Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Guhertina Civakî

09/02/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tabûyên Civakî
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

 

Bingehên sazîbûna civakê, davên têkiliyên civakî pêk tînin û girêdayî vê, ji guhertina di nav van saziyên têkiliyên civakî diyar dikin de derdikeve holê re guhertina civakî tê gotin. Di nava civakekê de, huhertina di nava têkiliyên civakê, dan û standinên civakê û bingehên sazîbûna civakê de derdikeve holê guhertina civakî ye. Eva henê ji, tê wateya ji rewşa civak di têde ye ber bi çûna rewşeka dine. Civak tişteka zindî ye. Ew her tim di nava liv û bizavekê de ye. Ji ber wê guhertina civakî her tim çêdibe. Çand tê guhertin, sazîbûn tê guhertin, şiklê hilberîna aborî tê guhertin, têkiliyên civakî tên guhertin, girêdayî van hemiyan hizir, giyan û mejiyê civakê ji tê guhertin. Gelo çi dibe sedem heta guhertina civakî çêdibe? Sedemek jê pêşketin û zêdebûna zanistî ya di nava civakê de ye. Civak her kû diçe di warê zanistê de pêjve diçe, zanîna civakê zêde dibe, tiştên nû dikevin di nava jiyana civakê de. Ev ji bivê nevê guhertinê bi xwe re tîne. Ne tenê ev, herweha şer û afat ji guhertinê bi xwe re tînin.

Guhertin du alî dibe. Carna guhertin ber bi başî ve çêdibe, carinan ji berê guhertinê ber bi nebaşî ve diçe. Guhertin pêvajoyêke. Dema şer, nexweşî, yan ji afatên xwezayî çêdibin guhertina civakî di aliyê xirab de ye. Rewşa civakê di wê demê de dikeve di nava xeterekê de. Mînak penaberî, reva ji ber şer û nexweşiyan. Nexweşiya li serê Kurdên Êzidî hatî, guhertinek xirab êxist di wan de. Ew ji cih û warê xwe penaber bûn, mal û milkê wan hate talan kirin. Herweha Efrîniyan ji heman rewş jiya. Guhertineka bi darê zorê û di ware nebaş de di nava civaka Efrînê de çêbî. Ji rewşeka baş ketin rewşeka nebaştir de. Ev du mînakên di nava van salên dawî de li serê Kurdan hatîn, guhertina civakî ya di aliyê nebaş de ne. Dibe kû ev rewş carinan zêde dom ji neke, lêbelê bandoreka xirab li ser jiyana civakê dike. Dema guhertin ji rewşa heyî ber bi rewşeka baştir diçe ev pêvje çûne. Dema guhertin bi hemdê xwe pêk bê, di nava civakê de çi alozî çênabin. Ji ber kû bi awayekî sîstematîk pêk tê. Lêbelê dema guhertin ji nişka ve yan ji bi darê zorê çêdibe, alozî ji derdikevin. Weke du mînakên me li jor dayîn. Yan ji dema di nava civakekê de şoreşek pêk tê, sazîbûna civakê seranser tê guhertin. Ev ji têkiliyên civakê ji binî diguhere. Mînak Soreşa Frense, yan ji Soreşa Bolşewîkan. Ev şaqisiyekê têxe di nava civakê de. Ji ber kû ev guhertinek ji nişka ve ye. Civak heta hînî vê guhertinê dibe gelik caran dihiltepile.

Tiştên bandorê li ser guhertina civakî dikin pirrin. Girêdayî îqlîmê, afatên xwezayî yên weke lêhî, erdhej, şape, tofan bandorên fîzîkî ne. Pêjveçûnên zanistî û teknolojîk bandoreka mezin li ser guhertina civakî dikin. Mînak di nava van 30 salên dawî de mirovahî di ware zanist û teknolojiyê de gelik pêjve çû. Compûter, înternet, telefonên bi eqil guhertinên mezin êxistin di nava civakê de. Girêdayî vê teknolojiyê têkiliyên civakî ji hatin guhertin. Çand ji bandorê dike. Dema hizir û mejiyê mirovan tê guhertin girêdayî vê têkilî, nêzîk bûn û lebatên wan ji tên guhertin. Bandora aboriyê ji li ser guhertina civakî heye. Dema xela hebe, yan ji rewşa civakê ya aborî pirr baş be gor wê têkiliyên civakî ji tên guhertin. Herweha li gor demografiyê ji têkiliyên civakî tên guhertin. Dema şênî zêde yan ji kêm dibin, koçberî, xwendin, temen, zayend, zêdebûna bajaritiyê û hwd têkiliyên civakî diguhere.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.