Hozan Seyîdxan
Tekoşîna rizgariya gelê me, bi her şêwazî di pêvajoyeke pir giran û awarte re derbas dibe. Ev rewşa dîrokî di nava xwe de him metirsînên mezin û him jî di hundur xwe de serkeftinên mezin dihewîne.
Lewma di vê pêvajoya ku tevgera azadîxwaz û gelê me têre derbas dibe, ango ev dema nûh wê Milîtan, hunermend, şoreşgêr û welatparêzên xwe biafirîne. Ev jî tê wê wateyê ku welatparêzî û hunermendiya ji rêzê wê nikare ji pêvajo û rewşên awarte re, bibe bersiv. Her wiha ji vê yekê jî diyare ku di serî de hunermend, rewşênbîr û hemî birên civakê, eger bi tedbîr û hêşiyariyeke mezin xwedî li erka xwe a bîrdozî derkevin û ji pêdiviyên civakê û pêvajoyê re bi fedekarî tevbigere hingê dê bikaribin serkeftinê misoger bikin. Ji bilî vê yekê sekneke ji rêzê û bê helwestî wê bi be sedema xeflet, qelsbûn û wendakirinên mezin.
Weke ku tê zanîn ev demeke dirêje tecrîdeke giran û ne zagonî ji hêla rêjîma AKP û MHP a faşîst ve li ser rêberê gelê kurd birêz A. Öcalan tê meşandin. Rêber Apo li dijî vê pergala faşîzan, ev 20 sale di nava berxwedaneke bê hempade ye. Hevseroka kurdperwer ya KCD ê, û wekîla Colemêrgê Leyla Guven ji bona şikandîna tecrîda li ser rêber Apo û heman wextê jî ji bona hilweşîna dîwarê zulim û zora faşîzma AKPê û MHPê, berxwedaneke bi rûmet dest pêkiriye. Ev berxwedan dîrokiye, ev berxwedan wijdanî û exlaqîye. ev berxwedan, meşaleya ku di zandanên Amedê de Xeyrî durmûş û Kemal Pîr an vêxistibûn careke dinê ew meşale bi pêşengiya jineke kurd li hemberê faşîzma AKP ê hete bilindkirin.
Rêjîma AKP ê û MHP ê a faşîst di vê pêvajoyê de bi hemî kiryarên xwe yên qirêj û hovane hewil didin ku Nirx û destkeftiyên kurdan ji kokêve rakin, li hêla dinê jî heman demê helwdana tefizandin û bêdengkirina muxalefetê ji xwere kirine kar û barê sereke. Di vê dema tarî û dijwarde ku êdî kesek ji zulum û zexta nîjadperstî a faşîzma desthilatdariya AKP ê nikare xwe tev bide. Leyla Guven bi çalakiya xwe a wêrekî û lehingî ji nava çar dîwarên tarî û qitran yên zindana Amedê de, bû çirûsk û ronahî da, bû hêvî û li seranserê welat dîwarê bê dengî û zulmê hilweşand. Ev hêvî bû dengvedanekê û şax û perên xwe sînor û tixûbên Kurdistanê derbaskir, li her çar aliyê welat û derveyi welat her ku çû mezin bû bi sedan girtiyên azadiyê ji nava 23 zindana xwedî li çalakiya Leylayê derketin û pêre ketin greva birçîbûna bê dem û bê dorveger.
Her wiha Hewlêr, Mexmûr, Şengalê, Strasboûrg, Gallerê jî çalakvanan bi biryar xwe li dora çalakiya Leyla Guven rapêçan û bûne bersiva bangawaziya dahatuya azad û şikandina dîwarê tecrîda li ser rêber Apo. Mirov dikare wiha bihizire ku di vê dema pir giring de çalakiya Leyla Guven şeqameke li rû fasîzmê û bê dengiya li hemberê zulim û zorê.





