Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Idrîs HENAN
Bi qedandina Sûtşî re daxuyaniyên cuda cuda yên aliyên tiliya wan di aloziya Sûriyê de heya qirikê heye, derketin. Tişta ku weke balkêş hate hesibandin daxuyaniya serokê Îranê Rûhanî bû. Rûhanî got ku pêwîste mafên gelê Kurd li Sûriyê paşguh nebin û rola Kurdan di Sûriyeya pêşerojê de bête misogerkirin. Beriya civînê bi çend rojan wezîrê karê derve yê Rûsya nerazîbûna welatê xwe ji pratîka Tirkiyê li Idlibê nîşan dida û digot ku; Tirkiyê peywir û xalên itîfaqa herêma bê çek pêk neaniye. Heman wezîrî jî diyar kir ku Tirkiyê nekariya di çarçoveya itîfaqa hersê welatên gerantor Rûsya, Îran û Tirkiyê de komên radîkal ku li ser lîsteya terora cîhanî ne berteref bike. Piştî civînê jî serokê wî wezîrî, ango Pûtîn di civîna çapemeniyê de gef li Idlibê û komên radîkal xwar ku gengaze li dijî van komên ku Tirkiyê xwedî dike di her kêliyekê de oparasyona leşkerî dest pê bike.
Li goşeya sêyemîn a Sûtşî Erdoganê tengijî hebû. Erdoganê di nav kiryarên xwe yên hindir û derve de vegeviziye, diyar bû ku di civîna sêalî de tişta dilê xwe hemû pêk neaniye. Li beramberî daxwazên xwe weke her carê lazime tawîzan bide û serî biçemîne. Çûnkî wisa lê hatiye ku her tiştên xwe yan bi qebedaytiya çors an bi sernizmiyê diqedîne. Mesele zagoneke gerdûnî ye. Mirov di hindirê xwe de çawa difikire wisa li derve lê tê. Ango serokçete Erdogan ku bi van rêbazan gihaye kursiya desthilatdariyê, ji bo mayîndebûna pergalê ne tenê serî ditewîne, dikare xwe jî bifiroşe. Tabî hemû çongdayînên xwe jî xweşik dike û weke taktîka siyasî bi nav dike. Welhasil em li encamên civîna sêalî, nîzîkatî û helwestên piştî civînê derketine vegerin, em ê têbigihêjin ku Îran û Rûsya di aliyê daxuyaniyan de dor ji hev girtine. Armanca herduyan jî li gorî xwe birêvebirina aloziya vî welatî ye. Civîna çapemeniyê jî protokoleke dîplomasî bê wê ne dibû. Lê xîtabên serokê rejîma Sûriyê û şêwirmenda wî Şaban bi awayekî zelal encama wê civînê vedigotin. Li gorî hiken dete û texmînan hersê aliyan bi maskeya serokê rejîma Sûriyê û ji bo têkbirina destketiyên gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê planeke nû dest pê kirine. Dixwazin biryara Amerîka ya vekişînê bikar bînin û zextê li ser rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Qey mirov dibêje ev rêveberî heya niha bi saya Amerîka li ser lingan e.
Dema ku serokê rejîma Sûriyê yê heşt salin gelê vî welatî dikuje gefan li hêzên azadiyê dixwe, diyar dibe ku ew jî li gorî encamên civînê hatiye erkdarkirin. Bi gotineke din itîfaqek nepenî bi Tirkiyê û Erdogan re li dijî îradeya welatê xwe îmze kiriye. Yan hûnê vegerin bin ebeya min an jî ez ê Erdogan berdim we! Yan hûnê vegerin pozisyona beriya 2011an, an jî ez ê nola bavê xwe çawa 1982an li Hemayê kir li we bikim. Xuyaye ew jî nola Tirkiyê ditirsin bi tunebûna DAIŞ re derewên wan eşkere bibin. Encamên li ser erdê destnîşan dikin ku li paş peredeya DAIŞ ne tenê Tirkiyê û Qatar hene. Aliyên ku kerwanên çeteyên DAIŞ bi balefiran diparastin û dişandin eniyên Reqa û Dêrazorê jî hene. Ragihandina serkeftina li dijî terora DAIŞ wê bi xwe re rastiya van aliyan jî eşkere bike hele kê ji bo vî welatî û gelên Sûriyê çi kiriye?





