Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di teqîna li Minbicê de mesaja çi tê dayîn?

18/01/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
2 şertên esasî ji bo çareseriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed SEYDÎ

Minbic bûye navenda geşedanên li Sûriyê. Bajarekî ku di bin hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de bû. Her wiha Minbic ji bo çeteyên DAIŞ’ê damara xwînê û rih dayînê ya bi riya Tirkiyê pêk dihat bû.

di 15 tebaxa 2016’an daxuyaniya rizgarkirina wê ji aliyê Meclisa leşkerî ya Mincibê ve hat dayîn. piştî ku bajarê GirêSipî ji DAIŞ’ê hat paqijkirin bi rizgarkirina Minbicê jî peywendiya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re heta radeyeke bilind hat birîn.

Dewleta Tirk ji bo ku Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê neyê rizgarkirin hemû tiştê ji destê wê hat kir. Di bin navên cûda de xwe û çeteyên xwe tevger kirin û desteke xurt da çeteyên ku têk diçûn, ji ber ku têkçûna çeteyan li Mincibê têkçûna xwe didît.

Em dîsa bi bîr bixin ku DAIŞ’î yên ji Minbicê derketin û gel wekî mertalên zindî ji bo parastina xwe bi kar anîn berê xwe dan Cereblûsa ku piştre bi Şanoyekî cilguhertin û navguhertinê dewleta Tirk ew herêm dagir kirin. Bi vê yekê jî dewleta Tirk parastina çeteyên xwe (DAIŞ) ku niha navên cûda li wan kiriye li nava sûriyê misoger kir.

Em werin ser rewşa niha ya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û bajarê Minbicê.  Dewleta Tirk ji roja ku Minbic hatiye rizgarkirin gefên dagirkirinê lê dixwe û hemû hewldanên xwe kirin û dike.

Lê ji ber ku ev yek ji gelek aliyan ve hat redkirin êdî dest bi rêbazên cûda yên dagirkirinê û derxistina fitneyê di nava nişteçihên bajêr de kir. Dem bi dem li nava mincibê bi armanca derxistina tevliheviyê bi destê çete û şaneyên razayî teqîn pêk dihanîn. Bi dehan şanayên razayî yên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin girtin di lêpirsînên bi van çeteyan re ku ji aliyê mecllisa leşkerî ya minbicê ve dihatin kirin li xwe mukir dihatin ku ew ji aliyê MîT Tirk ve hatine erkdarkirin.

16 çile roja çarşemê li nava Mincibê teqînek li taxeke bajar û li kolana herî qerbelix ku di heman dema ku hêzên koalisyona navnetewî jî li wir bûn êrişeke terorane pêk hat.

Dema em li vê êrîşê dinêrin, dem û cihê wê ku hemwextî gefxwarinên dewleta Tirk li ser bajar pêk tê hat kirin..

Hema piştî teqînê jî nûçegihanê nûçeyên lezgîn-taybet serokkomarê Tirk R.erdogan li pêşberî Kamîreyan agahî derbarê Teqînê de dan û got ku 5 leşkerên Amerîkî hatine kuştin. Lê ne balkêşe ku hîne hêjmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin Tayib Erdogan van agahiyan wekî ji çavkaniyên xwe bawer dide.

Li gorî hin dezgehên çapemeniyê çeteyê ku ev êriş pêk aniye ji bajarê cereblûsê derbasî Mincibê bûye. Ev agahî çiqas ku heta niha nehatibe piştrastkirin an jî agahî berfireh ji aliyên fermî ve nehatibin dayîn ev yek li ber çavane. ji ber ku hemû şaneyên razayî yên hatine girtin ku rojekê piştî teqînê jî guropek hatin girtin li xwe mikur hatin ku ew bi fermana Dewleta Tirk û çeteyên mertala Firatê ku navê çeteyên DAIŞ’ê yê nûye tevdigerin.

Hemû hêzên ku li herêma Minbicê kombûne li dijî ku aramiya li bajêr xirab bibe û ti feydeya wan tê de tuneye ji derveyî dewleta Tirk. Dewleta Tirk dixwaze bi vê yekê mesajê bide: “ DAIŞ hîne li herêmê bi hêze, pêwistî bi operasyoneke ku ez dest pê bikim heye, ewlehî ji bo Leşkerên Amerîkî jî li Minbic tuneye. Divê xwe vekşînin. Em ê werin herêmê.”

Dema em van hemû gotin û peyamên heyî yên rayedarên dewleta Tirk didin ber çavan yek ser dewleta Tirk dikeve bala her kesî. Tenê ya ku xwe dibîne jê sûd werbigre dewleta Tirk e.

Lê gelo dewleta Tirk vê yekê di ber çavan re derbas nake ku hemû alî dizanin ku bermahiyên DAIŞ’ê, El-qaîda û çeteyên El-nûsra niha ji aliyê dewleta Tirk ve li deverên ku dagirkirin tên parastin.

Ev êrîşa ku çêbû jî bi xwe re ihtîmala ku Amerîka biryara vekşîna leşkerên xwe  ji bo demeke dirêjtir paşde bixe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.