Burhan ERDEM
Îbrahîm Bahattîn Karakutuk bû navê wî, bi navê xwe yê li nava me `BAHA`…
Li taxeke Enqerê “Küçükesat” di sala 1966’an de hatibû dinê û ew der bûbû mekana zaroktî û ciwantiya wî. Bi gotina wî, ew ji aliyê malbata xwe ya “burjuvaya biçûk”, weke “zarokên guldankan” tevî 2 xwişkên xwe tê mezinkirin.
Baha di şertên Tirkiyeyê de serkeftineke mezin pêk tîne, û dikeve yek ji zanîngehên bijarte: Yanî Beşa Fîzîkê ya ODTÜ’yê. Di wê demê de, Baha fikrên çepgiriyê nas dike ûvji ber çalakiyên xwe yên siyasî, mafê xwe yê perwerdeyê winda dike. Di sala 1991’an de, li gel komek rojnamevanên ku ji Enqerê nas dike, tevlî amadekariya rojnameya Özgür Gündemê dibe.
Bahayê ku li wê derê rojnamevaniyê hîn dibe, pişt re bi gotina wî “tenê ji ber zanîna wî ya îngilîzî” derbasî nûçevaniya dîplomasiyê dibe. Baha, wekî nûçevanê rojnameya Özgür Gündemê, dîplomasiya Enqerê dişopîne û nûçeyên xwe bi navê Bahattin Karakütük diweşîne. Baha hingê di rojnameyê de nûçevanê yekane yê dîplomasiyê ye. Ji ber ku ew ji her dîplomatî pirsgirêka kurd dipirse, ji aliyê nûçevanên rojnameyên din ên di nav dîplomasiya Enqerê de wekî “Kurtçu” tê gazîkirin.
Tevî derketina rojnameya Özgür Gündemê, li hemberî rojnamevanên kurd polîtîkaya çavtirsandin û qutifandinê bi dijwariyeke ku heta hingê nehatibû dîtin, pêk dihat.
Heta sala 1994’an, ji 30’î zêdetir rojnamevan û belavkarên kurd hatibûn qetilkirin.
Di wê demê de Baha bi baweriyeke xurt rojnamevaniya kurd didomîne û ji ber vê yekê jî ev tewr dibe sedema revandina wî. Piştî revandina wî, ji bo Baha çi ji Tirkiyê çi jî ji derve saziyên mafên mirovan û saziyên çapemeniyê dikevin dewreyê û dest bi kampanyayeke mezin dikin.Bi saya wê kampanyayê, Baha bi şertê ku careke din nexebite tê berdan. Lê belê Baha tevî hemû êrîş û binçavkirinan xebatên xwe didomîne.
Piştî rojnameya rojane, pêşveçûna herî mezin a di çapemeniya kurd de, destpêkirina weşana Televizyona MED bû. Ev, di rojnamevaniya kurd de, di heman demê de destpêkirina pêvajoyeke nû bû jî. Cara pêşîn neteweyekî bêdewlet, li gelek deverên dinyayê weşanê dikir. Û Baha, ji bo ku tê de cih bigire, ji Londrayê hat Brukselê. Di navenda nûçeyan a Televizyona MED de, bi salan edîtoriya nûçeyên derve û ya servîsa dîplomasiyê domand. Bi girtina MED-TV, di kanala demî ya “C TV” de, karê Baha koordînatoriya weşanê bû. Piştî “C TV”ya demkurt, televîzyona nû ya kurdan MEDYA-TV, di sala 1999’an de derket pêşiya temaşevanên xwe.
Baha, di sala 2000 de ji Navenda Nûçeyan vediqete, û weke ku dîsa wî digot, ew biryarê digire ku di avahiya televîzyona duqatî de hilkişe qata serî. Wê çaxê ew di Sêla Sor de ku wek hefteyî tê weşandin, dest bi xebatê dike, û pê re jî bername dibe rojane. Û êdî ew di wê bernameyê de edîtoriyê dike. Bi taybetî hevpeyvînên wî yên bi dîplomatên biyan re û bi sedan dosye-nûçeyên ku wî ji bo Sêla Sor amade kiribûn, demeke dirêj di rojevê de mabûn.
Baha êdî bi tevlîbûna bernameya Sêla Sor tecrûbeya xwe ya nûçevaniya dîplomasiyê radigihand temaşevanan. Di amadekariya televîzyona ROJ TV de Baha wezîfeyên aktîf hilgirtin ser milê xwe, û ji bo bernameyeke din jî milên xwe vemalandin. Sêzde sal di ser mirina wî re derbas bûn. Hempîşeyên Baha yên di medyaya kurd de pê re dixebitin, wê li bîranîna wî xwedî derkevin.





