Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hebûn û Xwebûn bi ziman pêkane

22/02/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Jana dîrokî; Bêbextî
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Îro 21’ê Sibatê ye, roja zimanê zikmakî ya cîhanê ye, ji bo bindestan roja xwebûyinê ye.

Ziman ne tênê amûrekî xwe îfadekirinê ye. Di heman demî de ziman ruh û vîna civakê ye. Civaka ku zimanê xwe winda bike ruhê xwe û vîna xwe winda dike. Lewre dagirker ji bo civakên bindest bê ruh, bê kok û bê cewher bihêlin û wan ji xwebûnê dûr bixin di serîde zimanê wan ji wan distînin. Ji bo wan bê rûmet bikin û ber bi tinebûnê ve bibin di serî de zimanê wan bêrûmet dikin. Ew dizanin ku heke zimanê civakê ji dest civakê bê girtin ruhê wê û xwebûna wê civakê ji dest tê girtin.

Bi sedan sale çar dagirkerên Kurdistanê bi vê hişmendiyê tevgeriyane. Li gel qirkirinên xwe yên fizikî qirkirinên xweyên spî yên çand û ziman jî li ser civaka Kurd ferz kirine. Ji bo çand û zimanê xwe bi civaka Kurd bidin qebûlkirin rê û rêbazên herî faşîzane û herî bêexlaq bikaranînê. Zimanê Erebî re gotine, “zimanê netewa necîp (netewa bi esl û paqij)”, zimanê Farisî re gotine “zimanê esaleta dîrokî û zanyariyê”, zimanê Tirkî re gotine “zimanê şadî û bextewariyê”. Lê ji zimanê Kurdî yê qedîm re gotine “zimanê nezanî, xizanî, bê rûmetî û bextreşiyê”.

Çar dagirkeran bi hewldanên xwe yên hovaneyên ku di dîroka mirovahiyê de mînakên wî tunene ziman û nasnameya Kurdî li civaka Kurd qedexe kirin. Xwestin têgeha Kurd û Kurdistanê bi civaka Kurd bidin jibîrkirin. Bi jibîrkirina van têgahan dixwestin çand û zimanê Kurdîyê ku ji şoreşa neoltîkê virve bi hezaran salane jîn daye çand û zimanên malbata Aryen tune bikin. Dixwestin nasnameya waletparêziya Kurd û hişmendiya kurdewarî û kurperweriyê ji holê rabikin.

Bi faşîzma xwe ya ji Hîtler xerabtir dixwestin bi civaka Kurd bidin qebûlkirin ku hetanî niha şaş jiyaye û jiyana rast bi çand û zimanê serdestan pêkane. Ji bo Kurd karibe bi ziman û çanda serdestan “rast” bijî hewceye ji hebûna xwe, ji nasnameya xwe, ji çanda xwe, ji dîroka xwe, ji hemû tiştên aydê xwe dûr bikeve. Berhem û bermayiyên hezar salan yên bav û kalên xwe jibîr bike.

Dagirkeran dizaniyan ku Kurdê ku van tiştan jibîr bike wê bibe Kurdê mirî, wê bibe biyaniyê hebûna xwe, biyaniyê welatê xwe, biyaniyê nasnameya xwe, biyaniyê çand û zimanê xwe. Kurdê ku bibe biyaniyê xwe wê bibe maşikê destê neyarê xwe, wê bibe xayinê qewm û welatê xwe.

Piştî sedsalan îro li çarparçeyên Kurdistanê hebûna zaf maşik û zaf xayinan nebelasebe, piştî ewqasî fersend û geşedanên dîrokî nepêkhatina kongreya neteweyî nebelesebebe.

Ev heqîqeteke dilsoje û li ber me ye. Yên ku vê heqîqetê nezanibin nekarin rast bijîn, rast têbokoşin û rast li berxwe bidin. Rêya jiyana rast, rêya têkoşîn û berxwedana rast di vegera li xwe û nasnameya xwe de ye, di vegera li kok û rehên xwe de ye, di vegera li çand û zimanê xwe de ye.

Çil sale Civaka Kurd di bin pêşengiya Tevgera Azadiyê de ji bo vegera li xwe û li cewhera xwe di şer û berxwedaneke bêhempa de ye. Bi kedeke mezin û bi berdêlên gelek giran berxwedana xwebûyinê berdewam dike. Di berxwedana xwe ya çil salî de derbên giran li siyaseta faşîst a dagirkeran xistin û li çarparçeyên Kurdistanê encamên gelek girîng û serkeftinên mezin bidestxistin. Ya herî girîng rêya rûmetê ya li xwe vegerê û xwebûnê li civaka Kurd vekirin.

Niha erka her kurdekî ewe ku di vê rêya rûmetê ya hebûn û xwebûnê de bimeşe û desketiyên berxwedana çil salî tacîdar bike. Çalakiya herî mezin piştî redkirina pişaftina sed salan li xwe vegere. Ew jî bi xwedî derketina li çand û zimanê xwe pêkane.

Mebesta çar dewletên dagirker yeke.Tinekirina kok û rehê civaka Kurde, çand û zimanê civaka Kurde, xwebûyin û cewhera civaka Kurd e. Bi kurtahî afirandina Kurdê miriye.

Nexwe hewceye mebesta civaka Kurd jî li hember çar dagirkeran yek be. Redkirina pişaftinê be, li çand û zimanê xwe, li kok û rehên xwe, li xwe û cewhera xwe veger be. Afirandina Kurdê berxwedêr û têkoşer be.

Dîroka me, nasnameya me, çanda me, hebûna me, vîna me, ruhê me di zimanê meyê qedîm de veşarîne.

21’ê sibatê roja xwebûyinê li civaka Kurd û li hemî civakên bindest pîroz be.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.