Qasim ENGÎN
Nifirek kurdî heye û dibêje: “Topa xwedê li te keto.” Dîsa nifirek din ya kurdan heye û dibêje: “Moz bi zimanê te ve bide.”
Serî de ev nifir lê bi giştî jî hemû nifir ji bo kesê bi navê Erdoxan guncav in.
Yê ku herî zêde hiştiye ku Sûrî hilweşe, aloziyên mezin bijî û her wiha çete har bibin; Erdoxan e. Yê ku herî zêde hiştiye ku ewqas êş li Sûrî bijîn jî carek din Erdoxan e. Ger Sûrî îro perçe perçe bûye û hê jî nikare xwe komî ser hev bike, carek din berpirsiyarê vê Erdoxan e. Dîsa kesê ku herî zêde li hember Sûrî destdirêjî û devdirêjî kirî jî Erdoxan e.
Tevî ku rastî ev in û tevî ku hêza di Sûrî de dagirker dewleta Tirk e, ev kesa bê şerm dikare bêje ku; ”Armanca me yektiya axa Sûrî ye.” Hê balkêştir û sosrettir jî bêguman li ser hev dubare kirina van gotinên ku li ser derawan hatine avakirine.
Rastî jî pêwîste ku em jê re bêjin, zimanê te moz pê ve bide him jî moza sor, ya kera.
Tevî ku rastî ev in û herî zêde van rastiyan Sûrî, Rûsya, Îran bêguman DYE û dostên wan dizanin, mixabin hemû jî sê meymunên ku; ”Me nebihîst, me nedît û em nizanin” dileyzin.
Di civîna ku di 14’ê sibatê li Soçî pêkhat de, Erdoxan wek dize ku dibêje; ”hêka çi” her qala yekitiya axa Sûrî dikir. Kêse ku Sûrî dagirkiriye, kesê ku rojane qala sînorên Mîsakî Mîllî dike-di hundirê van sînoran de Heleb jî heye- heta gelek caran qala axa Osmaniyan kiriye ev Erdoxan bû. Û herkes jî dizane û dibhîze ku xeyala Erdoxanê ku di qesra bi dizî çêkirî de rûnîştiye şopdariya Abdulhamîd e. Ango dixwaze bibe padîşahê Osmaniyên Nû.
Erê, tevî ku rastî ev in, li Soçî Erdoxan derdikeve pêşiya rojnamevanan û qala parastina sînorên Sûrî dike. Him jî li ser her gotinek xwe de wek papaxanekê van gotinan dubare dubare dike.
Bê virde û wirde kesê ku herî zêde li dijî yekitiya Sûrî kar dike Erdoxan e. Yê ku heta niha nehiştiye ku Sûrî xwe komî ser hev bike carek din Erdoxan e. Û bêguman dagirkerê Sûrî jî Erdoxane.
Îro yê ku Îdlib bi çeteyên xwe dagirkiriye, yê ku Efrîn bi leşkerên xwe dagirkiriye û her wiha yê ku Cerablûs û Bab jî bi leşkerên xwe dagirkiriye Erdoxan e. Her wiha yê ku wan cihan gav bi gav bi Tirkiye ve girê dide, yê ku di wan deran de pergala Tirkiyê li ser civakê ferz dike, perwerde bi zimanê Tirkî û her wiha bi alên Tirkan civakê naçerê van dike carek din Erdoxan e. Bêguman yêk jî yê ku li seranserê cîhanê tevahî çeteyan tîne û li Sûrî cih dike jî, Erdoxan e.
Pirs ev e; ma gengaze ku Putîn û Rûhanî heta DYE van tişta nizanibin?
Ma gengaz e ku, ev nizanibin Erdoxan hem dijminê kurdan e hem faşîstek e û hem jî dagirkerê Sûrî ye?





