îran li gorî vê peymanê tevbigeriyaba, ewê kariba rê li ber êrîşeke muxtemel a Îsraîlê bigirtiba. Yanî eger mirov bifikire ku Îsraîl êrîşekê bibe ser Natantê ku saziya nuklerî ya Îranê ye, wê hemû herêm ji kontrolê derkeve. Yanî ji ber vê yekê kêmkirina hilberîna nuklerî gaveke baş a Îranê bû. Dîsa bi vê peymanê re, darbeyeke li muhafazakarên Îranê jî hatibû xistin. Ku vana ji sala 1985 an vir ve serdestê hilberîna nuklerî ne. Ev yek ji bo hin Amerîkiyan re jî bûbû dersek, ku bi riya dîalogê pirsgirêkên dijwar weke ya bi Îranê re dikarîbû çareser biba.
Lê vebijêrka li pêşiya Rêveberiya Trump ne çareserî tevlîhevî bû. Ev rêveberiya niha bi Talîbanan re rûdine. Talîban jî li Afganîstana cîrana Îranê ji aliyê Amerîkiyan ve ji Îktidarê hatibû xistin. Lê Talîban weke îdeolojî her dijminatiya Îranê kiribû. Amerîkayê dijminekî din ê Îranê Saddam Huseyîn jî ji hole rakiribû. Niha li sînoran dijminên rejîma Îranê nemane, heta dostên wê yên destekdar li ser hikum in. Vebijêrka dayina şerkirin a dewleteke cîran a li dijî Îranê nine. Lê ya dayina şerkirin a hêzên muxalefeta mirî ya Îranê heye ku ev demeke hin hêz tên zindîkirin. Di vê pêvajoyê de emê nave hêzên Kurd jî gelekî bibihîzin…





