Rojnameya Ronahî

Tenêbûn

Binevş SARYA

Gelo ma ti candar dikarin bi serê xwe û ji karwan û refên xwe qut bijîn? Dema ez li ser vê mijarê dihizirim bê ku bikevim ferqa wê, berê min dikeve şiveriyeke zirav, serberjêr û bê ku şûn xwe ve vegerim dikevim newalek kûr. Li pişt min dibe çiyayekî bilind ku berfa nû û kevin li ser digihin hev. Lê dema dibînim ku ezê di latan da werbibim, li wir disekim û ji xwe re dibêjim; li dawiya her newalekê deşteke fireh û zeviyên bedew hene û li wir berê xwe didim rojê, pişta xwe didim şevê. Jixwe rastiyeke gerdûnê jî ya ku jiyan li ser dubendiyan dimeşe heye, ango ti zindî bi serê xwe nikarin hebûn û ewlekariya xwe misoger bikin. Di baweriyan tevan de gotineke wiha heye ku dibêjin; tenêbûnn ji Xwedê tenê re heye. Ji vê gotinê mirov digihe encama ku ne qabil e mirov yan jî zindiyekî din bi serê xwe jiyana xwe bidomînin. Lê mixabin ku mirov, bi gotina rasttir destihiladar jiyana tenê bi ser mirovan mirovan de disepînin û bi darê zorê wan tenê dikin nava hucreyên tarî.

Ev 20 sal in ku Rêber APO bi serê xwe di nava giravekê de tê girtin û di nava van 20 salan de, bi salan e bê ku parêzer û malbata xwe bibîne dijî. Dibe ku hûn bihizirin ku Rêber APO ne tenê ye, rast e di warê manewî ne tenê ye, lê di jiyana mirovan de gelek girîng e ku li derdora mirov civat û kes hebin ku tu bi wan re bidî bistînî. Ji bo me hemûyan jî kombûna civatan gelek girîng e. Dema em du rojan tenê dimînin jiyan li me dibe weke jehirê û her tişt li ber çavê me reş dibe. Her çendî mirov di warê manewî de ne tenê be jî lê divê mirov di warê bedenî de jî xwe tenê hest neke. Jixwe rastiya jiyanê bixwe jî civakîbûn û jiyana bi hev re ye. Nexwe tu nikarî wateyeke din bidî jiyanê. Di xwezaya zindiyên din de jî jiyana bi hev re bedewtir tê pênasekirin. Dema tu li ciyekî gulekê, yan jî kulîlkekê bibînî bêguman tu li wir gelek gul û kulîlkên din jî dibînî. Ji ber wê mirov vê rastiyê bi awayekî baştir dibîne ku jiyan tenê nabe, nexwe yan tuyê nikaribî navê jiyanê li wê hebûnê bikî, yan jî wateyek din lê bar bikî. Jixwe ev rastî di her derê derdikeve pêşiya me.

Tenêbûn ne bi peyvan, ne jî bi dîtinê tê pênasekirin, yê tenê mayî vê rewşê dizane. Gotina pêşiyan e; yê ne li malekî nizane bi ehwalekî’. Demeke dirêj e ku ez li ser vê rewşê dihizirim. Bêguman çend awayên tenêbûnê hene. Ne pêwîst e ku mirov di nava çar dîwaran de tenê bimîne. Hin dem hene ku mirov di nava qerebalixê de jî tenê dimîne. Ya girîng ew e ku mirov ruhê xwe ji civak û xwezayê qut neke. Hin dem hene ku mirovan neçarî tenêbûnê dike û hin dem jî hene eger tu bi bedenî tenê bî jî tu bi ruh tenê namînî. Mînak; Rêber APO bi salan e ku bi awayekî bedenî di nava çar dîwaran de ye lê di warê manewî û ruhî de bi milyonan re dijî û bi her awayî civakî ye. Ya girîng ew e ku mirov bikare di her kêliya jiyana xwe de xwe bike yê civakê û di hundirê xwe de bi civakê re bijî. Yên wateya bedewiya jiyanê bizanin û xeyalên wan mezin bin dikarin bibin xwediyên jiyaneke biwate. Ya girîng ew e ku mirov ti caran dilê xwe di nava cemeda tenêbûnê de nefetisîne û xwe ji baweriya serkeftin û civakîbûnê qut neke.