Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Teror

19/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Teror
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan CAN 

Di van rojên dawî de, di nav de 4 leşkerên Emrîkî 15 kesan jiyana xwe di teqîna li Minbicê ji dest dan. Ji dîroka hatina koalîsiyona navnetewî û leşkerên Amerîkayê yekemîn car e ku rasterast tên armancgirtin. Teqîna ku buye, ne ji rêzê bû, taybet piştî daxuyaniyên Erdogan û dewleta Tirk. Serokê Amerîkayê Trump piştî daxuyaniya xwe ku ew ê aboriya Trikiyê hilweşînin, rastî nerazîbûna Tirkan hat. buyera li Minbicê jî bersiva wê bû. Belkî heya niha di derbarê teqînê de rewş zelal ne bûye; lê di heman roja teqînê de girtina şaneyekî istîxbaratê yê girêdayî MÎT’a tirkan vê yekê ji gomanan dişo.

Di vê rewşa li Sûriyê ku mîna volkanekê ye li ber teqînê ye, mirov nikare palê bide daxuyaniyên feredî yên dewletên cîhanî û bi taybet ji kesayetekî mîna Trump. Hin caran xuyaye hesabê mal û sûkê li hev nayên. Her çiqasî dewletekî mîna Amerîkayê ku xwe bi hêza xwe dibîne, dibêje ez û ne kes; lê me dît bersiva tirkan jê re çibû. Divê Amerîka vê baş zanibe ger ev teqîn hinceteke mezin dide ku xwe zû ji Sûriyê vekişînin; lê ger îro li vir hatin aramancgirtin wê sibe di hundir malê xwe de jî rastî van êrîşan were.  Siyasetên sexte yên van dewletan ku li ser bingeha berjewendiyan avabûye xêrê ji mirovahiyê re naxwaze.  Ya wan rast be, di dîroka îro de, ango di dîroka weşandana vê gotarê ku salek di ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê re derbas dibe, gelek zelal van siyastan rût dike. Ger rastî dixwazin kokên terorê biqelînin wê demê çima hefsarê Trikiyê û çeteyên wê berdan nava herêma herî ewle li Sûriyê Efrînê. Niha jî behsa herêma ewle dikin, bi nêrîna min, divê ev herêm me ku di hundirê sînorên Sûriyê de bê avakirin lê belê di hundirê Sînorên Tirkiyê de, ji ber ku çavkaniya terorê bi sînorên wê ve tê.

Di vê rewşê de, tenê riyek heye ku teror pê bê qedandin, ger ne bi wê bê jî wê teror tu carî bi dawî nebe. Tenê bi rizgarkirina Efrînê encax kok û mokên terorê bên qedandin û cîhan ji  terorê xilas bibe. Ya duyem jî bi biryarek navnetewî jî  hemû heyînên dagirkeriya Tirkiyê ji tevhahî Sûriyê bê derxistin. Herêma ewle jî yê ku behsa wê dikin divê bi gerantiyek navnetewî were avakirin. Lê bi nêrîna min jî ev hêzên kum şîn ango hêzên parastina aştiyê li gelek welatên dunyayê bûne sedemê dagirkirina wê herêmê ji hêla hêzeke hevkar mîna Tirkiyê wek mînak, ango dîsa ev hêz mîna hêzekî dagirker mirov dikare binas e.

Bi gîştî ger çavkaniyên terorê neyên çikandin wê tu carî cîhan rihet rûne nê!!!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.