Tayip TEMEL
Di rojeva me de gelen mijarên girîng cih digirin. Lê divê em van mijaran li gorî pewistiyê ji hev veqetînin û çarçoveya wan baş bihûnin. Li vir tişta girîng ew e ku em bikaribin çend rojeva di nav her de û bi her re bimeşînin. Niha rojevên herî girîng ji bo gelê Kurd û derdorên demokratîk ên Tirkiyeyê hilbijartin û grevên birçîbûnê yên li zindanan, çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat in.
Ev her du rojev her çiqas bi rebazên cuda bên meşandin jî di bingeha xwe de heman in. Ji ber ku armanên van rojevan yek in. Em dikarin bêjin du rêbaz lê heman stratejî ye. Ev her du rêbaz bi awayek hemahengî bi hev re bên meşandin, hev du temam bikin dê armanc jî zûtir bi cih bê. Dîroka têkoşina me bi van mînakan dagirtiye.
Stratejiya van her du çalakiyan jî têkbirina faşîzme AKP-MHP’ê ye. Faşîzm niha li çar perçeyên Kurdistanê, Tirkiye û heta ji destî tê li welatên cur bi cur ên cîhanê êrîşî destkeftiyên me dike. Bêguman li hemberî vê yekê li heman qadan têkoşînek bêhempa ya cur bi cur jî tê meşandin.
Rejîma AKP-MHP’ê hem li hundir hem jî li derve bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ye. Di hundir de qeyrana aborî, siyasî û leşlerî dijî. Ji derve jî tecrîdek mezin dijî. Bi armanca meşandina zordariya li hundir hemû berhemen Tirkiyeyê pêşkêş dike. Bi piştgiriya ji derve digire jî çewsa li ser çivakê dişidîne.
Lê êdi faşîzm nikare civakê bi rêve bibe. Li hemberî berxedanek herî biçûk jî diheje. Têkoşîna girtiyên azadiyê û piştgiriya ji derve niha de ev pergala faşîst xitimand û qrîza wê kûrtir kir. Hemû cureyên zordariyê di van çend salên dawiyê de bikar anîn. Nina bi hind lîstikan dixwaze berxwedanê vala derxe. Hevdîtina bi Birêz Ocalan re hatî kirin û tahliyeya Leyla Guven bêguman destkeftiyên giring in. Di encama berxwedanê de hatîne bi destxistin.
Ji vir tişta divê em fam bikin ew e ku bêyi berxwedanê riyek din a serederiya bi faşîzmê re nîne. Bi tawîz dayînê faşîzm nayê ser rê. Qasî tawîz b3e dayîn faşîzm dê ew qas har bibe û zêdetir tawîz bixwaze. Ji ber ku dawiya tawîz û tawîzkariyê nîne. Her wiha kes nikare pêşiya berxwedêr û berxwedanê jî bigire. Qasî berxwedan mezin bibe ew qas faşîzm têk diçe.
Niha di pêvajoya peşiya me de wezifeyên dîrokî li pêşiya me ne. Wekî li jor jî hate destnîşankirin ku em rojevên xwe yên sereke bi hev re baş bimeşînin teqez faşîzm dê têk biçe. Grevên birçîbûnê aliyê berxwedêr ê pêvajoyê ye. Ev alî divê bi her awayî bê xurtkirin. Heta daxwazên vê çalakiya rûmetê pêk tên û tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî dibe. Ji bo vê divê her kes çi ji dest hatibe bike. Divê kes li mezinbûn û biçûkbûna çalakiyan nenêre. Çi ji dest hat divê bike.
Aliyê duyemîn hilbijartin in. Ev hilbijartin bi gelek aliyan ve girîng in. Niha faşîzm dixwaze politikayên xwe yên qirkirinê rewa bide nîşandan. Qayuman weki ku gelê kurd jê razî ye, bide rewakirin. Ji bo vê hemu rêbazên qirêj bi cih tîne. Gelê me di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dersek dîrokî da rejîma faşîst. Divê di hilbijartinên heremî de ev ders xurtir bê dubarekirin. Nexwe faşîzm di sandiqê de neyê fetisandin dê pekanînên xwe yên heta niha dijwartir bike. Êdî li malan jî dê axaftina kurdî qedexe bike.
Serkeftina di hilbijartinan de redkirina polîtikayên qirkirinê ye. Di heman demê de xwedîlêderketina berxwedana li zindanan, şoreşa Rojava û hemû destkeftiyên gelê kurd e. Ji bo vê divê em her çalakiya hilbijartinê vegerînin çalakiya piştgiriya berxwedana zindanan û her piştgiriya ji bo berxwedana zindaan jî vegerînin mitîngek hilbijartinê.
Armanca her du çalakiyan jî şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, xwedîlêderketina îradeyê û parastina destkeftiyan e.





