Derwêş M. FERHO
Li welêt rewşa siyasî giran e. Di ware aborî de dewlet her awayê tengasiyan der dixe ku Kurdan feqîr-belangaz bihêle. Jiyana Kultûrî ji her alî ve di nav pençê rejîmên faşîst de dinale. Kurdbûn ketiye nav çarçeweya qedexan. Kurdistan xwîn digirî. Têkoşina gel jî bi hemû dijwariyên xwe ve tê kirin.
Hêviyek ji yên gelek Kurdan xebata Kurdên derve ye. Pirsgirêka Kurdan di qada navneteweyî de were minaqeşekirin. Şaxên pirraniya rêxistinan jî li Ewropa peyda dibe. Ji xwe Kurd di warî de zengîn in. Rêbaz û hedefa wan nêzî hev be jî hejmara wan zêde heye. Xirabî di pirrbûna rêxistinan de nine. Xirabî di awayê têkilî û hevkariya wan bi hevra ye.
Payiza 1981, bi şewra çend dostên Beljîkî[1], bi taybetî Flaman, me bangek li rêxistinên Kurdistanî kir ku bi hevra dosyeke li ser rewşê amade bikin û berê xwe bidin Parlementoya Ewropa li Strasbourg. Armanc, di temamiya heftê de li wira bi parlementerên ji welatên cuda re hevdîtinan pêk bînin û rewşa welêt bi wan bidin nasîn. Rêxistinên bersiv dan û hatin civînê ev bûn: AKSA (Komeleya Xwendekaran li Dervayê Welêt), KXPK (Komeleya Xwendekarên Kurdên Pêşverû li Swêd), YXXKF (Yekîtiya Xwendekar û Xebatkarên Kurd li Fransa, Mala Geklê Kurd (Almanya), KOMKAR (Almanya), KOC-KAK (Almanya) û KKDK (Almanya). Civîn li navenda rêxistina me li Brukselê ye.
Di temamiya paşnîvro û êvarê de civîn pêk hat. Hezar car mixabin, di vê civînê de mijara sereke nehat axaftin. Munaqeşe di navbera du rêxistinan de li ser têkiliyan wan bi hevra bihurt. KKDK di salên heftê de nivîseke rexnegîr li ser KOMKAR nivîsiye û lêborînê dixwaze. Rêxistina xwediyê rexnê jî qebûl nake. Dawiya dawî bêyî ku mijara esasî were axaftin em ji komelê der çûn. Biryar ew bû serê sibehî dîsa werin û civîna xwe bidomînin. Me jî ji qesta ew her du nûner di yek odê de dan razandin. Me ji wan re got: “heta sibehî bi hevra biaxivin, pisrgirêka xwe çareser bikin ku em bikaribin sibe li ser dosye biaxivin. Herçend e ev daxwaz pêk nehatibe jî me civîna xwe diroja din domand.
Lê vê care li ser projê hat axaftin. Biryara nivîsa raporeke kurt û xurt hat dayin. Rêxistinên ji Almanya bare nivîsandina raporê girtin ser xwe. Nivîs bi Almanî amade dibe, wergera wan bi zimanên Ingilîzî, Frensizî û Hollandî ji aliyê dibe. Bi xwe re dibin û li parlementera belav dikin. Ji 15.02 heta 19.02 ji her rêxistinê nûnerek tê û diçin Strassbourg. Lê, sê roj ji çûnê re hene û hê jî rapor nehatiye. Bi bayê lezê me raporek wergera sê zimanan amade kir. Nûnerên du rêxistinên ku di civîna pêşin de hemû rojê munaqeşe kiribûn xuya nekirin. Bê goman şandeya hevpar bi nave hemuyan çû Strasbourgê.
Rapora hat amadekirin kurt û bi wate bû. Hêvî û daxwazên van rêxistinan di pênc xalan de hatibûn nivîsîn. Rawestandin û qedexeya êşkence û cezayê kuştinê. Komisyoneke bêalî here rewşê li Kurdistan bibîne. Civîneke fereh li PE pêk were. Daxwaza civînekê li ser pirsgirêka Kurdî li Netewên Yekbûyî. Rawestandina alîkariya leşkerî û aborî bi Turkiyê re heta rewş demokratîk nebe. Armanc ew bû ku parlementerên Ewropa li PE û welatên xwe zextê li ser rayedarên hikûmetên xwe bikin û Kurdan tenê nehêlin.
De wan rojan de bi dehan endamên parlemento û gelek kesayetiyan re hevdîtin pêk hatin. Xebat berdewam e.





