Avesta AMARGÎ
Êrîşa li ser Efrînê û berxwedana serdemê di 1. sala xwe de, ji aliyê bi hezaran kesî ve, bi şîara Bijî “Berxwedana Serdemê” an Efrînek azad an Efrînek azad hate bibîranîn. Di serî de gelê Efrînê, gelên Bakûrê Sûriyê û dostên gelan, di 20 çile de hêrs û kîna xwe ya li hemberî dewleta tirk ku ji bilî dagirkeriyê tiştekî din nas nake anînin ziman. Ya rastî dema min biryar da ez dest bi nîsandinê bikim ez gelek çûm û hatim. Min ji xwe pirsî gelo ez binivisînim an ne. Mirov dema ku nexwaze tiştekî qanî bibe an jî bawer bike bi rastî jî qanî nabe û bawer jî nake. Ez bawerim her yek ji me di jiyana xwe de, carê di hinek mijaran de rewşên wisa jiyan kiriye.
Em niha jî wê rewşê, li hemberî rastiya ku li Efrînê dijîn jiyan dikin. Ez di wê baweriyê dame her Efrîniyek dixwaze wisa bawer bike ku Efrîn nehatiye dagirkirin û wê ti carî jî neyê dagirkirin. Ruhê ku neyê dîlgirtin, baweriya neyê şikandin û Hêvî neyên bi dawî kirin kîjan hêz dikare behsa pesindayîna xwe bike û bêje ez bi serketim. Rêber Apo, di parêznameya xwe ya Atina yê de behsa şêwazê şerê bi ‘Serkeftina Pirus’ encam dibe dike. Di wir de politîkayên tirkiyê yên du sed salên dawî ku xwe çawa pêşkêşî hêzên global dike tîne ziman. Tişta ku îro dewleta tirk li Sûriyê jiyan bike encex ‘serkeftina Pirus’. Tirkiyê hîna jî bawer dike wî bi êrîşa li ser Efrînê serkeftina Milî bi dest xistiye. Mirov carina dixwaze gunehê xwe li vê rewşa tirkiyê di nav de dijî bîne.
Bi rastî jî tirkiyê bi rijandina xwîna ciwanên Kurd bawer dike pê mezin dibe. Hişmendiya faşîst û tirkperest, mixabin û sed mixabin ev baweriya bingehê xwe vala û encamên xwe weke serkeftina Pirus’e bi gelê tirkiyê jî daye daqirtandin. Dewletek ewqas navika xwe bi derve ve girê bide dikare bi serê xwe di rewşekî li ser piya miayînê de bimîne. Ev ne pêkane û ji vê seetê û şûnde jî wê ne pêkan be. Tirkiyê li sûriyê weke ew kesê balte daniye ser lingê xwe û hewl dide jêbike lê hatiye. Bi efrînê re Hestiye lingê xwe şikand û bi van gefxwarinên dawî li ser Rojhilatî Firatê lingê xwe tam jê bike. Em karin bêjin dewleta tirk armanca xwe ya dagirkirina Sûriyê pêk aniye. Çawa pêk anî? Roja ku çete ajotin ser bajarê Serêkaniyê, Kobanê, İdlibê, Cereblusê û îro jî Efrînê. Her kes dibêje wê tirkiyê bi van kiryarên xweyî li Sûriyê fatora wê giran bide. Ev fatora ku dewleta tirk wê bide ne pir nêz be jî lê pir dereng jî xuya nake.
Gel, îro bi yek dengî, bi yek beden û ruhî dîsa got berxwedan, berxwedan. Berxwedana Serdemê, Di nava 8 salên şoreşa Bakûrê Sûriyê de, berxwedana Serdemê wê her tim xwedî cihekî cuda be. Gelê Efrînê, biryardariya xwe bi şehîd û Rêberê xwe re, îro careke din û ji her demê zêdetir aniye ziman. Tişta îro bê kirin jî kar û xebatek baş ji bo rizgakirina xaka Efrînê ye. Di salvegera 1. ya berxwedana serdemê de gel ev soza da û peyam dan her kesî û gotin; çawa bi sedsalan Kurdistan, di bin dagirkeriyê de ma, gelek hêzan hatin xwestin mêtîngeh bikin lê nekarin Kurdistanê, ji rastiya Kurdayetî qut bikin û her ya kurdan û gelên Kurdistanî re ma, îro Efrîn jî wê her bi nasnameya Kurdê di lêgerîna azadiya xwe de îsrar dike re bimîne.





