Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana sedsalê xeyalên Erdogan têk bir, îro jî li Efrînê Berxwedana Serdemê

25/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedana sedsalê xeyalên Erdogan têk bir, îro jî li Efrînê Berxwedana Serdemê
Share on FacebookShare on Twitter

Bozan KOBANÊ

 Sibê roja serkeftina li dijî DAIŞ’ê ye. Sibê 26 çile ye. Salvegera berxwedana sedsalê ye. Sibê Roja berxwedana dîrokî a Kobanê ye. Salvegera 4. A rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê ye.

Beriya 4 salan di 26’ê çile de piştî berxwedan û şerê 134 rojan mizgîniya rizgarkirina kobanê ji bo gelên Kurdistanê û hemû cihanê hat dayîn. Tevî ku em bûn şahîdê wê rojê û serketina li hemberî DAIŞ’ê jî lê ew roj bi çend gotinan wê neyê îfadekirin.

26’ê çile roja tunekirin DAIŞ’ê êdî destpêkiribû. Îro jî tunekirina DAIŞ’ê êdî li Dêrazorê pêk tê û bi encam dibe. Êdî her kes li benda mizgîniya tunekirina DAIŞ’ê li tevahî herêmên rojhilatê firatê ye.

Kobaniya ku hemû cihan rakir serpiyan û pêşengî ji parastina nirxên mirovahiyê re kir. Ciwanên Kurd ji herçarparçeyên kurdisatanê pêl bi pêl berê xwe dan vî bajarê bi erdîngariya xwe ya bi çûk û bi dil û navê xwe yê mezin. Vê jî hîşt ku ciwan ji gelek aliyên cihanê berê xwe bidin warê berxwedanê û di nava vê berxwedaniya bi nav û deng de cihê xwe bigrin û xwe bikin parçeyek ji vê gavê.

Şerê sîngbisîng yê li vî bajarî û berxwedaniya gelê Kurd, hêviya ku ew dikarin DAIŞ’ê têk bibin dan çêkirin, hîşt ku koalisyona navdewletî ya ku li dijî DAIŞ’ê hatibû avakirin jî destekê bide vê berxwedanê û ew jî xwe bike parçeyek ji vê gavê.

Hemû cihanê destek dan hêzên YPG’ê û YPJ’ê. Lê tenê ya ku ji serketina berxwedanê aciz dibû û dîn û har bûbû û roja 26 çile wekî roja têkçûna xwe dît Dewleta Tirk bû. Dewleta Tirk hemû pîlan û projeyên xwe yên li ser DAIŞ’ê ji bo dagirkirina herêmên berfireh danîbûn pêşiya xwe têk çû.

Dema em tenê em bê difikirin ku ger ne ji berxwedaniya li Kobanê  û têkoşîna şervênên Kurd bûya wê DAIŞ niha li ku buya û dewleta Tirk wê li cihanê çi xeterî çêbikira. DAIŞ’a ji Mûsil heta Reqa û gelek deverên din xistin bin destê xwe. Desteka dewleta Tirk ji bo wê di asta herî jor de bû. Lê hesabên Erdogan wekî ku tê gotin” hesabê sûkê û malê”hevnegitin”. Ew li bendê bû Kobanî jî bikeve û ew pilanên xwe yên mezintir piştî ketina vî bajarî pêk bîne têk çû. Erdoganê ku bi xeyalên xwe yên girtina Musil û  Kerkûkê heta nimêja li Mizgefta Ûmewî ya li Şamê DAIŞ ava kir û destek kir li Kobanê ew xeyalên wî yên dagirkeriyê rastî berxwedana gelê Kurd û desteka nevdewletî ya ji berxwedaniyê re hat. .

Gef û gurên dewleta Tirk ku heta niha li ser herêmên Rojavayê Kurdisatnê pêk tên jî wekî tolrakirina DAIŞ’ê tê dîtin. Li Efrîna ku heta niha komkujî, revandin, dizî, guhertina demokrafî- paqijaiya etnîk pêk tîne ji ber hemû xewn û xeyalên wî û çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengiya gelê kurd û şervanên wê têk çûn.

Berxwedana ku 4 sal di sere derbas dibin her ku tê bîra cihanê ew jê moral û hêvî digrin. Lê dewleta Tirk her ku ev roj tê bîra wê û serokkomarê wê Erdogan zirava wan diqetê.

Berxwedana ku li Kobanê destpêkir, îro bi heman ruhî li Efrînê di berxwedana serdemê de xwe dûbare dike.

Doh berxwedana sedsalê bû, îro jî berxwedana serdemê ye.

Doh despêkirina têkçûna çeteyên dewleta Tirk DAIŞ’ê bû, îro jî li Efrînê berxwedana li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê din didome.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.