Abdulah Ocalan
Eger Kurd hê jî hebûna xwe bi karektera xwe ya çandî diparêzin, ev jî ji hêza çanda wan a dîrokî ya xwe disipêrinê tê. Li şûna jiyana şaristaniyê jiyana çandî tercîh kirine û nabe ku ev jî bi paşverûtî û paşvemayîneke sivik were ravekirin. Çanda pê radibin çandeke bajar, çîn û dewletê nîne; çandek e ku di nava xwe de rê nade otorîterbûyîn û çînîbûyînê, berevajî di demokrasiya qebîleyê de israr dike. Ji ber ku Kurd bi çandeke welê demokratîk re têkildar in, bi hêsanî kes nikare wan zevtûrebt bike.
Min ê gelekî paşê fêhm bikira ku jiyana civaka bajarî, çînî û dewletdarî ne fazîlet, lê ketin û serberjêrçûn e. Bêguman têgihiştina netewe ya Rankeyî (Dîroknas Leopold von Ranke, 1795-1886) di serwextbûna me ya li pirsgirêka neteweyî de bandor kir û di vê de bi rola sereke rabû. Em kengî li çi civakeke beş difikirin, em dewletdarî, çînî û neteweyîbûna wê ji xisletên bingehîn ên rastiya wê dihesibînin. Helwestên îdealîst hene ku bi pirranî civakên ne xwediyê van xisletan ji civakan nahesibînin. Bi vî awayî, li yek ji xisletên bingehîn ên fikra dewleta netewe ya Rojavayî xisleta gerdûnî zêde dikin. Em heta tesawirên xwe yên dîrok û civakê ji qalibên neteweparêz û dewletdar ên hegemonya îdeolojîk a navend Rojava rizgar nekin, zehmet e ku em têgihiştineke zanistî bi pêş bixin. Ji bo em bibin neteweya dewletdar em gelekî bi ser zêhniyeta xwe ya dîrokî û civakî de diçin. Ji bo her civakekê avakirina dîrokekê mîna ku bi şertê netewe û dewletbûnê ve tê girêdan. Eger di dîrokê de em nebûbin xwedî xisleteke ‘rêzdar’ (êdî bê ka çi ye) ya netewe û dewletê, em wisa pê dihisin ku me ew şensê xwe ji dest daye ku em civak bêne hesiband. Ev zêhniyeta dewletdar û neteweperest, ji sedî sed weke hêmanê bingehîn ê zêhniyeta tehakum û mêtinkariya modernîteya kapîtalîst bi pêş dikeve û sedema bingehîn a korbûn, kêmmayîn û çeloxwariya di warê zanista dîrok û civakê de ye. Amûrên îdeolojîk û mêtinkar ên hegemonya kapîtalîst di zanistên dîrok û civakê de mirovî serkorî dikin.
Lewma, dema ku em hewl didin qonaxa herî mezin a çanda civakî û dîroka mirovatiyê diyar bikin, em li gorî şert û mercên îro bi têgihiştineke dewletdar û neteweperest nêzîkî wê demê nabin. Em qaliban der barê Kurdîtiyê de pêk nayînin. Em bi pey civak û dîroka gerdûnî ketine. Divê mirov baş pê zanibe eger mirov bi têgihiştina civak û dîroka gerdûnî ve girêdayî nemîne, nikare pê zanibe ka wê civakeke beş di dîrokê de û di pêşketina civakî de bi ku ve girê bide û bi cih bike. Ji lewra xebatên dîrok û civaka beş ên ji dîrok û civaka gerdûnî qut bêne kirin, wê bibin pêşhukmên sûbjektîf û ne tiştekî din. Fikra navenda wê şaristaniya Rojava ye, çima ji dîroka gerdûnî û pêşketina civakî direve û bi giranî xwe bi têgihiştina dîrok û civaka Greko-Romen bi sînor dike? Eşkere ye ku di vê de berjewendiyên wê yên hegemonîk ên maddî û îdeolojîk diyarker in.
Lê em nakevin vê şaşiya bingehîn: Civakeke niha heye û dijî, çiqasî bêdewlet dibe bila bibe, xisletên wê yên netewe çiqasî kêm bi pêş ketibin bila bi pêş ketibin, ji sedî sed beşekî dîrok û civaka gerdûnî ye. Şaşî ew e, gelek civak ji dîrok û civaka gerdûnî qut têne lêkolîn. Bi vê zêhniyeta antî-zanistî, û li her cure pêşhukman vekirî, mirov nikare li dîrok û civakê serwext bibe. Jixwe yekparebûn bi tenê ne xisletek xwezaya civakî ye, xisleteke bingehîn a xwezaya fizîkî, kîmyewî û biyolojîk e jî.





