Tayîp TEMEL
Em di pêvajoyek pir rojevî de derbas dibin. Bêguman her rojevek bi sere xwe, xwediyê wate û girîngiyê ye. Lê îro terz û qerekterê siyasetê jî guherî ye. Çawa mijarên kûrevî bandorê li rewşên herêmî dikin, wisa bûyerên herêmî û lokal jî bandorê li ser pêşketinên kûrevî dikin. Bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn ev rastî zêdetir derbas bar e. Siyaset jî divê li ser vê bingehê bêhonandin, hevsengiya bûyerên kûrevî û herêmî bê honandin. Li Rojhilata Navîn kaosa pergala kapîtalîst hindî diçe kûr dibe. Êrîş guherîn û veguherînê tên kişandin. Aliyên vê têkoşînêzelal in. Hêzên statûkoparêz, dagirker, emperyalîst li aliyekê; hêzên demokrasîxwaz jî li aliyekê ne. Divê hemû rojevên heyîdi vê çarçoveyê de bên dîtin û têkoşîn li gorî vê bê meşandin.
Niha li Suriyeyê û girêdayî vê yekê li Rojhilata Navîn dengeyaheyî serobin dibe û hewildanên dengeyek nû heye. Piştî şerêheşt salan ê li Suriyeyê hêzên hegemonîk niha dixwazin birêbazek cuda berjewendiyên xwe biparêzin. Ev dê hevgirî û hevalbendiyên nû bi xwe re bîne. Biryara DYA’yê ya vekişînaji Suriyeyê jî encamek vê hewildana nû ye. Li vir xaladerdikeve pêş ew e ku DYA dixwaze rolek bide Tirkiyeyê. Lêji ber politikaya dijminane ya Tirkiyeyê ku li hemberî kurdan dimeşîne, ev plana wê bi rêve naçe. Bi gefên li hemberîTirkiyeyê û hişyariyên li hemberî kurdan, DYA dixwaze vanhêzan bîne ser xeta xwe. Lê ji ber dijminiya li hemberî kurdan dê çiqas pêk bê ev plan nediyar e.
Li gorî hevkariya Tirkiye û DYA’yê dê pêşketinên li Tirkiyeyêjî biguherin. Bandora wê dê li ser pêvajoya berxwedanên li girtîgehan, destkeftiyên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê jî bike. Îktîdara AKP-MHP’ê dixwaze bikeve Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û statûyakurdan asteng bike. Hewil dide DYA’yê ji bo vê yeke îknabike. Bi hêza ji vir girtî jî dixwaze nijadperestiyê bilind bike û pergala dîktatoriyê ya li Tirkiyeyê zêdetir sazûmantir û bihêztir bike.
Li ser vê bingehê berxwedana li zindanan û hilbijartinênherêmî zêdetir girîng dibin. Çawa dîktatoriya AKP-MHP’êdixwaze bi êrîşên ji derve hêzên nijadperest ên hundir xurtbike û bi hêza ji hûndir digire êrîşî derve bike, divê hêzêneaştîxwaz û demokratîk jî li gorî wê tê bikoşin. Pêwist e hêzêndemokratîk jî bi têkoşîna hundir piştirî bide Bakûr û RojhilatêSuriyeyê û bi hêza ji wir digire jî têkoşîna li hemberî faşîzmêxurt bike.
Di vî warî de avantajek mezin a hêzên demokratîk heye. Îro li hemberî êrîşên faşîzmê li hemû deverên cîhanê bertekek girîngçêbû ye. Piştigiriyek mezin a gelan ji bo gelê kurd û hêzêndemokratîk heye. Berxwedanên zindanan, meşandina xebatênhilbijartinê û piştgiriya ji bo Rojava bi hevre bên meşandin, toqata dawiyê li faşîzmê bixe. Ji bo vê pêwistiya me bi dîtinahêza me heye. Ev hêz û derfet niha li pêşiya me ne. Em guhbidin vî denge berxwedanê yê ji zindanan hatî û xwedî lêderbikevin bahar dê bibe ya me.





