Hozan Seyîdxan
Îro li Rojhilata navîn li dijî gelan û mirovatiyê, dewleta tirk ya dagirker û faşist hêzekî dagirkere û bi zihniyeta DAIŞ hatiye rapêçandin. Loma Tirkiye, dewletek şerê taybet e.
Dewletek wusa ye li hundir civaka xwe, ji derve jî welatan û civakan dixapîne. Ev dewlet li ser bingeha qirkirina kurdan û hemû pêkhateyan hatiye damezrandin.Yên ku polîtîkayên vê dewletê napejirînin, piştevaniyê jêre nakin, ne alîgirin, ango li dijî wê ne, wan wekî dijminê dewleta tirk pênase dike. Ji ber vê sedemê ew dewlet li ser kurdan polîtîka qirkirinê rewa û meşrû dibîne.
Pergala demokratîk ya ku li Rojava û li bakurê Sûriyê sazbû ye, di rojhilatanavînde bûye hêviya azadî û demokrasiyê. Hemû civak, pékhate, bawerî û çand bi vê rastiyê şa dibin. Jê fêz digirin. Ji ber vê yekê dewleta tirk, hebûna pergala demokratîk ya li bakurê Sûrî, pêre jî demokratîk bûna Sûrî napejirîne. Ji bo xwe tehlûke dibîne.
Belê çi kesê ku ji xwere dibêje ez mirovim, bîrawerim û têgihiştîme, dizanin ku tecrîd sucekî însaniye. Ji ber ku hemû kesî eleqedar dike, pêwîste her kes li dijî tecrîdê têbikoşe.
Di vê pêvajo ya awerte û dïrokî de ewladên gelê kurd bi çalakiyên xwe yên berxwedêr, gelê kurd jî bi vîn û helwesta xwe li hemû cih û qadên cîhanê li dijî tecrîdê bi yek dengî hêza xwe destnîşankir û da diyarkirin ku tu hêz ne di ser vîna gelan re ye. Li hember berxwedana gelan tu hêzên dîktator nikare xwe li ser lingan bigire.
Belê ya tê xwestin eve. Vîna ku hemû dîwaran û astengiyan hilweşîne derketiye holê. Eşkere û zelale wê tecrîd bi bilindkirin û mezinkirina berxwedanê bê şikandin, faşîzim jî bê hilweşandin.
Li aliyê dinê di her pêvajoyên hilbijartinan de, dîktator û berdevkên dewleta tirk yên faşîst bê şerim û fedî bang dikin û dibêjin em ne li dijî kurdane. Tenê li dijî kurdê azadîxwaz û yên xweditiyê li maf û nasname ya xwe ya azad, yê li nirx û reber Apo xwedî derdikeve ne.
Di ser çil salîre ye ku kurdê berxwedêr ji bo nasname û Kurdistanek azad serî hildaye, di vê oxirêde berdêlên mezin dane, êdî her kes dizane ku ji vê dozê qet veger nemaye. Hetanî ku welat, Rêber Apo û dîlên şer azad nebin û şoresa demokratîk ya gelên rojhilatanavîn bisernekeve wê li dijî dagirkeriyê û faşîzmê tekoşîn û berxwedana serdemê her li dar be.
Başe, ma yên li Surê, Cizîrê, Nisêbînê, Şirnexê, Silopî û Geverê di jêrzemînan de bi dehan jin, zarok, ciwan û berpirsên civaka kurd şewitandin ne dewleta AKP-MHP’ê ya faşist bû ? Ma yê bi hêzên tundirew re êrîş birin ser Rojava, li Efrînê bi sedan kurd qetil kirin, xweza ya wê şewitand, ne dewleta tirk ya faşist bû ? Ma yên ku di encama qirkirinên siyasî de bi hezaran kurd girtin û avêtin zindanan, ne dewleta tirk ya dagirker bû ? Ma yên li bakûrê welat saziyên çandê û hunerê kilît kir, çiqas reng û tabloyên kurdî hebûn şewitand, şikandin, ne rejima AKP-MHP’ê bû ?
Îro gelê kurd xwediyê hêz û wê derfetê ye û bi biryare ku dikare bi ser rojên zorde here. Bi dayîna berdelên mezin jî be, bi baweriya destkeftiyan tu hêzên dagirker nikarin pêşî li tekoşîna azadiyê ya gelê kurd bigire.





