Sîpan ŞÎNDA
Di nav pêvajoya dîrokî de, weke rastiyeka civaknasiyê, çi bawermend bin çi nebawermend bin, olî her û her bala kesan, ya civakan kişandiye. Ji ber vê li ser ol gelik gengeşî hatine kirin, nêrîn hatine diyar kirin. Ev yeka henê di nava dîroka ‘ol’an de bi awayekî eşkere derdikeve pêş. Çi di nav olên dinyayî de be, çi di nav olên semawî de be, eva henê heye. Di dawiya devjeniyên li ser ol hatine kirin de, di nava olan de hizrên cihê derxistine. Ango mezhep derketine. Di van devjeniyan de, di nav olên semawî de saziyên wana yên olî bûne navend. Di nav Misilmanan de Medrese, di nav Cihûyan (Yahûdî) de Kinîşte/Sînagog, di nav Xiristiyanan de ji Dêr bûye navenda gengeşî û hizrên cuda. Ev ramanên di van saziyan de dihatin gengeşe kirin, pirr caran di nava zanyarên olan de derzên mezin vekirin. Di nav Îslamê de yên ev devjenî dikirin Mela, Seyda bûn. Navenda van devjeniyan ji Medrese bû. Di taliya gengeşiya wan de çar mezhep derketine holê. Civaka Misilmanan ji di taliya van gengeşiyan de bûne çar bir. Her birekê hizrên mezhebekê ecibandine û li gor wê, baweriya xwe dijîn. Ya rast gelik fikrên din yên cuda ji di nava ola Îslamê de derketine. Weke Elewîtî, şîa. Di nav ola Xiristiyaniyê de Dêr navenda gengeşiyan bû. Yên ev devjenî dikirin ji Keşe, Metran, Papaz, Pîskopos, Patrîk, Rahîp bûn. Di nav Xiristiyaniyê de, sê mezhebên mezin hene. Protestanî, Katolîkî, Ortodoksî. Bes di nav Xiristiyaniyê de ji pirr mezhep ango hizrên din yên cuda hene. Li gor van mezheb û ramanan civaka Xiristiyan ji, her birekê ji xwe re mezhebek ecibandiye û baweriya xwe ji li gor felsefa mezhebê xwe dijîn. Di nav ola Cihûyan de (Yahûdî) ji Kinîşte/Sînagogê navendiya devjeniya hizrên cuda kiriye. Yên ev gengeşî dikirin ji Haham bûn. Di nav ola Yahûdiyan de ji gelik mezhep hene. Weke Sebatayîzm, Hasîdîzm, Haskala, Samarîtîzm û hwd. Civaka Yahûdî ji her birekê li gor felsefeya mezhebekê baweriya xwe dijîn.
Di nav civakên rojavayî de ol, pitirê xwe bi awayekî sekûler tê jiyan kirin. Ya rast ev yek di dema me de, di nav civakên rojhilatî de ji pêş ketiye. Saziyên bûne navenda olan, di heman demê de jiyana civakan ji diyar kirine. Di nava civaka Xiristiyan de Dêr, demeke dirêj bûye navenda diyar kirina biryarên jiyana civakî. Di nava pêvajoya dîrokî de gelik biryarên civakî, polîtîk ji nava Dêrê derketine. Dêrê, demeke dirêj bandoreka mezin li ser jiyana civakî kiriye. Herweha Mizgevt/Medrese û Kinîşte/Sînagogê ji di nava pêvajoya dîrokî de bandorek mezin li ser jiyana civakî kirine. Bandoreka welê kû pirrê caran van saziyên olî, şiklê jiyana civakî diyar kirine. Biryar di derbarê jiyana civakî de dane. Ango fetwa dane. Li gor van saziyan, biryarên ji aliyê wan ve hatine dayîn, ji bo saxî û silametiya civakê ye. Di nava qernê navîn de li Ewropa, ji aliyê Dêrê ve dadgehên Engîzîsyonê hatine ava kirin. Di van dangehan de gelik kes hatine darizandin û ciza kirin. Lêbelê di nava demê de, nûjenî ketiye di nava jiyana civakê de. Girêdayî van guhertinan ji, bandora saziyên olî ya li ser jiyana civakî qels bûye. Lê heya roja me ji hêj bandora ol li ser jiyana civakî xurte. Bi taybetî ji di nav Misilmanan de Îslama polîtîk derketiye pêş. Saziya ol ji li gor berjewendiyên saziya polîtîkayê tevdigere. Saziya polîtîkayê ji pirrê caran bi riya ol dixwaze bandora xwe li ser civakê û jiyana civakî bike.





