Farûk SAKIK
Zarok dema di hemla dîya xwe da ye, gelek taybetmendiyan ji dayika xwe digire. Ji van taybetmendiyan yek jî deng in. Ev dengan, gava zarok tê dinê û bi zimanê dayika xwe diaxife, dibe bingeha “zimanê dayikê”. Ji bo vî zimanî gelek berdêlên giran jî hatine dayin.
Di sala 1947an de Hîndîstan hat parçekirin. Eyaleta Bengal jî li gor baweriyan-mezheban hat parvekirin. Pişt re ev herêm (Bengal) li rojhilat wek bajêreke Pakîstanê hat destnîşankirin. Û di navbera herdû aliyan de aloziyan destpêkir.
Bengladeş heta sala1971ê di bin dagirkeriya Pakîstanê de ma. Zimanê wan jî Benglî bû. Li Pakîstan zimanê fermî Ûrdî bû. Wek zimanê arîstokrasiya îslamî dihat qebûlkirin. Zimanê bangledeşî Benglî jî bi hewldanên şair û hunermenda dewlemend bû û pêşve ket.
Muhamed Alî Cînnah, di sala 1948an de zimanê Ûrdû wekî zimanê fermî yê Pakîstan destnîşankir. Zimanê Benglî wekî zimaneke bê qîmet û her wekî di nav şaristaniyê de cîh negirtî hat dîtin. Gelên bangledeşî li dijî vê yekê derketin û bi salan têkoşîyan.
EWROJ…
Di sala 1952an de têkoşîna wan gihîşt merheleyeke nû. Di 21’ê sibata sala 1952an de, gelê Bengladeşî û bi taybetî jî xwendevanên Bengladeşî, ji bo ku zimanê Benglî, ligel zimanê Pakîstanî-Ûrdî bibe zimanê fermî, xwepêşandaneke girseyî lidarxistin.
Dema nêzî kampûsa zanîngehê bûn, êrişa polîsan destpêkir. Hevkarê serokê zanîngehê ji polîsan xwest ku belav bibin ev xwepeşendaneke demokratîk e. Ev yek nehat pejirandin û bi gaza “şewitandina çav”êrişên xwe dom kirin. Cîwan jî êdî ne bi tenê li zaîngehê, li gelek deverên bajêr kom bûbûn û bi israr bûn. Dema nêzî “avahiya destûrnamê” bûn gulebarana polîsan destpêkir. Di vê çalekiyê de, 4 xwepêşandêr ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Dema ku ev xebera qetilkirina 4 cîwanan belav bû li bajarê Dhaka şîn hat îlankirin.
Li ser vê yekê dora rojê di 22ê Sibatê de, ji nû ve xwepêşandanan destpêkir. Bi hêrs û bi israr bûn. Dema ku meşa wan a ber bi zanîngehê dewam kir, polîsan cardin êriş birin ser çalakvanan û li vê der jî 6 kes hatin kuştin.
Ev daxwaziya gelê Bengladeşê, her berdewam kir û dewleta Pakîstanê neçar ma ku di 29ê Sibata 1956an de zimanê Bengalî jî wek zimanê Ûrdî, bi fermî qebûl kir.
Di sala 1971’an de di encama têkoşîna azadiya netewî de, Bangledeş rizgar bû û Bengalî jî bû zimanê fermî yê vî welatî.
Sal derbasbûn ji bo 4 kesên ku di sala 1952an de hatibûn qetilkirin bîrdarîyek li bajarê Dhaka hat çêkirin. Di çêkirina vê bîrdarî yê de 3 merhele hebûn. Yek di 22-23 Sibata sala 1952an de hat çêkirin lê Polîsan di demek kurt de ew xerakirin. Duyem di sala 1957an de hat çêkirin, lê di pêvajoya şerê azadiya neteweyî de ji aliyê polîs û eskeren ve hat rûxandin. Versiyona sêyem jî piştî azadiya sala 1971an hat çêkirin. 4 çerçove, 4 şehîdên 21 Sibatê temsîl dikin. 4 sitûn jî dayikan û ziman.
Sazîya Perwerdeyî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17ê Mijdara sala 1999an de, têkoşîna ku gelê Bengiladeşê ji bo zimanê dayikê, di roja 21ê Sibata sala 1952an de dabûn, wek sembolek( nîşaniyek) qebûl kir û ev roj wek “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” ragihandin.
ÎROJ…
Di van salên dawîde li Kurdistanê jî “roja zimanê dayikê” bi taybetî ji bo pêşvexistina zimanê kurdî, ji aliyê kurdan ve tê pîrozkirin. Di vê rojê de giringiya zîman ji nû ve tê nîqaşkirin. Di vê rojê de ji bo parastin û pêşvexistina ziman pêşniyarên nû didin dewletan. Di vê rojê de bal dikişînin ser ziman ku çawa xwedî wateyeke girînge.
Îroj, 9 partiyên Kurdan; HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T, Tevgera Azadî, Partiya Mirov û Azadiyê û PAK’ê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û yê fermî Platforma Zimanê Kurdî ava kirin. Û ji bo vê mijarê têxin rojeva dewletên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ketin nav hewldanan.





