Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kobanê û Efrîn du stasyonên heman riyê ne

26/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kobanê û Efrîn du stasyonên heman riyê ne
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Di pêvajoyên rizgariya gelan de gelek stasyonên çarenûsî û gelek ên veguhezîner hene. Bi hinekan re, carinan, pêvajo diqedin. Bi hinek din re jî çerxa rizgariyê mezin û ber fireh dibin. Ger malûvanên pêvajoyê nebin xwedî potansyel û enerjiya ku qonaxan bi ser dixin, nikarin ti qenzenan bi dest bixin. Gengaze destketiyên heyî jî ji dest bide.

Di pêvajoya şoreşa Sûriyê ku bi demê re rûyê kirîza herî kirêt li xwe barkir, lidarketina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di aliyê teyisandina azweriyên gelên Sûriyê û herêmê de qonaxek veguhezîner ê şoreşgerî bû. Anog; li cihê ku aliyan yek bi yek îradeya vî welatî radestî ecîndeyên biyanî dikirin, gelên Sûriyê bi pêşengtiya gelê Kurd vîna niştimanperwer ava dikirin. Bi vîna ku li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, îro kelehên çeteyên DAIŞ û hemtayên wê mîna kevirên domînoyê li pey hev hildiweşin. Li beramberî hilweşîn û têkçûna çeteyên wekîl, maskên hêzan jî hildiweşin. Paşxaneyên ideolojîk ku motora gerînok a hişmendiye qirker û tuneker a çeteyên li Sûriyê, li pey hev derbên mirinê dixwe. Derba esas jî beriya 4 salan li Kobanê bû. Ew jî qonaxek bingehîn û binyadî di serketina xeta hişmendî ya têkoşîna gelan de bû. Ji ber vê taybetmendiya xwe ya guhêzbariya şoreşgerî ku qedera nivîsandî ya gelekî hatibû keviya tunebûnê zivirand serketineke dîrokî a muazem a bê hempa. Asta yekîtiya Kurdistaniyan û berxwedana ku li Kobanê hatiye raberkirin ji ber vê hêza xwe ya ku xwe dispêre mejiyê civakî ya giştî, navê Berxwedana Sedsalê li xwe heq kir. Ev jî stasyonek ku bi xwe re çarenûsa gelekî serhildayî rastî hemû cureyên destwerdanan hatibû guhart û îradeya xweser a gelên Sûriyê danî ser maseya navneteweyî ku; hûn nikarin vê xeta vînê ya gelên Sûriyeyê derbas bikin. Ne jî aliyek dikare wisa jixwe tişta ku dixwaze mîna sedsalên bihurî bike. Ji ber vê xisûsa xwe ya qirnewî û bi enerjiya yekpareyî ya gelên Sûriyê, çiqas hêzên li ser erda vî welatî hebûn mecbûrî danûstandin û naskirinê bûn.

Çawa ku vê berxwedana gelan rûyê terazû û hesabên navneteweyî û yên sîstemên herêmî serûbin kir, di heman demê de hişmendiya hegemoniya global a ku di şexsê çeteyên DAIŞ bê maska li herêmê tevdigeriya û li ser navê wê kuştin û qirkirin dihate kirin, têk bir. Hemwextê serkeftina mezin a Kobanê rûyên paşperdeya herêmî û navneteweyî jî eşkere bûn. Destwerdanên rasterast ên hêzên nola Amerîka, Rûsya, Tirkiyê,… hwd cewher tirsa ku vê berxwedanê di lênûskên wan de çêkiriye raber dike. Bi gotineke din; çawa mask hilweşiyan, aliyên mudexeleyê jî dest ji pozisyonên şîlo berdan û hîcar mewziyên şênber girtin. Ya herî ber bi çav ku dunya bi helwestên xwe dixapand, pozisyona rejîma Erdogan bû. Erdoganê ku bi şev û roj lava ji DAIŞ û hevriyên xwe yên teror re dikir, bi saya Berxwedana Sedsalê ji civaka navneteweyî re deşîfre bû. Ji lewra jî; sîstema faşîst a Erdogan li stasyona serberjêr qulibî ku êdî nikare li fergonên keriyan jî siwar be. Ji ber vê yekê me dît çawa li Efrînê nola wê gayê har ku gêzerek jê re dirêjkiriye hişk û terr dişewitîne. Bi harbûna wî re jî pêvajoya şoreşa gelan li Efrînê derbasî xeta temamker a Berxwedana Serdemê dibe. Serdembûyîn jî stasyoneke dîrokî ya herikbar ku cewherê rasteqîner a Şoreşa Rojava ye. Bê guman; Berxwedana Serdemê jî, dawiya dîktatoriya celad Erdogan e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.