Ezîz KOYLUOGLÛ
Gotin xweşe, lê emel reş e. Yekîtiya gelê Kurd êdî ne mijarekî nîqaşêye. Gelê Kurd di her warî de yekîtiya xwe çêkiriye. Yên nabin yek yan jî di çarçoveya stratejiyekî netewî de nabin yek, partiyên siyasî yên Kurdin. Ev jî hinek ji çawatiya çêbûna partiyên Kurd yên siyasî ve têkildare. Pirraniya partiyên siyasî yên Kurd xwe li ser şer avakirine û xwe xwedanê Kurdistan giştî dibînin. Dîsa gelek partî jî, ji aliyê dagirkerên Kurdistanê de hatine avakirin û li gorî siyaseta wan tevdigerin. Ev jî rê nade di nava partiyên Kurd de nêzîkbûneke giştî çêbibe.
Li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şoreşê heta niha ev mijarek giştî ya Kurdane. Gelê Kurd her dem bang li partiyên siyasî dikin ku, di çarçoveya stratejiyeke netewî de yekîtiya xwe çêbikin. Lê bersiva partiyên siyasî yên Kurd ji bo gel, yek yekî din tewanbar kirin bûn. Di mijara tewanbarkirinê de partiyên Kurd pirr kêrhatîne. Lewra, kêrnehatinên xwe bi hebûna yên din îzah kirinê li ser wan re nîne. Lê êdî gelê Kurd vê siyaseta partiyên siyasî ji bo xwe biçûkxistin dibîne. Qebûl nake ku siyaseta wiha tu berjewendiyên wan têde tineye, li ser wan bê ferz kirin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK-Rojava) ev demeke ji bo siyasetek hevbeş dinava partiyên siyasî Kurd de bide avakirin, xebatek hêja dimeşîne. Min bi xwe gelek qîmet da vê hewldana KNK-Rojava. Lewra xapandinek li Rojavayê Kurdistan ji aliyên partiyên siyasî yên girêdayî PDK’ê ve heye. Dibêjin ‘rêveberiya herêmê nahêle em siyasetê bikin.’ Ev xepandin heta niha jî didomiya. Lê xuya ye ku êdî wê dewam neke.
Dema KNK-Rojava dest bi hewldana xwe ya ji bo nêzîkkirina partiyên siyasî kir, bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Bi taybetî bang li rêveberiya xweser kir ku rêbide partiyên siyasî yên destûra kar negirtine jî navendê xwe vebikin, rêveberiya xweser ev bang bierênî pêşwazî kir. Hinek gal gal hebûn ku ‘girtiyên siyasî hene.’ Lê di dema dawî de hate famkirin ku, ev tenê propagandaye û kesên bi vî rengî tinene.
Niha li Rojava ji bo partiyên siyasî yên Kurd hewayek siyasî pirr nerm çêbuye. Lê xuya ye tê xwestin ku ev hewaya nerm dîsa xerab bikin. Partiyên girêdayî PDK’ê ev demeke li başûrê Kurdistan, li ser vê hewldana KNK-Rojava bi rayadarên PDK’ê re nîqaşan dikin. Gelo wê çi bikin? Ez bawerim wan partiyan jî vê pirsê ji xwe dikin. Lewra heta niha helwestên nîşan didin nebaş e.
Bi taybet civîna di navbera Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Desteya Bilind a Opozisyona Sûriye ya ji Nesir Herîrî, Ebdul Cebar Egêdî, Îbrahîm Biro, Hewas Egîd, Riyaz Hebûş û Qasib Xetîb pêk dihat, di demek wiha de rewşekî sosret bû. Ev kêsên ku li Efrînê komkujiyan dikin, gelê Kurd di komkujiyan derbas dikin û wan naçarî koçberiyê dikin re hevdîtinek wiha, wek bersiva banga KNK-Rojava ya yekîtiya partiyên siyasî yên Kurd min xwend.
Ev hevdîtin ji bo PDK’ê û partiyên bi ser wê wek rûreşiyekî bû. Serokê PDK’ê bi wan çeteyan re rûdinê, dagirkeriya Efrîn erê dike û bi helwestek sosret piştgiriya komkujiya Kurdan li Efrîn dike.
Li vir jî xuya bû, armanca wan partiyan ne li Rojava siyaset kirin yan jî nekirine. Yan jî navendê wan vekirî be, nevekirî be. Bi dagirkerên Kurd re hevkarî û piştgiriya komkujên gelê Kurd ji bo xwe kirine armanc. Lê partiyên xwe nêzîkî siyaseta PDKê dibînin ne wiha ne. Ji bo wê jî mirov nikare hemû partiyan jî tewanbar bike. Ev partiyên ku vê helwesta bi dagirkerên Efrînê re rûniştin qebûl nakin, divê helwestek netewî nîşan bidin. Herî kêm bersivek erênî bidin banga KNK-Rojava.
Li Rojava ji bo yekîtiya partiyên siyasî herî kêm di çarçoveya stratejiyek netewî, helwesta lihemberî Efrînê diyarkire. Ne tenê ji partiyên li Rojava, ji bo partiyên çar perçeyên Kurdistanê wek pîvanek netewî û exlaqiye.





