Hozan Seyîdxan
Hukumeta Almanya di encama biryara dadgeha bilin de, du saziyên kurdan yên çandê weşanxaneya Mezopotamiya û Mîr mûzîk bi temamî girt. Di 8´ê adara 2018 de, ev herdû saziyên kurdan bûn hedefa êrîşa hukûmeta Alman, her wiha piştî pêkhatina vê êrîşê di demeke kurt de Wezîrê Hundurîn yê Almanya bi daxuyaniyekê ev herdû sazî bi temamî dane girtin.
Çima di vê pêvajoyê de biryareke wiha hate dayin? Xuyaye ku ev biryar, ango biryara dadigeha bilind , ne ji dervayi siyasetê ye. Bi vê biryar girtinê eşkereye, ku qirkirina çandê ne tenê ji hêla dewleta tirk tenê ve, tê birêve birin. Her wiha di heman demê de dewleta Alman jî hevparê vê qirkirinê ye. Dewleta Tirk û Alman ji mêjde ye, di çarçûveya hevkarî ku ji bona berjewendiyên xwe yên abûrî û siyasî, li ser qirkirin û qedexekirina sazî û destgehên kurdan xwedî yek fikir û armanc in.
Di dîrokê de têkiliyên sûcdarî yên dewleta Alman û Tirk pir kûr û dem dirêj in, ku li ser qirkirina gelên mîna Ermenî, Suryanî, Asûrî û kurdan, de xwedî heman rol in. Her wiha ev siyaseta bi qirêj û durû ta vê rojê jî li ser kurdan berdewame.
Eger nirxên gerdûnî wek azadî, demokrasî û aşîtî ku ji dewleta Almanya yê re, girîng û jiyanwarî ba, wê li ser dewleta Tirk van normên girîng ferz bikira. Lê mixabin Almanya ya ku xwe wek navenda demokrasiyê nîşan dide bi vê polîtîkaya pragmatîst hêz dide rêjîma Tirk a faşîst, yanî alîkarî û piştevaniyê didê terorîzma Erdogan.
Gelê kurd di ser deh hezar sal in ku xwe bi saya çand û hunerê zindî hiştiye. Di ser sîh salan re ye ku ev herdû saziyên kurdan bi awayekî fermî û zagonî kar û xebatên çand û hunerê li Almanya yê dimeşand. Ev rastiya han gotina – SHAKESPEARE tîne bîra mirovan . “yên ku hunera netewekê di afirînin, ji yên ku bingeha makezagonên neteweyekî çê dikin bi hêztirin.”
Xuyaye ku dewleta Alman jî di vê sed sala bîst û yekan de mîna dewleta Tirk ji xwendina pirtûk , stran û mûzîkê ditirse. Ev feresat û nêzîkatî ya serdema qirna navîne. Her wiha wezîrê Almanya yê, yê hundirîn Seehufer, bi vê biryara xwe daye ser şopa Erdoganê destpot.





