Rojnameya Ronahî

Êrîşa li Minbicê îttifaqa DAIŞ-HTŞ-Tirkiyê ye

Ezîz KOYLUOGLÛ

Êrîşa xwekuj ya li Minbicê bû rojevekî girîng. Leşkerên DYE yên ku di sala 2015 derbasî Sûriyê bibûn, bi êrîşek wiha re rûbirû nemabûn. DAIŞ herçend li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek êrîş kiribûn jî, leşkerên Emerîkî nekiribûn armanc. Di esas de hêzên ku DAIŞ bi rêxistin dikirin, hedefek wiha nedabûn pêşiya DAIŞ’ê. Çima di vê demê de êrîşek wiha pêkhat?

Bîryara Trump ya vekîşîna leşkerên Emerîkî ji Sûriyê faktorek esasî bû. DAIŞ û hevalbendên wê ev yek ji bo xwe wek serkeftin pênasekirin.

Ya duyemîn di navbera komên terorîst de hevkariyên hene piştî îdîa DAIŞ ya dewleta îslamî di erdê de nema zêdebû.

Serokê HTŞ-El Qaîdê Muhammed Colanî daxuyanî da û Hêzên Sûriya Demokratîk wek kafir binavkir û hevkariya xwe bi êrîşek dewleta Tirk dagirker ya liser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Dibe ku êrîşa li Minbicê bi hevkariya DAIŞ, HTŞ û dewleta Tirk pêkhatibe.

Niha em van tespîtan li aliyekî bêhêlin.

Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê gihaştiye astekî êdî erd di destê DAIŞ de namine. Lê DAIŞ wek hêzekî li herêmê xwe dispêre nakokiyên li herêmê û alîkariya dewletên mîna dewleta Tirk. Ji bo wê jî tinekirina DAIŞ’ê wê demek dirêj bidome. Niha hemû hêzên li dijî DAIŞ’ê têkoşîn dikin, vê rastiyê dibînin û hinek jî li gorî wê tevdigerin. Di heman demê de dewletên alîkariya DAIŞ’ê dikin jî li gorî rewşa nû xwe bi rêxistin dikin. Xuya dike ku êdî bi navê DAIŞ’ê dewam kirin ji bo wan hêzan jî zahmete. Ji bo wê jî dewleta Tirk ya dagirker ketiye nava tevgerek ku li şûna DAIŞ’ê hêzeke din ava bike. Danûstendinên bi Heyet Tehrîr Şam re (Cephet El Nusra) hinekî bi vê armancê pêktên.

Li Suriyê du hêz hene ku çalakiyên xwekujî pêktînin. Yek ji wan DAIŞ e. Ya din jî HTŞ ango El Nusra ye. Ev herdû komên teror di mijara dewlet avakirinê de bi hevre nakok bin jî, di gelek mijaran de dighêjin hev. Di demên borî de li herêmên wek Şam û Helebê bi hevre li dijî rejîma Sûriyê ketin nava êrîşan. Hevkariya HTŞ û DAIŞ di gelek aliyan de wek nakokî xuya bike jî, di demeke ku li Sûriyê êdî DAIŞ îdîa xwe ya dewleta Îslamî wenda dike de, hevkariya bi HTŞ re di meriyetê de ye.

HTŞ-El Qaîde ev demeke di bin parastina dewleta Tirk de ye. Dewleta Tirk ya dagirker bi avakirina 12 navendên çavdêrî ku niha bûne navendên leşkerî, parastina El Qaîdeyê li Sûriyê dike. Hevdîtina rayedarên dewleta tirk  û serçeteyên HTŞ di vê dema dawî de zêdebûne. Li gorî agahiyan di van hevdîtinan de dewleta Tirk ji HTŞ’ê dixwaze bi temamî têkeve bin serweriya wan. Lê HTŞ wek DAIŞ dixwaze têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re di çarçova hevkariyê de bidomîne.

Pirsa, “çima DAIŞ derket” mijareke ku divê em baş li ser bisekinin. DAIŞ di demeke  ku HTŞ ya wê demê navê wê Cephet El Nusra bû û êrîşî Kurdan dikir binket, derket holê. Destpêkê Nusra û DAIŞ bi hevre tevdigeriyan û hevkariya hev dikirin. Lê li ser mijara “kî wê bibe serok” nakokiyên Colanî û Baxdadî cûdabûn. Niha dewleta Tirk hewl dide rola ku DAIŞ nikaribû li dijî Kurdan bilîsta bide HTŞ’ê. Serokê HTŞ’ê jî bidaxuyaniya xwe ya dawî got ku “ew amade ne.”

Di demeke ku DAIŞ bi temamî axa dagirkiriye wenda dike û Hêzên Suriya Demokratîk derbê giran lê dide, êrîşa li Minbicê watedar bû. Li herêmê hevkariyek nû heye. Serkêşiya vê hevkariyê jî dewleta Tirk ya dagirker dikşîne. Êrîşa li Minbicê jî wek îttîfaqa dewleta Tirk ya dagirker, HTŞ û DAIŞ’ê ye.

Li ser Sûriyê berî niha jî ev îttîfaq hebû. Li dijî Kurdan Cephet El Nusra, DAIŞ û dewleta Tirk bi hevre êrîş pêk dianîn. Lê xuya ye ev tevger vegeriya êrîşên li dijî leşkerên Emerîkî. Ev jî wê hevsengiya li heremê hinek din biguhere.