Rojnameya Ronahî

Tabûyên Civakî

Sîpan ŞÎNDA

Tabû, lebatên mirovan, yan ji girêdayî rêgezên diyarde, ji qedexeyên civakî yên xurt yên pîroz yan ji yên destdana wan qedexe re tê gotin. Yanê ji edetên xerîb yên civakên li deverên cuda yên gerdûnê de jiyane û dijîn re tabû tê gotin. Peyva tabû, ji zimanê Polînezî tê. Tabû, di nav civakan de pirrin. Her civakekê li gor bawerî û jiyana xwe tabûyên wan hene. Bes mentiqê tabûyan hema bêje di nav hemû civakan de weke heve. Ew tabû ji bo kesan, koman, civakan “pîroz”in. Destdana wan, ango gotin avêtina wan qedexeye. Gelik caran gotinên li dijî tabûyan têne gotin qedexene û di nav civakê de nayên erê kirin. Tabûyên ji bo hemî cîhanê derbasdar nînin. Lêbelê mekanîzma tabûyan hema bêje li hemî deran û hemî deman weke heve. Ev mekanîzma ji, mirovan, koman, civakan li hemberî tabûyan bê hêz dike.

Gelik nivîskaran li ser tabûyan, teybetmendiyên wan û hêza wan ya li ser jiyana civakê lêkolîn kirine. Nivîskarê yekem yê li ser tabûyan lêkolînên zanistî kirî Sîgmûn Frûîd e. Tabû, di esasê xwe de ji edetan tê. Gelik caran, dema mirov berê xwe dide tabûyên civakên cuda, tiştên wan li mirov pirr xerîb tên. Bi teybetî ji tabûyên civakên kevin. Lê her civakekê edetên wan yên cuda, jiyaneka wan ya xweser heye. Girêdayî vê cudahiyê, xweseriyê ji tabûyên wan hene. Di nav civaka Kurdan de ji girêdayî edetên wan, baweriyên wan gelik tabûyên wan hene. Gelik ziyaretên mirov newêrin nêzîk bibin, pirr tirbên mirov hêviyan jê dikin hen. Yan ji gelik kesayetiyên di nav civaka Kurd de weke tabû têne qebîl  kirin hene. Li gor baweriya civakê ev tirb, yan ji kesayetî xwediyê hêzeka mezinin û girêdayî vê hêzê ji civak hêviyan ji wan dike. Emê niha çend mînakên tabûyan ji civakên cuda bidin. Di nav Kurdan de dema keçikek dizewice, malbata wê paçikek sipî ji bi bîkê re rêdikin. Ev nîşana bîk “keçe” û dema şeva gonê xwîna bîkê bi wî kincê sipî ve didin û nîşanî mala zavê û carinan ji ya mêvanan ji didin. Hege bûk “keç” dernekeve, wê li ser mala bavê wê de rêdikin û dibêjin vaye keçika we ne “keçe” û wan şermezar dikin. Taliya wê ji kuştina keçikêye. Di nav civaka Kamchdalan de tabûyek berovajî vê heye. Hege bîk di şeva gonê de “keç” derbikeve, zava diya bûkê şermezar dike û dibêje te keça xwe baş perwerde nekiriye. Dîsa di nav Kurdan de niviştî heya niha ji weke tabûyekê di nava civakê de belave. Di nav Hindûyan de tabûyek bi navê ‘Satî’ hatiye jiyîn. Li gor vê edeta ‘satî’, dema mêr dimir, jina wan ji bi wan re sax dihate şewitandin. Ev tabû, hetanî sedsala 19 an ji di nav Hindûyan de dewam kiriye. Di nav Hebrîdiyan de extiyar bi awayekî zindî dikirin di gorê de. Hege hinek extiyar nexwestan wan bi saxî bikin di gorê de, ew dihatin şermezar kirin û weke rûreşê malbatê didan nîşan. Di nav Misilmanan de serdana cihên olî bê destnimêj nayê kirin. Herweha jin serût naçin serdana cihên olî.

Hemû tabû ne mezbîtin. Dibe hinek tabû bi sedsalan, hezar salan ji di nav civakan de bên parastin lêbelê di nava demê de qels dibin û paşê ji holê radibin. Hinek tabû ji daîmî ne. Bi teybetî tabûyên girêdayî ola, baweriya bin û pîroz bên qebîl kirin, gelik qayîmtirin û li hemberî guhertinê hêza wan ya parastinê zêdetire.