Mihemed ŞAHÎN
Geştiya Tirk a ku di navbera Rûs û Emerîkayêde diçû dihat roj bi roj noqî avê dibe.
Piştî ku Tirkiyê di nava tifaqa Îran û Rûsyayê de cih girt gelek şîrovekaran dogotin Tirkiyê ji Emerîkayê û ji NATO’yê dûr dikeve. Lê di rastiya xwe de Tirkiyê tu carî ne ji Emerîkayê ne jî ji NATO’yê dûr neket. Ew hêza wî ya dûrketinê jî tune ye.
Yê ku vê heqîqetê herî baş dizaniya yek jî serokdewletê Rûs Pûtîn bû. Pûtîn bi sisyaseta xwe ya kûr di bin navê dostaniya tifaqa Soçî de, bi hostatiyeke mezin dewleta Tirk xist bin xizmeta serkeftina xeta têkoşîna Sûriyê, Îran û Rûsyayê.
Îdlîb ji destpêka şer vir ve navendeke stratejîke. Şerê Sûriyê li wir destpêkiribû, rêxistinên îslamî yên herî radîqal li wir bi cih bibûn. Rêxistina herî radîqal El-Nusra, bi navê xwe yê nû HTŞ (Heyetu-l Tahîr-î Şam) a ji DAÎŞ’ê veqetiyayî û bi El-Qaydê ve girêdayî li wir serwer bû.
HTŞ ya ku ji hêla NY ve weke rêxistineke terorîst hatiye Îlankirin pêvajoya Cinîvê û Astanayê weke îxanet pênase dike. Helwestên çareseriya demokratîk weke kufrî ya li dijber îslamê bi nav dike. Çeteyên ku tevilê dagirkeriya herêma Şehba û Efrînê bûne wan weke kesên ku ketine defika Tirkiyê dibîne. Şerê dewleta Tirk a dijber Kurdan weke şerê dewleta laîq û ateîstan pênase dike û dibêje hewceye misilman di vî şerî de cih negirin. Armanca wan a sereke têkbirina Esad û rejîma wî ne.
Pûtîn, çeteyên qaşo neradîqal ên ku bi salane dewleta Tirk wan xwedî dikir û bi her awayî piştgiriya wan dikir di bin navê tifaqa Soçî de bi destê dewleta Tirk ji çarhêlên Sûriyê vekişandin Îdlîbê û dewleta Tirk kir nobedarê wan.
Li gorî peymana Soçî Tirkiyê bi avakirina 12 navendên çavdêriyê qaşo wê çeteyên neradîqal dibin sêwanekî de birêxistin û terbiye bikirina û bi destê wan çeteyan HTŞ’e ya radîqal tesfiye bikira.
Li ser peymanê re 4 meh derbas bûn. Encam fiyasko. Tirkiye nekarî yek soza xwe bîne cih. Di pêvajoya ku Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê berê xwe dabûn Rojhilata Feratê HTŞ’ê êrîşê çeteyên girêdayî Tirkiyê kir û hemû ji îdlîbê qewirandin. Çeteyên neradîqalên ku dewleta Tirk dixwest ji wan “Artêşa Rizgariya Sûriyê” ava bike di deh rojî de bi têkçûneke mezin re rûbirû man. Hemû alavên xwe yên şer ji HTŞ’ê re hiştin û birevarev berê xwe dan Efrînê. Li gel bangewaziya alikariyê ya çeteyên Nuredîn Zengî, ne ji çeteyên hevalbendên wan û ne jî ji dewleta Tirk tu hewldaneke piştgiriyê çênebû. Hemûyan di bêdengiyê de li têkçûna wan temaşe kirin.
Dewleta Tirk a ku dibêje ezê herim civakên Rojhilata Feratê ji “teroristan” rizgar bikim li hember kiryarên HTŞ ya ku ji hêla NY ve terorîst hatiye Îlankirin bê deng ma. Mirina sivîlan û mirina çeteyên hevalbendên wê jê re nebû xem.
Tiştê ku DAÎŞ’ê li Reqayê pêk anî niha heman tiştî HTŞ li Îdlîbê pêk tîne. Çeteyên ku Emerîka piştgiriya wan dikir û fuzeyên TOW dabû wan jî di navde hemûyan yek bi yek tasfiye dike û hemû cebilxane û çekên wanên giran desteser dike. Niha ji sedî 80’ê erdnîgariya Îdlîbê di bin serweriya HTŞ’ê de ye. Sedî 20 erdnîgariya ku mayê wan jî bîatê HTŞ’ê kiriye. Niha tixûbên Tirkiyê yê milê Îdlîbê hemû di din kontrola HTŞ’ê de ne.
Çeteyên HTŞ’ê dibêjin di armanca şerê me de Esad û rejîma wî hene. Çeteyên ku bi dûvika Tirkiyê ve hatibûn girêdan û ji bo armancên Tirkiyê şer dikirin hatin tasfiye kirin. Ev di heman demî de tê wateya têkçûn û tasfiyekirina Tirkiyê. Ev encam herî zêde kêrî Rûsya, Îran û Sûriyê tê.
Ji vê saetê şûn ve êdî mayina Tirkiyê ya li Îdlîbê gelek zehmet e. Êdî wateya navendên çavdêriyên Tirkiyê nema. Heke 12 navendên xwe yên çavdêrîyê neterikîne wê di qada nacneteweyî de bibe hevalbend û parazvanê HTŞ ya ku ji hêla YN ve weke rêxistineke terorîst hatiye îlankirin.
Bê guman Pûtîn dizaniya wê ev encam derkeve holê. Lewre bi dostanî û bi hostayî hemû kozên destê Tirkiyê yek bi yek ji dest Tirkiyê girtin û Tirkiye li îdlîbê xist valahiyê. Êdî pêddiviya Pûtin bi Erdogan namîne. Encamê ku li Îdlibê derketiye holê serkeftina siyaseta Pûtîne, têkçûna siyaseta Erdogan e.
Niha dora “paqijkirina” Îdlîbê ye.





