Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Careke Din Peymana Edenê

28/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Careke Din Peymana Edenê
Share on FacebookShare on Twitter

Burhan ERDEM

Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn, di hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re de, rêyek din ber bi Enqerê xist. Ev rê jî rêya bi awayekî rasterast danîna têkeliyên diplomatik ên bi Rejîma Şamê re bû. Ji bo vê yekê jî mînaka tevgerîna dema îmzekirina Peymana Edeneyê anî bîra rayedarên Tirk.  Ev peyman di 20 Cotmeha sala 1988an de hatibû îmzekirin. Di daxuyaniyên xwe yên vegera ji Moskovayê de, Erdogan ji rojnamevanên xwe re dabû zanîn ku bi Pûtîn re bi berfirehî li ser paymana Edeneyê Axivîne. Ango ew ji hevdîtina bi Esad re vekirî ne.

Siyaseta li ser înkara Kurdan a van dewletan a bi vê peymana Enqereyê şirîkatiyeke mezin a li ser astengkirina tevgera Kurd bi xwe re anîbû. Lewra li gorî vê peymanê Sûriyeyê qebûl dikir ku ewê ji PKKê re bêje terorîst û faaliyetên wê asteng bike. Ev başbûna Têkeliyên Tirkiye û Sûriyeyê bi destpêka komploya navneteweyî re xwe nîşan dabû. Li gorî wê peymanê wê Sûrî careke din cih nedaba Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Jixwe bingeha peymanê jî li ser derxistina wî ya ji Sûriyeyê hatibû avakirin.

Piştî vê peymanê tişteke din a ku ev herdu welat tevî Îranê anîbû cem hev, bi destwedana DYAyê ya Iraqê re, peydabûna îhtimala avakirina dewleteke Kurdan a li Başûr bû. Tirkiyeyê welatên cîranên Iraqê civandibû û ev her sê dewletan li vê civînê, dabên zanîn ku ewê li dijî dewleta kurdan derkevin. Hingê Tirkiyeyê Serokê Sûrî gelekî populer kiribû.

Ji bo başkirina vê têkeliya li ser astengkirina tevgera Kurd, Serokwezîrê hingê yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2003yan de ji bo serdaneke fermî çûbû Suriyeyê. Erdogan, beriya Beşar Esad bi Serokwezîrê Suriye Muhammed Nacî Otrî re rûniştibû. Hingê di çapemeniya Tirkiyeyê de peymaneke herdû serokwezîran hatibû nivîsandin. Li gorî vê peymanê, herdu dewletan di serî de astengkirina PKKê û dewletbûna kurdan a li Iraqê, li ser hin mijarên herêmî ku her du welatan aleqedar dikin, li hevdû kiribûn. Erdogan di berdêla astengkirina tevgera azadiya kurd de, ava Dîcle û Firatê û bazirganiya serbest dabû Esad.

Lê hînê beriya vê gera Erdogan başbûna têkeliyên di rojevê de bû û li ser astengkirina tevgera Kurd şirîkatiyekê destpêkiribû. Esad di rojên pêşîn ê 2003 yan de derketibû gera Tirkiyeyê. Jixwe beriya biçe Tirkiyeyê, Sûriyeyê birek endamên tevgera azadiyê teslîmî Tirkiyeyê kiribû û têkeliyên aborî û siyasî başkiribûn. Heta wisa baş bûbûn ku di sala 2010 an de, Peymana Edeneyê ya ji bo sê salan bû, hatibû nûkirin. Tirkiye bi vê peymanê dikarîbû êdî li nava axa Sûriyeyê operasyonên leşkerî li dar bixe. Heta destpêka şerê navxweyî yê li Sûrî, ev têkelî her baş bûbûn.

Pûtîn ji Erdogan re got; ew dikarin careke din vê têkeliyê baş bikin. Lewra di wê peymana Edeneyê de ew xala Tirkiye dikare bikeve nav axa Sûriyeyê hebû. Herî hindik 5 km, herî zêde jî 15 km, ji sînorê nxwe derbas bike û bikeve nav axa Sûrî. Ev yek jî girêdayî erêkirina serokdewlet Esad bû. Ji ber vê xalê ye ku Erdogan piştî gera xwe ya Moskovayê, ji çapemeniya xwe re got, wan pêwistî bi vê Peymana Edenê heye.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.