Medeni FERHO
Leyla stranek e
Di bedena birçî de xwedî dike jiyanê
Di zîndanan de, di toza kimyewî û çalên asîdê û di Roboskê li Kurdistanê
Li Imralî, biqasî jêrzemînên li Cizîr û Şirnexê
Di çala mêrinê de, wek straneke bi êş û nalêna çil salî barkirî
Ji bêdengiyê girantir, li zindana Amedê di bedena Leyla de
Di bedena milyonan de, di bedena min de
Ji kevneşopiya çar çirîskan, ayînek e
Ji ahênzariya sedsalê, hem agirê Zerdeşt e, hem Leyle-î mîrac e
Nefesa Leyla
Û Nasir û Ilhan û stêrikên li Strasbourg û lehengên li zindanan
Di riya bi efsûn û şoreş û azadiyê de, çerxa felekê şikandin,
Hem bûne kilîda dîroka winda, hem li hemberî atêş-î suzan,
“avistan-î” (1) kirin cîhan,
Eşq efsûn e, Ey Leyla Xan
Keybanûyên me, bi feda-î can sundayî ne ji bo azadiyê
Li cîhana bîwefa, çil sal in, bi afet-î eşq destanan dinivîsin
Li çiyan, li deşt û newal û zindanan li bajar, gorîstanên hawarê, bi tanq û topan
Di her destanî de biharekê derdixin, geh simbil û sosin e,
geh şol herka rengî Şahmaran e
Di riya dûr û dirêj de Leyla Xan, stranek e
Li Hewlerê bi dengê Nasir re
Li Strasbourgê, bi dengê 15 bedenên bêdeng re
Li Gallaer bi dengê Ilhan re, bi dengê sedan zindaniyan re
Olan vedide, hem li parlamentên welatan
Olan vedide, hem li kolan û meydanên cîhanê
Leyla, di bêndera çande de nefesek e, bi gul bergî leb-î lal-î durr e
Li hemberî ateş î Nemrûdên sedsalê
Hem xelvedana birûskî, hem heviyek bi mîsk û amber û afîtab e
Hem simbil û kulîlk û sosin û gul û azadî ye
Zulmetê dijî welat û dem û heyam û serdem
Zulmetê dijî, girav û derya û erd û ezman
Li Amedê Leyla, li Hewlêrê Nasir, li Gallerê Ilhan re
Bi dengê lehengên sedan zindaniyan re
Û 15 stêrikên li Strasbourgê,
Li dijî vijdanê bi şaraba bax-î kişwergîranî serxweş
Bi bedena birçî jiyanê xwedî dikin
Hey hawar!…





