Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Stratejiya HDP’ê serkeftina demokrasiyê ye

04/02/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Stratejiya HDP’ê serkeftina demokrasiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Tayîp TEMEL

Ev demeke hemû derdorên siyasî helwesta HDPê di nirxînin û niqaş dikin. HDP bi hemleyekî stratejik cardin lîstika hemû derdoran xirabkir.

Piştê hilbijartina 7’ê Hezîranê hikûmeta AKPê bi rik û hêrsekî mezin, ji ber serkeftina demokrasiyê HDP berpirsiyar girt û êrişê HDP’ê kir. Armanca AKPê ew bû ku di demekî kurd de, HDPê û dînamikên demokratîk têk bibe. Ji bo vê armancê jî hemû rêbazên şerên taybet xiste dewreyê, ji desteserkirina şarederiya heya darbeya li hemberî parlamenterên kurd her celeb êriş pêkanî. Lê niha cardin derkete holê ku HDP wekî hêzekî sereke li ser piya ye û bi hebûna xwe bandorek diyarker li ser siyaseta Tirkiyeyê dike. Lewma neçarin ku bê HDP’iyan be jî hêza HDP’ê niqaş dikin.

Ji ber ku têkiliya HDP û demokrasiyê têkiliyek ji texmînan neziktir û mezintir e. Heya ku dînamîkên demokratîk hebin dê HDP wekî hêzekî sereke hebûna xwe bidomîne. Heya ku HDP hebe dê demokrasî li vê welatê bijî. Ev têkilî têkiliyek bi vê rengê ye.

Di vê warê de mirov dikare bêje heya ku ev têkilî neyê fêmkirin stratejiya HDPê ya hilbijartinê jî nayê fêmkirin.  Stratejiya HDPê teqez liser serkeftin û serkeftinê ye. Ev serkeftin serkeftina gel e, serkeftina demokrasiyê. HDP di vê warê de neçare ku rola xwe ya pêşengiya demokrasiyê bilizî, bi cîh bîne. Ji bo ku têkçûna kayuman mayinde bibe divê li Rojavayê Tirkiyeyê demokrasî bi pêş bikeve. Lewma divê kes helwesta HDPê wekî piştgirîdayîna filan partiyê, bêvan derdorê bi nav neke. Ev piştgiriya demokrasiyê ye. Derdê HDPê serkeftin an jî têkçûna tû partiyê nîne. Derdê HDPê bêgûman serdestiya demokrasiyê ye. Di vê warê de helwesta HDPê, partiyên din ên muxalîf jî diguhirîne. Hin namzetên demokratîk ku li Rojavayê Tirkiyeyê ji aliyê partiyên muxalîf ve hatine nîşandayin serkeftina HDPê ye.

Di vê warê de rexneyên ku li hemberî partiyên muxalîf ên wekî CHPê tên kirin watedar in, di cîh de ne. Tevgera kurd ji destpêkê heya roja îro rol û misyona siyaseta Kemalîst ya derbarê pirgsirêka kurd de wekî rastiyek dîrokî diyarkir û anî ziman. Helwesta HDPê nayê wateya parastina tu partiyên pergalê. Têkiliya ku di çeçroveya vê stratejiyê de tê li darxistin têkiliyek demî ye. Niha herkes ji ber vê hêza faşîst ya AKP-MHPê bêzar e û lewma her partiyek siyasî ya mûxalîf divê vê yekê ji xwe re bike mesele.

Ev mesele jî ji bo partiyek wekî HDPê meseleyek sereke ye. HDP nikare bêje pirsgirêka demokrasiyê min eleqeder nake. Ger ku demokrasî hebûya, parlamenterên me nedihatin girtin, evqas însanê me îro di girtîgehan de nedibûn, şarederiyên me nedihatin desteserkirin, barajên kurdan nedihatin wêrankirin. Parastina nirxên gelê me jî girêdayê serkeftina demokrasiyê ye.

Niha her derdor vê rola HDPê kêm-zêde dizane. AKP dema ku bixwaze peyama demokratikbû bide civakê xwe bi HDP û tevgera kurd re di nav têkiliyê de dide nîşan. Mesela di demên dawî de mina ku têkiliya wan bi HDP’ê re hebe didin nişan. Çima? Ji ber ku dixwazin hêviya demokrasiyê bidin civakê. Dizanin ku vê yekê jî tenê dikarin bi riya HDP’ê bidin. Têkiliya bi birêz Ocalan re bidin. Di heman demê de CHP û HDPê jî linç dikin. Çima? Dizanin ku heza bi HDP’ê re di nav têkiliyê de dê biguhire, demokrat bibe û dê bi vê yekê jî demokrashi bi pêş bikeve. Lewma ji vê yekê evqas ditirsin. Lê bila bitirsin. Dema wan a têkçûnê hatiye û dê çuyina wan ji destê siyaseta demokratîk be. Dê di nav demekî kurd de bê dîtin ku Tirkiye bi saya serê vê stratejiya HDPê ji vê faşizmê rizgar bibe. Dê demokrasî bi ser bikeve.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.