Zekî BEDRAN
Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 77’emîn de ye. Êdî sînorên xeteriyê jî derbas kiriye. Vestrîna jinekê bi zanebûn û îradeyeke wiha bi hêsanî nayê fêhmkirin. Bi taybet ji bo civaka Kurd di gelek aliyan de pêdiviya vê yekê bi nîqaşê heye. Jin cîhaneke winda bû. Di heman demê de aliyê herî lewaz yê mêrên Kurd dihat dîtin. Rayedarên dewleta Tirk ji bo ku mêrên ku dikirin armanc û lê digerîn ji bo teslîm bigirin jinên wan dibirin qereqolan û rehîn digirtin. Gelek mirov bi vî rengî teslîm girtin û ew perçiqandin. Jin di civakê de hem çîna bindest bû û hem jî amûra teslîm girtin û perçiqandinê bû.
Niha jinên Kurd ev dîrok guherandine. Êdî niha mîna amûreke teslîm girtinê nikarin bên bikaranîn, her wiha bûne çavkaniya wêrekiyê û bûne pêşeng. Di rojên tarî û zalim yên 12’ê Îlonê, di şexsê Sakîne Cansizan de li dijî zilm û faşîzmê bûne abîdeya îrade û berxwedana şoreşgerî. Di şexsê jinên şoreşger de berxwedan ji dezgehên êşkenceyan û zîndanan derbasî navserên çiya bû. Jinên Kurdistanî gihiştin zanebûn û rêxistinbûna ku bikaribin ji tevgerên jinên cîhanê re pêşengiyê bikin.
Jinên pêşeng yên şoreşger ên Tirkiyê û Kurdistanê di her qadên jiyanê de beşdarî têkoşînên civakî bûn. Di şerê azadiyê de berdêlên giran dan. Bi hezaran di êşkenceyan re derbas bûn. Cezayên giran dan. Li çiya bûne gêrîla. Bi hezaran şehîd dan. Bi ked, zanebûn û îradeya xwe bûne xwedî nasname. Di her qonaxên têkoşînê de cih girtin û berpirsyarî dan ser milên xwe. Di vê dema ku gelek derdor li hember desthilatdariya faşîst û nijadperest ya AKP-MHP’ê bêdeng bûnê jineke weke Leyla Guven ku jiyana xwe daniye holê û îradeyeke ku nayê şikandin nîşandide helbet buyereke gelekî girîng e.
Leyla Guven Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê ye. Weke parlementerekê neçar nîne ku çalakiyeke wiha bike. Ger li hemberî desthilatdariyê hinekî gav paşde bavêje wê bê berdan jî. Lê wê berjewendiyên xwe yên şexsî esas negirt. Li hember polîtîkayên faşîst yên li ser civakê, li hember tecrîd û xetereya li Îmraliyê jiyana xwe danî holê. Ji bo bêdengiyê hilweşîne, wijdana civakê bixe nava tevgerê û ji bo berpirsyariyên xwe bi cih bînin rola pêşengiyê girt ser milên xwe.Desthilatdariya dewleta Tirk timî rojevê diguherîne, dijmintiya xwe ya li Kurdan li ser Rojava ferz dike û şer dide pêş hewl dide ku greva birçîbûnê ji nedîtîve bê. Çapemeniya Tirk rola sê meymûnan dilîze. 77 roj greva birçîbûnê ya parlementerekê hêjayî nûçeyeke jî nabînin.
Grevên birçîbûnê li Ewropa û li gelek welatan belav bû. Li girtîgehan belav dibe. Êdî gihişt asta civakîbûnê. Desthilatdariya Erdogan hewl da çalakgerên ku li avahiyên HDP’ê ketine grevên birçîbûnê bigire. Tevî ku ti bingeheke wê ya qanûnî nîne jî êrîşî van çalakiyan kirin. Bi darê zorê hewl dide serî bi civakê bide tewandin. Tune hesibandina qanûnan buye ji karê wan yên rojane. Li gorî qanûnan dema mirovek weke parlementer hat hilbijartin dibe xwedî mafê destlênedanê. Dozên di derbarê wê de hatine vekirin tên rawestandin. Diviya ku Leyla Guven ne di girtîgehê de buya. Lê ji ber hiqûq nayê naskirin, dadgeh jî di bin fermana hikumetê de ne parlementer jî di girîgehan de rêhîn tên girtin.
Tecrîda li Îmraliyê buyereke ji rêzê nîne. Ji binpêkirina mafên mirovan an jî îhmala dewletê bingeha xwe nagire. Di rastiyê de polîtîkayeke ku ji aliyê xwediyên dewletê de tê hatiye plankirin û pêk tê. Bi salane li Îmraliyê pêkanîneke taybet heye. An hevparê vê tecrîdê ne, an çavê xwe lê digirin an jî zêde bi bandor nabin. Kîjan alî de lê bê mêzekirin jî rewşeke ku nayê zanîn nîne. Dewleta Tirk di dijminatiya li Kurdan de sînoran nas nake. Weke lingekî vê dijmintiyê û şerê ku tê meşandin polîtîkayên Îmraliyê tên diyar kirin. Leyla Guven ji ber ev xetereya li ser gelê Kurd û Îmraliyê baş dît dest bi çalakiyê kir.
Li Kurdistanê dema ketina nava çalakiyê ye. Dewleta Tirk demeke dirêje di nava êrîşeke piralî de ye. Rêber Apo di hevdîtina dawî ya bi heyeta Îmraliyê re dîsa hişyar kiribû. Gotubû “dibe ku careke din destûrê nedin hatin we. Jiyana we û ya herkesî di bin xeteriyê de ye.” Tiştên ku Rêber Apo got, pêk hatin. Bajar hatin hilweşandin. Efrîn hat dagirkirin û paqijiya etnîkî lê hat kirin. Rojava di bin gefa komkujiyê de ye. Xwe lê nagirin ku li bakur Kurd û muxalefet nefesê bigirin. Beriya hilbijartinên xwecihî gef û hîle nema ku nekirin. Ev êrîşkariya faşîst bi bêdengî, sekna sist, tirs û xebata bê rêxistinî nayê derbaskirin. Gel çawa ku di salên 90’î de rabû ser piyan, çawa ku bi mîlyonan herikîn newrozan, dîsa divê bi heman ruh û berpirsyariyê bikevin nava tevgerê. Niha asta zanebûnê hê zêdetire. Danehev û derfet li gorî berê hê zêdetir buye. Potansiyeleke mezin heye. Tenê divê biryara hilweşandina bend û dîwanran bê dayîn. Faşîzm tenê bi berxwedan û têkoşîna rêxistinkirî dikare têk biçe. Rêya şikandina tecrîda li Îmraliyê, hilweşandina faşîzmê û rizgarkirina Leylayan di berxwedanê re derbas dibe.





