Farûk SAKIK
Dema birayê rêber Abdûllah Ocalan, Memed Ocalan çû Îmralî û 15 deqîqe hevdîtin pêk anî, bendewariyek çêbû ku wê dawî li çalakiyên greva birçîbûnê were.
Dive baş were tarîf kirin ka ev cûre çalakî tê çi vateyê. Mirov di kîjan rewşan de serî li vê cûre berxwedanê dide.
Di destpêkê de dive baş were zanîn, ev grevên birçîbûnê bi tenê li zîndanan nayên lidarxistin. Di dîrokê de li kuderê zordarî, hovitî, dagirkerî, komkujî, binpêkirina mafên tekekasî hebûye, serî li vê cûre berxwedanê hatî dayin. Û dive baş were zanîn ev cûreyek tekoşînê ye.
EWROJ…
Dîroka, greva birçîbûnê ji dema Romayê dest pê dike. Wê demê zilmek mezin li ser Xiristiyanan hebûye. Bi taybet di dema Împarator Tiberius de kûştin û destdirêjî derdikeve asta herî jor. Li hember van kiryaran, hevalê Împarator Tiberius, Neva dest bi greva birçîbûnê dike û dixwaze bi vê çalakiyê Tiberius îkna bike.
Sal û dem derbasbûn û ev êdî wek çalakiyek derbasî rûpelên dîroka têkoşînê bû.
Di dîroka kurdan de jî berxwedana dîrokî ya “14ê Tîrmehê” yek ji van çalakiyane.
Pirsek tê kirin. Wê demê argumanek an jî çalakiyek ku were kirin tunebê, ji neçarî serî li vê cûre çalakiyê didan, lê gelo çima îro ev çalakî tê tercîh kirin?
Ev kesên vê pirsê dikin dikarin bersiva xwe jî bidin. Em îroj di rewşek wisa de ne ku; ji wan deman xirabtire.
Dîsa divê baş were zanîn ev çalakiye. Çalakvan biryar daye û ev çalakî lidarxistiye. Tu kes nikare bibêje, ya xwezî li dewsa ku tu zirar didî xwe, te zirar bida dijminê xwe. Na. Ev helwesteke rast nîn e.
Ev dişibe çalakiya gerîllayek. Carnan encam digire, carnan jî zahiyat dide û Carnan jî manewra dike. Lê ew biryara vê yekê dide.
Çalakiyê gireva birçîbûnê jî wek çalakiya gerîlla ye. Ew biryar dide kîngê dest pê dike, kîngê dest jê berdide û carnan jî wek Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek kîngê jiyana xwe bidawî dike. Ango ew biryar dide.
Em însanin, dibe ku bi xemginî û bi hisyarî nêzikatî nîşan bidin. Lê ev yek di heman demê de zirar dide çalakiyan, çalakvanan.
Di sala 2016an de li Tirkiyê di 15ê Tîrmehê de “darbeyek” bû. Kurd ji bo jiyana rêber Abdullah Ocalan ketibûn nav gumanan. Û li hin navendan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Armanc di derheqê aqûbet û tenduristiya Ocalan de agahî girtin bû.
Di demek waha de destûr dan ku Mehmet Ocalan here Îmralî û bi birayê xwe Ocalan re hevdîtin pêk bîne. Piştî ku ji hevdîtinê vegeriya û peyama Ocalan bi raya giştî re parve kir, çalakvanan jî dawî li çalakiya xwe anîn.
Ev yek bû sedem ku di hevdîtina îsal de jî bendewariyek ku dawî li çalakiyan were kirin çêbibe.
ÎROJ….
Îroj her tişt cûdaye. Îroj hedef û armancê çalakiyan cûda ne.
Kurdan bi salane ji bo azadiya Kurdistanê berdêlên mezin dan û di encama van berdêlan de gelek tişt bi dest xistin. Rojek, kesek hat û dîktatoriya xwe îlan kir. Dest danî ser hemû bidestketiyên kurdan. Ji nû ve; red, înkar û asîmlasyonê dest pê kir. Qîm nekir, komkujiyan jî dest pê kir. Bajêr hatin rûxandin, Efrîn hat dagirkirin û heroj gefxwarinê dagirkeriyê hatin kirin.
Erdogan beriya ku dest bi van kiryarên xwe bike, tecrîda li ser rêber Ocalan şidand.
Kurd jî difikirîn li dijî faşîşzmê wê ji kuderê û bi rêbazek çawa dest pê bikin? Leyla Guven ji zîndana Amedê bersiv da û got; bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger em dest pê bikin. Li zindanan, li Strasboûrg, Hewlêr û li hin navendin din jî gotin; belê Leyla mafdarê dive çalakiyek bi vî rengî were lidarxistin û dest bi çalakiya bê dem û bê dorveger kirin.
Biyar girtin, wê ji şikandina tecrîdê dest pê bikin, wê faşîzmê têk bibin û piştre wê Kurdistan azad bibe.
Dema ku çalakiya wan dewam dikir, destûr dan ku Mehmed Ocalan di 11ê Çile de biçe serdana rêber Abdullah Ocalan. Mehmed Ocalan piştî hevdîtina 15 deqeyî vegeriya.
Hin kes li bendê bûn ku çalakiyê greva birçîbûnê wê bi dawî bibin. Lê çalakvanan bersiv dane van kesan. Gotin; “heta encam girtinê, emê çalakiya xwe bidomînin.”
Ev encam çi bû? Encam; Şikandina Tecrîdê, têkbirina Faşîzmê, Azadkirina Kurdistana bû.
Piştî ku wan biryarek waha da êdî ji me û ji heft bavê me zêdeye ku em bibêjin “dawî li çalakiya xwe bînin.”
Bi tenê yek tişt heye were kirin, ew jî heta dawiyê piştgirya çalakvanan e.





