Zekî BEDRAN
Dewleta Tirk ji bo gelê Kurd buye makîneyeke şer. Bi taybetî êrîşên topyekun yên ku piştî Tîrmeha 2015’an destpêkir her çû berbelav û kûr bûn. Plana qirkirinê a ku rojane bibû weke “plana çokdanînê” bi nav kiribûn. Li gorî vê planê êrîşan ji Kerkûkê heya Efrînê, ji Sûrê heya Cizîrê bê navber berdewam kir. Hewldan ku qirkirina Kurd di sedsala 21’ê de bi navê terorê dewam bikin. Her tiştên Kurdan bi terorê hat bi navkirin. Hebûn û mafên Kurdan hat înkarkirin. Di polîtîkaya înkar û îmhayê ya sedsalî de ti guherîn nehatkirin û qadên pêkanîna vê yekê jî fireh kirin. Çar parçeyên Kurdistanê bûn mijara vê înkar û îmhayê.
Li cihên weke Sûr û Cizîrê bi sedan sivîl kuştin. Li Efrînê bi sedan sivîl bi bombebaranê hatin qetilkirin. Bi salane başûrê Kurdistanê tê bombebarankirin. Di demên dawiyê de li derdora Amediyê zêdeyî 20 sivîl bi balafiran hatin kuştin. Dewleta Tirk kuştina sivîlekî jî qebûl nekir. Weke sembolîk lêborîn jî nexwest. Ev tê çi wateyê? Kurdan ji mirovan nahesibînin. Ji bêdengiya cîhanê jî cesaretê digirin. Tifaqên Kurdan yên cidî tune ye ji ber wê jî kes pirsgirêkên wan nabe dezgeheke navneteweyî. Nijadperestên Tirk çi dikin li hemberî xwe helwestekê nabînin.
Herî dawî di bombebarana li herêma Şeladizê de dîsa sivîl hatin kuştin. Gelê herêmê di dawiyê de teqiya kû ket nava tevgerê. Gel avêt ser baregeheke leşkerên Tirk hinek wesayîtên dagirkeran şewitandin. Hêrsa gel mezin bû. Herdem bombebarana balafiran êdî gel bêzar kiribû. Gel wê ji zûde rabuya ser piyan. Çanda berxwedanê, welatparêzî û zanebûna siyasî ya gelê Kurd di asteke bilind de ye. Hêzên mîna PDK’ê herdem hewldan gel bê bandor bikin. Bê rêxistinbûna gel jî cesaret dida PDK’ê. Ragihandina PDK’ê li şûna berê hêrsa gel bide ser dijminên dagirker, lê hewldan ku berê hêrsa gel bidin ser PKK’ê. Bi propagandaya “PKK nebe dewleta Tirk êrîş nake” xwestin rastiyan berevajî bikin. Çi karê dagirker û mêtingeran li Kurdistanê heye, kî mafê êrîşê daye wan? Li şûna ku vê pirsê bikin û gel bixin nava tevgerê, destpêkirin hêzên Kurdistanî sûcdar kirin.
Piştî Saddam herî zêde Erdogan heqaret li PDK’ê kir û ew piçûk xist. Lê bi yek gotinekê jî nikaribûn bersivê bidin Erdogan. Heqareteke mezin li gelê Kurd hat kirin û piçûk hat xistin. Faşîstên Tirk herdem Kurdên ku li ber xwe didin weke terorîst dibîne. Niha jî PKK’ê timî wiha bi nav dikin. Ma PDK û Barzaniyan terorîst bûn ku Erdogan ewqas heqaret li wan kir û gef li wan xwar? Ma Kerkûk di destê PKK’ê de bû dewleta Tirk ji bo ji destê Kurdan derxe eskerên xwe bir ser sînor û li dijî wê tifaq pêşxist? Ma bi sedhezaran Efrîniyên ku ji cih û warên wan derxistin hemû PKK’yî bûn?
Dema ku gelê Şeladizê komkujiyên wan protesto kir dîsa karê ku herî baş dizanibûn kuştin xistin dewrê. Li şûna ku lêborîna xwe bixwazin berê lûleyên xwe dan ser wan. Zarokekî 12 salî qetilkirin. Daxuyaniya Erdogan ya di derbarê buyerê de daxuyaniyeke ku layîqî nijadperestekî bû. Got, “Me balafirên xwe rakirin û ew ji hev belavkirin.” Erê, hem ji nişkave balafirên xwe rakirin ser gel, derdor bombebarankirin û xwestin çavên gel bitirsînin. Erdogan û koma wî li dijî Kurdan tenê bi zimanê şîdetê diaxivin. Di heman axaftinê de dîsa gefa komkujî û dagirkirinê li Kurdên rojava xwar. Ji bo ku van armancên xwe pêk bînin bi Emerîka û Rûsyayê re bazariyên xwe dewam dikin.
Rêya herî bi bandor ya li dijî dagirkeriyê û faşîzmê berxwedan û rêxistinbûna gel e. Gelê başûr bersiva herî bi bandor da faşîzma Tirk. Pêwîste ev yek li hemû başûr û parçeyên din yên Kurdistanê jî bê berbelavkirin. Tenê hêza ku dagirkeran rawestîne, lîstik û propagandayên wan yên reşkirinê pûç bike berxwedan û çalakiyên demokratîk yên gel e. Pêwîste rewşebîr, partî, hunermend, xebatkarên ragihandinê û welatparêz bibin yek ji bo Kurdistanê û azadiya gel têkoşînê bilind bikin. dem ew deme ku hewesên dagirkerên faşîst di ber wan de bê hiştin.





