Hozan Seyîdxan
Çima dewleta dagirker ya tirk ji Kurdan ditirse. Çima hewqasî har û dîn dibe? Gelo di welatê kurdan de tu dever mane ku nehatine bombekirin. Kê dîtiye û kê bînaye ku goristan hatine bombebarankirin. Kêlê ber serê miriyan hatine şikandin. Belê ev kiryarên derî mirovayetî yê dewleta tirk in. Ji ber ku kurd û çanda wî ya ku rayê wê û koka wê digihêje kurahiya dîrokê, îro bi hemû heybeta xwe pêşengtiyê ji gelanre dike. Axa pîroz ya Rojhilata Navîn ber bi bûhiştê ve dibe. Kê gotibe rast gotiye, dewleta Tirk dijminê mirovatiyê, Olê, wijdanê û demokrasiyê ye.
Rejima AKP û MHP’ê ya faşist û dagirker serdem û kêliyên xwe yê dîrokî yê herî zeyîf dijî. Ji ber ku li Rojava têk çû. Li Sûriyê deverên wek Efrînê, Şehbayê, gelê van deveran li dijî dagirkeriya AKP’ê û çeteyên wan li ser piyaye û li ber xwe didin.
Gelê Rojava bi berxwedana xwe derbeyek ku qet wê neyê jibîrkirin li rejima Erdoxan xist. Ji ber van sedeman har û dîn dibe. Weke gurê dev bi xwîn êrîşî her kesî dike. Mirovan dikuje, digire û davêje girtîgehan, wan ji cî û deverên wan vediqetîne, bi navê kurd li ku liv û tevger hebe bi barbarî êrîşî wir dike.
Hemû kes dizane ku dewleta tirk li Sûriyê hêzeke dagirkere û li wir sûcên mezin yê şer pêk anîn e. Yê ku li ber çavê dinyayê Ezaz, El bab, Cerablûs û Efrîn dagirkir û gelê van deveran di qirkirinan re derbaskir, mal û zeviyên van deveran şewitandin dewleta tirk e. Ango rejima Erdoxane.
Rejima faşist ya AKP’ê û MHP’ê ji bo ku emrê xwe dirêj bike, destkeftiyên kurdan dike hedef û dixe menzîla xwe û bi dewletên emperyalist yên hegamonîk re şantaj û bazaran dike. Ji vê egerê jî diyar dibe ku hilweşandin û binketina rejima AKP’ê ya dagirker ne dûre.
Gelê kurd ji bo ku destkeftiyên xwe biparêze li hemû qadan têdikoşe. Îro hemû mirovên xwedî wijdan li kêleka tekoşîna rewa ya gelê kurdin. Îro li gel pêşketinên piralî, rewşa herî girîng û guncav çalakiyên xwe birçîhiştinê yên bê wext û bêdorveger e. Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdê û dahatuyek azad bedena xwe ji mirinê re razand. Bi sedan dîlên şer û mirovê dilpak ketin doza azadkirina hemû nirxên azadiyê.
Xwedî li Leyla Guven û hemû qehremanên di çalakiyê de ne derketin erkekî mirovan yê wijdanî, însanî û exlaqî ye.Tecrîda ku sûcek herî mezin yê li dijî mirovatiyê ye, pêwiste li dijî vê tecrîdê tekoşîn hê mezintir bibe. Ev tekoşîna mezin heman demê de misogerkirina azadî, aşitî û demokrasiyê ye.
Lewma, pêwiste zutirîn roj pêşî li vî şerê qirêj bê girtin û guh bidin, qîrina Leyla û hemû çalakvanan. Kesek nikare guhê xwe, çavê xwe û dilê xwe li hemberê qîrîna dîlên azadiyê bigire. Ji ber ku, ew ji bo azadiya Rêber Apo û hemû dîlên girtî ji bo hemû nirxên kurdan bi azadî bijîn ketin vê riya pîroz.
Faşizma AKP’ê ji berxwedana Leyla Guven û qehremanên di çalakiyê de ne ditirse. Loma êrîşî herkesî dike. Ji ber ku li dijî zilm û zora dewleta AKP’ê berxwedanek dîrokî ya bê hempa tê birêvebirin. Di dîroka tekoşîna azadiyê de şoreşgerên pêşeng, qehremanan bi berxwedanê rastî mîsogerkirine. Mirovatiyê re kirin mal. “Berxwedan Jiyane, xwesîparî îxanete.” Ev şîara lehengane, rê ya çalakiya Leyla Guven û berxwedêran ronî kiri ye. Ji ber ku hemû rê yên serkeftinê di vê şiarê re derbas dibin.





