Ezîz KOYLUOGLÛ
Tu ji kîjan Kurdan bipirse, tu çi dixwaze? Wê ji te re bêje yekîtiya gelê Kurd. Tu ji kîjan partiya siyasî ya Kurd pirs bike, çima partiyên Kurd nayên cem hev û kongreyekî netewî ava nakin? Wê bêje em dixwazin lê yên din naxwazin. Ji sala 1982’an heta niha yekîtiya Kurd di nava partiyên Kurd de tê nîqaş kirin, lê heta niha wek mijara nîqaşê dewam dike. Berî niha min di çend nivîsên xwe de ji bo partiyên kurd qala aliyekî girîng kiribû, ew jî divê nebin darê destê dagirkeran. Li gorî min ev yek ji bo yekîtiya partî û gelê Kurd dê gava herî girîng be. Wek hev nefikirandin, nakokiyên din ji bo Kurdan ne pirsgirêk e. Ji xwe Kurd nakokiyên partiyên siyasî êdî normal dibînin. Ji xwe nabe hemû partiyên siyasî yên Kurd di mijarên navxweyî de wek hev bifikirin. Lê ji bo berjewendiyên gelê Kurd divê siyasetek hevbeş yên partiyên siyasî hebe.
Lê partiyên siyasî xwe wek du beşan tevdigerin. Beşek li dijî dagirkerane, beşek jî alîgirên dagirkerane. Ev alîkariya bi dagirkeran jî li ser navê opozîsyonê dikin. Li Rojavayê Kurdistanê jî fêrbûna partiyên siyasî xwe dubarekir. Sê bendiya siyaseta Kurd ya giştî xwe li vir jî tevger kir. Hin partiyên siyasî li ser navê ‘niştimanî’ hatin cem hev. Piraniya wan partiyan hê tiştek li rojavayê Kurdistan tinebû, dev ji Rojava berdan û berê xwe dan, welatên cîran. Balkêşe cîranê rojvayê Kurdistanê jî yan siyasetek dijber ji bo xwe esas girtibûn, yan jî bixwe dagirker bûn. Wek dewlet Tirk ya dagirker. Partiyên siyasî yên berê xwe dan dagirkerên Kurdistanê û ji wan azadî hêvî dikin, li Efrînê carekedin dîtin ku dagirkerên Kurdistanê tu carî azadiyê ji bo Kurdan nayîne.
Dema dewleta Tirk ya dagirker êrîşî Efrînê dikir, jin zarok bi sedan Kurd qetil dikir, partiyên siyasî yên ‘niştimanî’ ku bixwe pişta xwe dabûn dewleta tirk, hêvî dikirin ku Efrîn piştî dagirkeriyê radestî wan bêkirin. Lê ev nebû, berovajî wê, beriya dagirkeriyê kêm be jî hebûna wan partiyan li Efrîn hebû, lê piştî dagirkeriyê nikaribûn vê hebûna xwe jî biparêzin. Li Efrînê careke din xuya bû ku, dagirkerên Kurd ancax ji bo Kurdan êş û elemê tînin.
Dagirkerê herî mezîn û faşist dewleta Tirk her roj vê rastiyê li rûyê Kurdan dixe. Serokê faşizmê Erdogan bi gotina ‘Em kêmasiya li bakurê Iraqê li bakurê Sûriyê dubare nakin’ her roj lixwe mikur tê. Lê mixabin gelek partiyên siyasî naxwazin vê rastiyê bibînin.
Ev demeke Kongra Neteweyî ya Kurdistan (KNK-Rojava) ji bo partiyên siyasî yên Kurd ku ji ber destûra xebatê negirtibûn û navendê wan hatibûn girtin, bên navendê xwe vekin xebatek daye destpêkirin. Ev xebata KNK-Rojava ji aliyê Rêveberiya Xweser de bi erênî hate pêşwazîkirin. Bang li wan partiyan hate kirin ku dikarin navendê xwe vekin.
Partiyên ku navê ‘niştimanî’ li xwe kirine, heta niha du mijar dixistin rojevê. Ya yekê, digotin ku ew rêveberiya xweser qebûl nakin, ji bo wê jî destûra xebatê jê nagrin. Niha ji bo nakokiyan mijarek ji holê rabûye.
Ya dudiyan mijara hin girtiyên endamên wan partiyan e. Dadgehên li Rojavayê Kurdistanê diyar dikin heta niha ti kes ji bo ku siyasetê dikin nehatiye girtin. Girtiyên hene ji ber tewanbariyên cûda hatine girtin. Tişta min ji helwesta dadgehan famkir ku ger bê îspat kirin, kesek ji ber sedemên siyasetê hatibe girtin wê yekser bê berdan. Di vê mijarê de jî pirsgirêkek nîne.
Hin kesan gotibûn ji bo em vegerin Rojavayê Kurdistanê divê garantoriya navnetewî hebe. Tişta min bihîst nûnerê taybet yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka James Jeffrey dema ku li Entabê bi nûnerên van partiyan rûniştibû ji wan re gotibû “vegerin Kobanê û li wir xebatê xwe bimeşînin.” Ev gotin jî tê wateya garantiyê.
Lê van partiyan heta niha bersivek nedane û daxwaza hevdîtinê ya komîteya KNKê jî qebûl nekirine.
Pirsa di serê Kurdan de ev e, ‘Kî wan partiyan birêve dibe û ew partiyên niştimanî çi dixwazin?” Niha gelê Kurd û bi taybetî Kurdên rojavayê Kurdistanê bersiva vê pirsê dixwazin.





