Sîpan ŞÎNDA
Gelo civak çawe û bi çi awayî xwe li ser piyan digire û hebûna xwe dide berdewam kirin? Ji bo civak hebûna xwe biparêze û mayînde bike, pergalek ji xwe re ava kiriye. Navê vê pergalê ji pergala nirxên civakî ye.
Nirxên Civakî: Ji baweriyên giştî yên ehlakî, yên kesên kû endamê komekê, birekê yan ji civakekê mecbûrin li gor wan tevbigerine re tê gotin. Nirx, qrîterên kû çi başe, çi nebaşe, çi raste, çi neraste, çi kirête çi delale nîşanî mirovî didine. Norm: Ji rêgezên çandî yên bi riya pergala perû û ciza kirinê derdikevin û bandorê li ser lebatên kesan dikin re tê gotin. Norm, xwediyê hêza ‘dayîn kirinê’ ne. Norm, mekanîzma kontrol kirina nirxanin. Nirx, şiklê jiyana endamên civakê bi lebatên çandî diyar dike. Kes, bi saya serê van nirxên civakî yên tixwîbê mebest û lebatên mirovan diyar dikin, dikare di derbarê lebatên kesên din yên endamê civakê ne texmîn bike. Yanê di kîjan rewşê de kesek wê çawe bilive, mirov li gor nirxan dikare texmîn bike. Bi saya serê van nirxên civakî mirov weke civakekê bi hevre dijîn. Mînak têkiliyên malbatê, dayîn û standina di nava gundî û cîranan de, keft û lefta civakê ya ji bo hilberîniyê û hwd li gor nirxên civakî pêk tê. Gelo kes çawe hînî van nirxan dibe û li gor wan tevdigere? Di nava demê de civak, kesan li gor qalibê jiyana civakê dorpêç dike. Kes ji, di nava demê de fêrî nirxên civakê dibe û li gor normên civakî di lebite. Êdî piştî demekê kes di nava civakê de di pijê. Dema yek li hemberî norman rabe, li hemberî xwe sehma civakê dibîne. Bandoreka civakî lê tê kirin û civak wan kesan mecbûr dike kû ew li hemberî nirx û normên civakî rêzdar bin. Civak gelik caran ji ber vê wan kesan ciza dike. Li gor girîngiya nirxan, perû yan ji ciza giran dibe yan ji sivik dibe. Ew kesên li hemberî vê pêstûriya civakê dimînin, li gor wê lebatên xwe li ber çavan re derbas dikin. Mînak dema yek qebahetekê bike, civak xwe ji wan di xeyidîne, pêre nadin û nastînin, li gor mezinahiya qebahetê carinan ji nav xwe dertêxin. Di nav pergala nirx û norman de ne tenê ciza kirin heye, herweha perû kirin ji heye. Mînak dema zarok li gor nirx û normên civakî hereket dikin, mezin keyfa xwe ji wan re tînin, ev ji bo wan perûyeka mezine.
Her civakekê, komekê li gor xwe nirx û normên wan hene. Endamên wan ji, van nirx û norman di nava xwe de di hewînin. Lêbelê hewandina hemî endaman ya nirxan ji ne weke heve. Civak, li gor pêdiwiyên civakê yên bingehîn, pergala normên civakî ji xwe re ava dike. Navê vê pergalê ji ‘sazîbûn’e. Mînak ol, perwerdehî, malbat û hwd. Her saziyekê ji di nava demê de nirx û normê xwe çêdike û civak li dora van nirx û norman kom dibe. Kes, şiklê jiyana xwe, hest û liven xwe, têkilî û dayîn û standinên xwe, li gor nirx û normên civaka kû ew di navde dijîne li hevtîne. Her civak pergaleke normatîf ji xwe re pêş dixe. Rêgezên bingehîn û razber yên hatine idealize kirin, zo bi saya serê norman dikarin xwe girber bikin û bibin xwedî bandor. Ji ber kû hêza norman ya civakî heye.





