Ezîz KOYLUOGLÛ
Balkêşe dema mijar dibe mafê Kurdan yên rewa hemû rejîmên li ser Kurdistanê dagirker wekhev diaxifin. Gotina wan a yekê ew e ku “ev perçekirine”, “nebin amûrê dewletên derve”, “ewê we bikarbînin û bavêjên”, “ev partiyan yan kesan nenûnerên Kurdanin.” Gotinên wiha her dem tên rêzkirin. Lê rastî ew e ku, Kurd ne welatan perçe dikin, ne amûrên dewletanin, ne jî xwe didin bikaranîn, berovajî vê Kurd yekitiyê, çareseriya navxweyî û di çarçoveya sînorên siyasî yên dewletan de azadiya xwe dixwazin.
Daxuyaniyên rayedarên rejîma Sûriyê yên dawî carekî din pesend kir ku di hizirandinan de guhertinek nîne. Di çend rojên dawî de him serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad, him jî şêwirmenda ragihandinê ya rejîmê Buseya Şahban di mijara pêşeroja Sûriyê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de yek gotina ku derket pêş, “ Xweserî wê Sûriyê perçe bike” bû. Hemû dewletên li ser Kurdistanê dagirkerin dema Kurd qala mafê xwe yên rewa dikin, yekser gotina “hûn perçebûnê dixwazin”, “ev perçebûne” ji aliyên wan dewletan bi dengek bilind tê gotin.
Dewletên li ser Kurdistan dagirkerin heta niha siyaseta xwe ya giştî li hemmberî Kurd neguhertine. Bi taybet rejîma faşîst ya Tirk serkêşiya dijberiya Kurd li cîhanê dike. Rejîmên weke rêjîma Sûriyê jî, dixwazin ji vê dijberiya dewleta Tirk ya faşist û dagirker sûd werbigrin, dixwazin Kurdan bi dijminatiya dewleta Tirk çav tirsandî bikin. Kurdan heta niha ne ji bo Sûriyê, ne ji bo Iraq, ne ji bo Îran, ne jî ji bo Tirkiyê qala perçebûnê nekirine. Berovajî vê Kurd ji rejîmê wan welatan zêdetir qala yekîtiya axê kirine. Lê ew rejîman gotina “maf” wek “perçebûn” dixwînin. Dewletên xwe li ser siyaseta dagirkeriyê tevger kirine, naxwazin Kurdan wek dostek û bi mafê xwe yên rewa, beşek ji welat bibînin.
Serokê rejîma Sûriyê Esad jî piştî 8 salan ji şerê navxwe yê Sûriyê, Kurdan bi tehdîtên êrîşkariya dewleta Tirk ya dagirker dixwaze çavtirsandî bike. Li gorî Esad, Emerîka Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikartîne û wan di bazara li dijî Tirkan di destê xwe de digre. Ev jî derûneyekî xerab yên hemû dagirkerên Kurdistanê ye. Li gorî dagirkerên Kurdistanê, Kurd amûrekî di destê dewletan de ye, kengî bixwazin wan bikartînin. Lewre li gorî dagirkerên Kurdistanê, Kurd nikarin ji bo xwe siyaset, dîplomasî, leşkeriyê bikin. Ger bikin jî, ev ne ji bo Kurdane, ji bo hin dewletan e ku dixwazin wan bikarbînin.
Rejîmên ku xwe li ser siyaseta dagirkeriyê birêxistinkirine gotinek din jî ji bo Kurdan bikartînin ew jî “Kurd hemwelatiyekî bi qiymetin û li hemberî destûrê wekhevin.” Ev gotina ku di pratîkê tu carî bikarnayê vê carê jî, ji aliyê rayedarên Sûriyê de têbikaranîn. Mixabin Kurdan tu carî li Tirkiyê, Îran, heta demên dawî li Iraq û li Sûriyê wekhevî nedîtiye. Berovajî wek gelekî divê ku bê tinekirin lê hate nêrîn. Ev siyaseta tinekirinê carna wek li Tirkiyê û Iraqê bi komkujiyan bû, yan jî wek li Îran û Sûriyê bi bişaftinê bû.
Çareseriya ji bo krizên wan dewletan tawanbarkirina Kurdan e. Lê di rastiyê de ya ku Kurd dikin projeya çareseriyê ye. Kurdan û dostê wan li ser navê Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nexşerêyek pêşkeşî hemû hêzên têkildar kirin. Di vê nexşerê de çareseriya krîza Sûriyê sîstemek nenavendî û xweseriyên herêmî bû. Ev xweserî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo pêkhateyên li Sûriyê dijîn, bû.
Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhialatê Sûriyê dibêje: Di nava yekitiya sînorê siyasî yên dewletê de çareseriyekî siyasî.





