Medeni FERHO
Dîrok neynik e, ev rastiyek e, cîhan jî, ji vê rastiyê dûr, di riyek ji nasnameya ademiyetê dûr de dimeşê.
Çend deh sali in Kurd, rastiya cîhanê diqîrin. Cîhan kerr bûye, dengê Kurdan nabihîze, balkêş e, di neynika dîrokê de jî nabîne…
Greva birçîbûna lehengên Kurd, tixubê vijdan derbas kiriye. Hemberî ku “aqil û vijdanê” cîhanê, xelatgîrên Nobelê, kesayetên payebilind rastî dengê xw ebilind kirin û gotin: Kilîda diyalektîka jiyanê, Kurd in. Lê cîhana kerr û kor, lîstikên teatral dewam kir.
Ji serdema Kyros, Dariusê Medî û Daniel Pêxember û vir ve, mirovahî deyndarê Kurdan e. Kurdan, Qudus ji dagirkeriya NABU’yên Asurî risgar kir û ji nû de ava kirin. Kurdan, ji wê serdemê û heta Îsraîl hate avakirin, Cihuyên di nava xwe de, weke xwe dîtin û parastin. Suryanî, (ji bilî qirkirina Ittihadiyan) weke xwe dîtin û parastin.
Di şerê xaçparêziyê de, Selahaddîn-î Eyyubî êrîşî Frengîstanê ne kir. Quts stand, lê nirx û pîroziyên hemû gelan parastin. Dantê, Selahaddîn, di dojeha xwe de li ”arafê” danî.
Îro, di “serdema teknolojiya pêşketî de”, çeteyên DAIŞê êrîşî nirx û pîroziyên mirovahiyê kirin. Kurdan, ne li ser banga tu hêzan, bi îradeya xwe û paradîgmeya sedsalê, li dijî dijminên mirovahiyê têkoşîn kirin.
Em, bi ruhê pêşketin û bûyerên dîrokî dewam dikin: Tirkiyê, li gorî qanunên xwe yên faşîzan, PKKe, wek terorîst bi nav kir. Cîhanê jî, bi rûreşiyek mezin, li gorî daxwaza Tirkiyê, PKKe, di lîsteya terorîst de bi cih kir. Gelo pîvanên mirovahiyê qanunên Tirkiyê ne? Gelo PKKê, li kîjan welatê cîhanê li dijî nirxên mirovahiyê çalekiyek pêkanîye?
Tirkiyê got, siyaseta li deştê; Kurdan, di siyaseta deştê de partî ava kirin, di hilbijartinan de serketin. Lê Tirkiyê, hem partî, hem parlamenter, hem şaredar girtin, îradeya gel qebûl nekir, “qeyum”ên xespkar erkdar kirin. Tirkiyê qanunên xwe, Desturnameya xwe bin pê kirin. Cîhanê, demokrasî, hiquq, parlamenterîzm ne parastin.
Rêveberiya xweser jî, ne li dijî hiquq û qanunan bû. Lê faşîzma Îttîhadî, sed behane derxiste holê, 8 bajar kafûkûn kirin. Lê vîjdanê raya giştî bêdeng ma. Saziya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, otopsiya Mînesota jî, ji bo Kurdên di jêrzemînan de hatin şewitandin, ne kire pratîkê…
Kurdan statuqoya Iraq, Suriye, Iran û Tirkiyê xera nekirin, li ser cografya xwe, mafên xwe yên rewa û demokratîk bi “îdeolojiyek cûda” xwestin. Îdeolojiyên cûda, li tevahiya cîhanê hene, di parlamentoyan de xwedî nunertî ne. Dema ku mijar dibe Kurd; li cîhanê, doktrînek, nirxandinek, dîtinek civakî-sosyal û polîtîqeyek rast dernakevê holê.
Kurd, 20 sal in, ji tecrîdê rizgar nebun. Dawî bi zimanê bedenê axivîn û bi pêşengiya Leyla Guwen çalekiya greva birçîbûnê dane dest pê kirin. Zimanê bedenê, kilîda diyalektîkê ye, çar gotin in; lêgerîna mafan, di mirina bêdeng de…
Berdana Leyla Guwen jî, mecburiyet bû, lê tecrîd dewam dike. Dengê bêdengiyê jî dewam dike, li kolan, parlamento û di atlasê mêjiyên şiyar de olan vedide.
Cîhan di serdema şerê duyemîn yê cîhanê de dijî: Ev sahih e!… Wek ku nasyonalîzma Elmanya-destiniya serdemê destnîşan kir; îro jî, dewşîrmeyên Îttîhadî dixwazin destîniya cîhanê destnîşan bikin.
Hişmendî û şaristanî, her dem di cografya xwe de pêşketiye. Lê hişmendiya Turk-î îslam ya Îttîhadî, ji ber ku ne xwedî cogrfaya ye, mixabin tekamul nebûye. Di nava tirsek “abad” de, êrîşan dike, inkar dike, wêran dike.
Kurd, qebûl nakin û ew ê faşîzma serdemê têk bibin.





