Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê û armancên wê

22/02/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê û armancên wê
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydî

Şerê li dijî DAIŞ’ê bi dawî dibe. DAIŞ di warê leşkerî de têk çû lê neqediyaye. Ev mijareke ku kes nikare cûda nîqaş bike. Ji ber ku ew rastiyeke ji bo yên bixwazin bibînin û yên nebînin jî wê her kes mejbûr bimîne qebûl bike. Koalisyonek li dijî DAIŞ’ê hatibû avakirin. Ev koalisyon piştî vê pêngava têkbirina DAIŞ’ê ku bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk bû û bi desteka vê koalisyonê bû wê tevgera xwe çawa bike hîn nehatiye zelal kirin.

Dema em dibêjin DAIŞ têk çû lê neqediya em tenê behsa çeteyên ku li aliyê bakur-rojhilatê Sûriyê bûn nakin. Raste heta niha bi dehan belkî jî bi sedan şaneyên razayî hene. Ev şane bi reng û rêbazên cûda wê tevgera xwe bidomînin û her wiha gelek ji van şaneyan yek ser girêdayî dewleta Tirk in. Girêdana van şaneyên ku em behsa wan dikin û dibêjin ku girêdayî dewleta Tirk in tenê ne idia ye, lê belê bi dehan ji endamên van şaneyan ku hatine girtin li xwe mikur hatine.

Dîsa em werin ser erka koalisyona navdewletî ya li dijî DAIŞ, ev koalisyon li dijî kîjan DAIŞ’ê hatiye avakirin. Li dijî fikrên DAIŞ’î hatiye avakirin an li dijî çeteyên navên wan DAIŞ’e. Ger koalisyona navdewletî li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi navê wê be em dikarin bibêjin ku erka wê heta astekê bi dawî bûye. Lê ger em bala xwe bidin armanca ku ji bo wê hatiye avakirin em ê bibînin ku hîne armanca wê dûre ku pêk were.

Niha em berê xwe bidin herêmên din ên Sûriyê ku hatine dagirkirin û li wir navê fikrên DAIŞ’î cûda ne. Ev çete bi bend û dîsa di bin navê nûqteyên çavdêriyê ku di rastiya xwe de qereqolên dewleta Tirk in tên parastin. Çiqas ev çete bi navên cûda qaşilê xwe guhertibe jî ev kîne û çawa ne hemû cîhan jî vê rastiyê baş dizane û dîsa jî xeteriya van çeteyan dibîne. Em dîsa bi bîr bixin ku ev çeteyên ku dewleta Tirk reng û rûyê wan guhert di esasê xwe de Çeteyên DAIŞ’û bermahiyên wê, çeteyên Cebhet el-Nûsra (HTŞ) û bi taybet tevgera bi navê Hiras el-Dîn (dergevanên Olê) ku raste rast girêdayî El-Qaîde ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.