Mihemed ŞAHÎN
Dîroka civaka Kurd a dused salên dawîn bi serhildanan ve dagirtiye. Hinek îstîsna netêde hemû serhildan di şexê rêbertiyan de bi dek û dolab û bi bêbextî teslîm hatin girtin û têk çûne.
Dema ku di 15’ê Sibata 1999 de bi komployo navneteweyî Rêbêrê Gelê Kurd Ocalan dîl hat girtin Dewleta Tirk li bendê bû Tevgera Azadiyê û civaka Kurd careke din bi heman aqûbeta bextreş re rûbirû bihêle.
Li gel hemû hewldanên xwe yên şerê taybet ên ku tu nirx, pîvan û exlaq nasnakin nekarîn birêz Ocalan teslîm bigrin û di şexsê wî de Tevgera Azadiyê têk bibin.
Piştî bêencam mayina hemû hewldanên wanên kirêt ên ku ji cerebeyên sedan salî pêk dihatin dest bi tecrîd kirina birêz Ocalan kirin. Bê guman ev tecrîdeke ne ji rêzê bû. Tecrîda mûtlaq a Îmraliyê berdewama komploya navneteweyî bû û bi erêkirina dewletên şirîkên komployê pêk dihat.
Bi vê tecrîdê xwestin di navbera civaka Kurd û birêz Ocalan de dîwaran çêbikin. Bi saya wan dîwaran civaka Kurd, civakên Rojhilatanavîn û hemû civakên cîhanê ji raman, bîrdozî û paradîgmaya bîrêz Ocalan a aştî, azadî û edalet parêz bêpar bihêlin. Paradîgmaya wî ya ku li dijber pergala kapitalîst yekane alternatîfe di girava Îmraliyê de dorpêç bikin û bifetisînin.
Di pêvajoya tecrîda mutleq a 20 salî de li gel hemû hewldanên wanên pîvan nenas birêz Ocalan dest ji berxwedana xwe berneda. Vîn û paradîgmaya wî di Îmraliyê de hepis nema. Civaka Kurd ji wî û ji bîrdoziya wî dest berneda. Roj bi roj xwedî derketin xurtir bû û paradîgmaya wî li çarmedorê cîhanê belav bû.
Birêz Ocalan û civaka Kurd di berxwedana xwe ya 20 salî de gelek caran dewleta Tirk xistin tengasiyê. Her carê ku dewleta Tirk diket tengasiyê neçar dima tecrîda mutleq sist bike û biçe ber deriyê Ocalan. Ji ber ku dewleta Tirk her tim bi armanca teslîm girtin û tasfiyekirinê tevdigeriya hemû pêvajoyên sistkirina tecrîdê û hevdîtinên bi Ocalan re weke amûrên şerê taybet bikar dianî. Tu carî dest ji tecrîda xwe ya mutleq berneda.
Piştî binpêkirina mutabaqata Dolmabahçe yê 28’ê sibata 2015’an vir ve li dijber civaka Kurd şereke topyekûn destpêkiriye û tecrîda mutleq bi awayeke herî dijwar dîsa di meriyetê de ye. Dema ku êrîş û tecrîd hebe bêguman weke her carî wê berxedan jî hebe.
Pêngava berxwedana civaka Kurd a ku di 8’ê mijdarê de bi çirûska birêz Leyla Guven destpêkiriye careke din him li hundir him jî di qada navneteweyî de dewleta Tirk tengav kiriye.
Çirûska berxwedana Leyla di demeke kinde li hemû zîndanan geş bû û pêl bi pêl li çarmedorê Kurdistanê û li hemû dewletên biyaniyên ku kurd lê dijîn belav bû. Civaka Kurd bi berxwedana xwe ya herî rewa û bi heybet careke din bang li wijdana mirovahiyê dike.
Yên ku ji xwe re bibêje ez mirovim û xwediyê wijdanim ne pêkane vê berxwedanê jinedîtîve were û bêdeng bimîne. Ji rojhilata navîn hetanî ewropayê gelek partiyên çepgir û sosyalîstan bi daxwiyaniyên xwe bang li dewleta Tirk kirin ku rêze nîşanê makezagona xwe bide û tecrîdê rake. Dîsa ji sedî zêdetir rewşenbîr û siyasetvanên navdar ên cîhanê û kesayetên navdar yên xwediyê xelata Nobelê bi daxwiyaniyên xwe ji dewleta Tirk xwestin demildest tecrîdê rake û daxwazên Leyla Guven qebûl bike. Hasilîkelam, li çarmedorê cîhanê Kurd li piyane û pêla wijdana mirovahiyê roj bi roj ji bo piştgiriya kurdan bilind dibe.
Di pêvajoya ku berxwedana Kurd dewleta Tirk tengav dikir de dewleta Tirk weke her carî dest avêt hewldanên xwe yên şerê taybet ên kirêt. Bi lez û bez roja 12’ê çileyê, roja şemiyê ji malbatê tenê gazî Mihemedê birayê birêz Ocalan kirin û hevdîtineke bi qasê 15 dk’yan pêk anîn. Di heman şevê de parêzerên birêz Leyla Guven jî şandin zîndanê ba wê ku jê re bibejin hevdîtin pêk hatiye berxwedana xwe bi dawî bike.
Leyla Guven û hevalên xwe yên berxwedêr xwediyê cerebeyeke mezin bûn. Dizaniyan ku hevdîtina 15 dk’yî nayê wateya rakirina tecrîdê. Mînaka herî nêz û girîng di sala 2016’an de hatibû jiyîn. Civaka Kurd bi berxwedana xwe di 11’ê îlona sala 2016’an de deriyên Îmralî vekiribûn û birêz Ocalan bi birayê xwe Mihemed re hevdîtineke kurt pêkanîbû. Lê dîsa tecrîdê bênavber berdewam kirbû. Ji wê rojê vir ve piştî 28 mehan hevdîtina bi 15 dk’yî nedihat wateya rabûna tecrîdê. Leyla Guven got armanca berxwedana me rakirina tecrîdê ye, ne pêkhatina hevdîtina 15 dk’yane.
Belê, dewleta Tirk xwest bi rêbaza şerê taybet dawî li berxwedana Kurd bîne û bilindbûna pêlên wijdana mirovahiyê asteng bike. Lê biserneket. Hewldana wî ji dîwarên vîna berxwedêran vegeriya. Kurd bi cerebeya berxwedana xwe ya li dijî tecrîda 20 salî li berxwe didin, lîstîkan yek bi yek vala derdixin û dîwaran hildiweşînin.
Bêguman peyva dawîn her tim berxwdêr dibêjin.





