Avesta AMARGÎ
Dewleta tirk di 20 Çileya 2018’an de, bi çeteyên ku perwerde kiribûn û di hembêza xwe de xwedî dikirin, êrîşî Efrînê kirin. Dewleta tirk, bi tehdîd, gefxwarinan êrîşa ku pêk anî weke hebûn û tûnebûna xwe danî bû holê. Pîlan kiribû wê Efrînê di 3 roj an jî herî zêde hefteyekî de bikeve Efrînê. Ev pîlana dagirkeriyê ya dewleta tirk, lê li hemberî xwe şervanên ku bi sonda parastina welat û gelê xwe tekoşîn dikirin dîtin. Di berxwedana serdemê de bi sedan keç û xurtên hêj û leheng canê xwe feda kirin. Van keç û xurtên xwediyê vînek mezin û heskirinek giranbuha bi berxwedana xwe, xewn û xeyalên dewleta tirk ya ku digot ez di sê rojan de bikevim Efrînê, di qirika wan de hiştin. Berxwedana ku 58 rojan ajot, hêjayî bihîstin, xwendin, guhdarkirin û temaşekirinê bûn. Çîroka Avesta, Barîn, Amargî, îlan, polat û Rohende û Karkeran tenê çend ji wan bûn.
Belê Şervana lêgerînvan û parêzvana welatê xwe Avesta, di 27 Çile de, ango piştî hefteyek di ser berxwedana serdemê re derbas bû, bi çalakiya xwe ya fedaiyane, berê hemû raya giştî û Kurdistaniyan zivirand ser Efrînê. Dewleta tirk, ya ku digot ez sê roj an jî hefteyek bikevim Efrînê Avesta di roja heftemîn de bersiv da dewleta tirk, Erdogan û bi çalakiya xwe ev peyam da; Em jinên Kurd, jinên zanebûyî ne, em xwe ji dîroka xwe ya paşerojê ava dikin û em dibin xwediyê çalakiya pêşerojê. Avesta Xabûr, di hevpeyvînek xwe de wiha behsa bandora tekoşîna jinên şoreşger li ser xwe dike û wiha dibêje; “Min çîroka gelek jinên şerker bihîst. Ev çîrok hinek li welatê min û hinek dûrî welatên min hatibûn jiyan kirin. Lê di encamê de heqîqeta wan jinên berxwedêr bandorekî mezin li ser min dida çêkirin. Bi taybet ez her birçiyê felsefe û fikra Rêber Apo ku pêşkêşî me jinên Kurd kiriye, bûm. Min bawer dikir ger ez xwe bi vê felsefe û birdoziyê re ava bikim, ezê bibim xwediyê jiyanek mezin û çalakiyek bi wate.”
Rastiya Avesta, di bin banê jiyanek bi tekoşîn û azadiyê tê bi dest xistin de kom bûbû. Piştî çalakiya Avesta, hevrêyên Avesta îlan, Polat û bi sedan rêhevalên hêja li hemberî mêjiyê tirkperest, ku fermana qirkirina Kurdan dabû çeteyan û eskerên xwe, berxwedanek lehengî pêşxistin û her yek ji wan bûn abîdeyên azadiyê. Çalakiya Avesta, li ser tevahî şervan û fermandarên YPJ’ê bi awayekî bi bandor, tesîra xwe çêkir. Şopdarên Avesta, bi biryardariyek mezin 58 rojan berxwedanek muazem bi pêşxistin. Min di ev sala derbas bûyî de bi sedan şervanên YPJ’ê yên ku navê Avesta li xwe kirin dîtin. Avesta, ala berxwedanê li peyî dewrî bi hezaran jinên tekoşer kir. Dîsa min bi dehan şervanên ku bi Avesta re jiyan kirin dîtin. Pirsa min dest pê kê ji wan kiriye ev bû, Avesta xwediyê kesayetek çawa bû. Hemû şervanan hema bêje heman bersiv dane min û bi cewherî bersiva wan dikarim wiha bi lêv bikim.;”însanên ku xwediyê çalakiyên, mezin bin, însanên ku bi ruh û can girêdayî doza xwe ne. Heval Avesta di her kêliya jiyanê de, di her nêzîkatiya xwe hevaltiyê de, di her têkiliya xwe ya bi rêhevalek xwe ya jin re dida nîşandan ku çiqas bi doza xwe ve girêdayî ye.” Rastiya Avesta xwe li ser vê bingehê saz kir ta ku di berxwedana serdemê de bû xwediyê çalakiyek wiha mezin. Îro navê Avesta di dilê bi hezaran kesî de hatiye nivîsandin, bi Efrîna rengîn re bûye rêheval, bûye ala azadiyê ya ku her tim li Ezîmanên Efrînê, li ba dibe. Rêheval Avesta bi vê çalakiya xwe bû remza berxwedan û rûmeta gelê xwe.





