Zekî BEDRAN
DAIŞ weke leşkerî têkçû. Tê payîn van rojan têkçûna DAIŞ’ê bê ragihandin. DAIŞ’ê di demeke kurt de li Iraq û Sûriyê erdnîgariyeke mezin xistibû bin destê xwe. Di demeke kurt de berbelav bû û herêma ji Mûsilê heta Reqayê xist bin serweriya xwe. Artêşên Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞ’ê nikaribûn şer bikin. Dema ku êrîşî Mûsilê kir zêde xwedî hêz nebû lê artêşa Iraqê çekên xwe hişt û reviya. Bi awayekî trajîk bi hezaran leşker hatin qetilkirin.
DAIŞ’ê çawa ewqas bi lez bandora xwe avakir, bi hezaran mirov ji Ewropa û welatên din yên cîhanê çima tevlî refên DAIŞ’ê bûn? Eşkere ye ku di bingeha vê yekê de aliyekî îdeolojîk heye. Kapîtalîzmê piştî hilweşîna Sowyetê serweriya xwe ragihandibû û îdia kiribû ku îdeolojî bi dawî bûne. Emerîka û welatên din yên emperyalîst piştgiriya rêjîmên despotîk yên Rojhilatanavîn kiribûn û vebijêrkên demokratîk tasfiye kiribûn. Rêjîmên ku ji rê derketibûn bi piştgiriya welatên kapîtalîst li ser pêyan diman. Ti pirsgirêkeke mirovahiyê û herêmê nehatibû çareserkirin. Pirsgirêka Îsraîl û Filistînê jî kûrtir bûbû. Nijadperestî û olperestî jî bûbûn argumanên ku timî dihatin bikaranîn.
Gelek dewletan û rêxistinên îstîxbaratî piştgirî dan rêxistinên mîna DAIŞ’ê û hiştibûn ku xwe birêxistin bikin. Kesên mîna Erdogan ku ol û nijadperestî weke sermayekê bikardianîn timî têkilî bi rêxistinên mîna DAIŞ, El Qaîde û Birayên Misilman re pêşdixistin û piştgiriya wan dikirin. Kapîtalîzmê nikaribû utopya û rêyeke rizgariyê pêşkêşî mirovahiyê bike. Dewlet an jî partiyeke ku projeyeke Rojhilatanavîn ya demokratîk û pirr çandî pêşkêş bike nebû. Herêm di aliyê fikir de hatibû zuhakirin. Di derketina tevgerên mîna DAIŞ’ê de eşkereye ku para van hêmanan mezin e. DAIŞ’ê baweriya gelê misilman bikaranî û xwe birêxistin kir. Têgînên mîna xîlafetê di cîhana îslamê de bal dikişand.
Serketinên bi lez yên DAIŞ’ê û ragihandina xîlafetê hişt ku bibe hêzeke ku kes nikaribe xwe li ber bigre. Bi moralekî bilind bû navendeke ku bala cîhanê bikişîne. Li her deverê mîlîtan tevlî xwe kir. Welatên mîna Tirkiyê sînorên xwe vekirin û piştgirî dan. Rêber Apo DAIŞ weke JÎTEM a Rojhilatanavîn bi nav kir. DAIŞ çawa ku bi lez mezin bû bi heman rengî dijminên xwe jî zêdekir. Weke ku hemû cîhan xist dijberê xwe. Ji ber pala xwe nedida mirovahiyê û nirxên manewî. Hemû gel, ol û cudahî weke dijmin dît. Êrişî gelê Kurd yê bindest kir, komkujî li ser Êzidiyan pêk anî, dijminatî li Asûrî, Suryanî û komên Xiristiyanan kir. Bikaranîna jinan weke xenîmet, kolekirin û destdanîna ser mal û milkan hat asayî kirin. Herkes neçar kir ku jêre bîatê bikin.
DAIŞ’ê bi dijminatiya li mirovahiyê û bi tunehesibandina hemû nirxên dîrokî nikaribû zêde temenê xwe dirêj bike. Mirovahî nikaribû xwe di tarîtiyê de bifetisîne. Netewe dewletên heyî û polîtîkayên emperyalîst mercên derketina DAIŞ’ê afirandin lê êdî DAIŞ ji bo herkesî weke xetereyeke mezin li naverastê mabû. Pêwîstî bi hêzeke ku li dijî DAIŞ’ê liberxwe bide û pêşengiyê bike hebû. Ew hêz jî diviya ku hêzeke bingeha wê ya îdeolojîk xurt buya û pala xwe bida nirxên mirovahiyê. Ev hêz weke mîlîtanên ku bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo xwe bi gurçûpêç kirine derket holê. Em wan rojan bînin bîra xwe. Dema ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir bi hezaran pêşmerge reviyan. Gerîlayan berê xwe dan ew aliyên ku pêşmerge jê direvîn. Despêkê bi komeke gerîla destwerdan li Şengalê hat kirin. Gerîlayan pêşî li komkujiyeke mezin ya li ser gelê Êzidî girtin. Hewlêr dihat valakirin. Dîsa bi destwerdana gerîlayan rewş li başûr asayî bû. Li dijı êrişên DAIŞ’ê li Kobanê berxwedaneke dîrokî hat kirin. Tevî ku Tirkiyê bi her awayî piştigirî dikir lê DAIŞ şikest.
Di demên dawî yên berxwedana Kobanê de Emerîka û hêzên koalîsyonê jî tevli pêvajoyê bûn. Koalîsyonê dît ku hêzeke fedayî li ber xwe dide. Beriya wê ti hêz û dewletê baweriya ku wê li dijî DAIŞ’ê şer bike neda. Hêzeke wiha li holê tune bû. Hêza fedayî ya ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo teşe girtibû derfet da ku koalîsyon xwe komî ser hev bike û demê qezenc bike. Rêber Apo giringî dabû nirxên mirovahiyê û ala azadî û demokrasiyê bilindkiribû. Ji ber vê çendê bi hezaran jin herîkîn nava refên berxwedanê, Ereb, Kurd, Asûrî, Suryanî, Ermenî û komcivatên din dest dane hev. Hevdîtina demokratîk ya gelan pêk hatibû. Di encamê de DAIŞ têk çû. Gelên Sûriyê û mirovahî bi serket.
DAIŞ’ê êdî di aliyê îdolojîk de derbeke mezin xwariye. Mirovahiyê dît bê nûneriya tarîtiyeke çawa dike. Yên ku ji xîlafet û şerîetê yeqîn dikirin û hatin an mirin an jî kuştin. Hat dîtin ku li holê nûneriya edalet û nirxên mirovahiyê tuneye. DAIŞ êdî weke îdeolojîk jî pêşerojekê pêşkêş nake. Ger emperyalîst û dewletên herêmê çavên xwe li DAIŞ’ê negirin û derfetan nedin êdî wê pêşerojeke DAIŞ’ê nebe. Pêwîste heman nêzîkatiya li DAIŞ’ê li yên mîna Erdogan jî bê kirin ku xwedî heman zêhniyeta DAIŞ’ê ne. Heta yên mîna Erdogan hebin wê DAIŞ jî hebe û xeterî bi temamî ji holê ranabe.
Em hêzên şoreşger û demokratîk yên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan û berdelên mezin dan, silav dikin. Em Rêber Apo û kesên ku li ser rêya wî dimeşin pîroz dikin ku deriyên azadî û demokrasiyê li gelên Rojhilatan vekirin.





