Farûk SAKIK
Roja17ê Kanûna 1945an şêniyên Mahabadê bi daxwaza otonomiyê li bajêr meşekî lidarxistin, Qesra Adliyê ya remza dawîn a rejimê xistin destê xwe û ala Kurdistanê hildan jor. Edî tenê roja îlankirina Komarê mabû.
Piştî hin xebatên dîplomasî, roja 22ê Çile 1946an wek roja îlankirina Komara Kurdistanê hat destnîşankirin.
Û ew roj hat.
EWROJ….
Meha Çile, zivistana sala 1946an bû. Rayedarên Partî Demokrat, ji mêjve ji bo rojeke dîrokî amadekariyan dikirin.
Bi hezaran kes bi kincên xwe yê cejnê de, di sehera roja 22ê Çile ya sala 1946an de li Meydana Çarçira kombûn. Peşmergeyên Kurd di nav ûnîformayên leşkerî yê fermî de, li derûdora meydana rêzbûn. Kursiya axaftinê û avahiyên derûdor bi alên Kurdistanê hatin xemilandin. Ji çiyayên Mahabadê bayekî cemîdî di nav kolanên bajêr de digeriya. Lê şêniyên Mahabadê li benda pêşwaziya dîrokê bûn. Xema wan ne serma û seqem bû.
Qazî Mihemed di nav qapûtekî leşkerî de derket ser kursî û bi dengekî bilind, bi hîssen mexrûr dest bi axaftina xwe kir û got ”Ji niha û pêva Komara Kurdistanê hatiye damezrandin.”
Piştî axaftina Qazî Mihemed, Sêyfî Qazî hat ser kursî û Qazî Mihemed serokkomarê Kurdistanê îlan kir. Mahabad êdî paytexta Komara Kurdistanê bû.
Di vê merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed li hemberî gelsond xar û soz da.
Di demek kûrt de, kabîna Komara Kurdistanê hat îlankirin. Qazî Mihamed wek serokkomar hat destnîşankirin.
Ji Mako heta Seqiz, ji Miyandûaw heta sînorê Başûrê Kurdistanê di bin sihêtiya rêwebiriya Kurd de bû.
***
Piştî gelek hevdîtin û nîqaşan, di destpêka meha Gulanê de Serokê Sovyetê Stalîn, bi Rejima Şah re li hev kir.
Piştî ku Artêşa Sor di 9’ê Gulanê de ji Îranê vekişiya, di 13ê Kanûna 1946an de Artêşa Îranê ket Tebrîza paytexta Azarbaycanê û di 15ê Gulanê de jî li sînorê Kurdistanê ket nav tevgerê.
Û erişî Kurdistanê kirin. Mahabad ji hêla rejîma Îranê ve hatibû dorpêçkirin. Rejima Îranê dixwest ku kurd hêzên xwe yên leşkerî vekişînin.
Di 5ê kanûnê de Qazî Mihemed û rayderên Komara Kurdistanê li gel konseya şer a Kurdistanê civiyan. Li hember biryara leşkerşandina Kurdistanê ya rejimê biryara berxwedanê derket û hat îmzekirin.
Jixwe di 15ê Kanûnê de nûnerê dawîn yê Sovyetê jî Mahabad li cîh hiştibû û zivirîbû welatê xwe.
Hêzên Îranê jo bo dagirkirina xaka Komara Kurdistanê li ser xeta Meyanduawê kombûbûn.
Piştî dagirkirina Mahabadê 4 roj şûnde Qazî Mihemed û 45 serekeyên Komara Kurdistanê ji alî rayedarên Îranê ve hatin girtin. Di serê meha Çile ya 1947an de li Mahabadê ji bo darizandina serekên Kurd dadgeheke leşkerî hatibû damezrandin.
ÎROJ…
Hemû leyîzkên ku wê demê li ser Komara Kurdistan hatin leyîstin, îroj tê xwestin ku li Rojavayê Kurdistan dubare bikin. Şoreşa Rojava îroj dibin têhdîtên dewletên dagirker denin. Îrojî; Îran, Rusya û Tirkiye ji bo ruxandina vê şoreşê, di nav hewldanan denin. Çawa ku di sala 2018an de di dagirkirina Efrînê de bihevre meşiyan, îro jî ji bo xerakirina rêvberiya ku kurda bi kedek mezin bidestxistinin, li Soçî û Astana civîn li ser civînan lidardixin. Li paytextê dewletên dagirkeran ji bo îmha kirina kurdan têne cemhev û biryaran digirin.
Lê îroj li hember van leyîzkan, kurd di her beşê civakê de bi rêxistin bûne. Ji bo parastina axa Kurdistan hêzên ewlekariyê; şervan û gerîllayên wan henin. Îroj wê dîrok nikaribe xwe dubare bike.





