Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Hahayên” Erdogan serê wî dixwin

09/02/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
“Hahayên” Erdogan serê wî dixwin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

“Ha ket ha wê bikeve” hevoka Erdogan a di qirika wî de bûye kelem, derûniyek wisa jê re ava kiriye ku êdî nikare ji bin bandora wê derkeve. Êdî di nav “Hahayên” xwe de maye û li ber rûyê dunyayê “ha û ha” bûye. Tişt balkêş di vê hevoka Erdogan de ew e ku; dema vê hevokê bikar tîne, wê çaxê berdevkiya hinek aliyan dike. Hemû aliyên ku berdevkiya wan jî dike teror, çete û sîstemên serdest in. Ji ber vê mewziya xwe ya çetetiyê em dibînin ku di pêvajoya aloziya Sûriyê de her sernûnerê çete û terorîstan e. Rûsya, Amerîka û hevalbendên wan vê rastiyê baş dizanin. Ji lewra jî dema ku li cihekî berê xwe didin hinek itîfaqan, Erdogan muxateb digirin û weke gerantor wî li bineya kaxezên peyman û itîfaqan dixin.

Bi biryara serokê Amerîka Trump a vekişîma ji Sûriyê re, dilê Erdoganê ku kevokên Pûtîn li herêmê difirandin şad bû. Dîsa nexweşiya “Hahayan” pê ket û êdî bi “ha derketin û ha wê kerkevin” re guhê cîhanê kerr kir. Mirov dibêje qey berdevkê fermî yê pentagon û koşka spî Erdogan e. Ji bo pêvajoya vekişînê jî, ji Amerîka û leşkerên wê zêdetir xwe amade dikir. Li paytextên cîhanê him bi xwe û him berdevkên wî digeriyan. Hêviya wan ew bû ku çawa li Idlibê kir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li aliyê rojhilatê Firatê bike. Ango dixwaze dagirkeriya ji xeta Cerablus heya Idlib û peravên Laziqiyê pêk hatiye, li aliyê dîtir ê çemê Firatê pêk bîne. Yanê xeta Mîsaqa Millî beriya sedsaliya komarê temam bike. Bi vî awayî jî wê bi maska dagirkeriya nerm û spî ji herêmên bakur rojavayê Sûriyê ve ber bi herêmên bakur rojhilatê Sûriyê ve biçe. Di xeta wî ya dagirkeriyê de parêzgehên Heleb, Reqa, Hesekê û Dêrazorê hene. Ger hepsar hîn jê re were sistkirin dê Hums, Hema û Laziqiyê jî bikiritîne. Perelelî van hêviyên li eniya Sûriyê, tevgereke wî ku dişibe wê li Îraq û herêma Başûrê Kurdistanê pêk tê. Li wir jî dixwaze xeta digihe Şengalê ku Mûsil, Kerkûk û tevahî bajarên herêma Kurdistanê di nav de ne, heya sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xesib bike.

Erdogan ji bo ku van herdu xetan realîst bike û li ser erdê beriya 2023an pratîze bike, koas li herêmê derxistiye û welatên herêmê û civaka Tirkiyê serûbin hev kiriye. Ji ber van xeyalên xwe yên mezin bi rêbaz û amûrên êrişî gelan dike. Gefan li cîhanê dixw û şaneyên terorîzma razayî li Asyaya Navîn, Afrîq, Rojhilata Navîn, Ewrûpa û heya Amerîka Latîn were ava dike. Li Sûriyê DAIŞ û hemtayên wê nola Elnusra tîmar kiriye. Li Lîbyayê DAIŞ e. Li Misr û Sûdanê  Îxwan Elmislimîn e. Bi riya şaneyên Elqayîde gefan li Ewrûpa dixwe û gelê wê bi teqînan dikuje. Mudexeleyî Vênzwêla kiriye û sîstema desthilatdar a Madoro diparêze. Ji ber hilma xwe ya destpotîzmê niha jî li Sûriyê berê xwe daye desthilatdariya Esaad. Girûpên çete yên pişta xwe pê germ kirine, çawa bi her civîneke Astana û Sûtşî re qismek difirot, hîcar bîlcumle anîne ber firotinê. Ji bo van azweriyan pêk bîne, bi “Hahayan” siyaseta dagirkeriya nerm û spî pêk tîne. Ango ha li vir firot û ha li wir kirî pirsgirêk ne pêvanên exlaqî û aşîtiya gelan e. armanca wî têkbirina hevgirtina gelan, nirxên demokrasiyê û avakirina desthiladariya mutleq a osmancîtiya nûjen e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.